Skip to content
Opens in a new window

Ûnis 4

[1] Ûnis gelekî li ber xwe kʼet û hêrs kʼet.

[2] Ber bi Xudan dua kir û got: «Ya Xudan, gava ezî hê welatê xweda bûm, bona vê yekê min ne digot ku tu yekî aha yî? Lema min dikir ku ez birʼevîyama Tʼarşîşê. Çimkî min zanibû ku tu Xwedêkî rʼeʼm î û dilşewat î, sebir sikʼan î, rʼeʼm kʼerem î û ji hêrskʼetinê jî zû vedigerʼî.

[3] Lê niha ya Xudan, rʼeca dikim rʼuhʼê min ji min bistîne, çimkî mirina min ji jîyîna min çêtir e».

[4] Xudan gotê: «Gelo heq e, ku tu bona vê yekê bîna xwe haqasî teng dikî?»

[5] Ûnis ji bajêr derkʼet, alîyê rʼohilata bajêr rʼûnişt û li wir xwerʼa hʼolikek çêkir û bin sîya wêda rʼûnişt, ku dîna xwe bide bajêr kʼa wê çi biqewime.

[6] Hingê Xudan Xwedê eʼmirî li kʼolekê kir, ew kʼol mîna darê şîn bû û li ser Ûnis kire sî, ku wî ji wê bîntengîyê xilaz ke. Ûnis bona wê kʼolê gelekî şa bû.

[7] Rʼoja din sibehê zû, Xudan eʼmirî li kurmekî kir ew kʼola kot û ew hʼişk bû.

[8] Gava teʼv derkʼet, bi eʼmirê Xwedê, alîyê rʼohilatê bakî kʼew û germ rʼabû, teʼvê li serê Ûnis xist, ew sist bû, mirina xwe xwest û got: «Mirina min ji jîyîna min çêtir e».

[9] Hingê Xudan gote Ûnis: «Gelo heq e, ku tu bona vê kʼolê bîna xwe haqasî teng dikî?» Ûnis got: «Belê, heq e ku ez bîna xwe teng dikim, hʼeta mirina xwe jî ez rʼazî me».

[10] Lê Xudan gotê: «Hʼeyfa te wê kʼolê tê, ya ku te xûdan li ser nerʼêt û mezin nekir, kʼîjan ku nav şevekêda şîn bû û şevekêda jî hʼişk bû.

[11] Lê hʼeyfa min çawa ji wî bajarê Nînewaya mezin neyê, ku nav wêda sed bîst hʼezar merivî zêdetir hene, ku destê çʼep û rʼastê ji hev dernaxin, usa jî gelek hʼeywan?»

Ûnis — Chapters