Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:08

[1] Îsa k’ete qeyikê paşda veger’îya hate bajarê Xwe .

[2] Wê derê şilûşe’tek nivînêda p’aldayî anîne cem. Gava Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşe’t: «Lawo, ser xwe be! Gunêd te hatine baxşandinê».

[3] Hingê ji qanûnzana hinek nav xweda fikirîn: «Eva nigê Xwe Xwedêr’a davêje» .

[4] Fikirêd wan Îsava e’yan bûn û got: «Hûn çima dilê xweda tiştê xirab difikirin?

[5] K’îjan r’ih’et tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan ‹R’abe û biger’e›?

[6] Lê wekî hûn bizanibin ku h’ukumê Kur’ê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», hingê gote yê şilûşe’t: «R’abe nivîna xwe hilde, her’e mala xwe!»

[7] Ew jî r’abû çû mala xwe.

[8] Gava e’laletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev h’ukum daye meriva.

[9] Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li cîyê xerchildanê r’ûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî r’abû pey Îsa çû.

[10] Gava Îsa mala Mettada ser sifrê r’ûniştibû, gelek xercgir û gunek’arêd din hatin t’evî Îsa û şagirtêd Wî r’ûniştin.

[11] Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîr’a gotin: «Çima Dersdarê we t’evî xercgir û gunek’ara dixwe û vedixwe?»

[12] Lê gava Îsa ev yek bihîst wanar’a got: «Saxlem ne h’ewcê h’ekîm in, lê nexweş.

[13] Her’in me’na van xebera hîn bin: ‹Ez r’e’mê dixwazim, ne ku qurbanê› . Ez nehatime gazî yêd r’ast kim, lê gazî gunek’ara».

[14] Hingê şagirtêd Yûh’enna hatine cem Wî û gotinê: «Çima em û fêrisî gelek cara r’ojî digirin, lê şagirtêd Te r’ojî nagirin?»

[15] Îsa gote wan: «Qet dibe ku xwendîyêd de’watê şînê bikin, h’eta ku ze’va t’evî wan e? Lê r’ojê bên, gava ze’va ji wan bê hildanê, hingê wê r’ojî bigirin.

[16] Kesek pê p’arç’ê nû k’inca kevin p’îne nake, çimkî p’arç’ê k’inca kevinva dirûtî wê zorê li k’inca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hev her’e.

[17] Ne jî şerava nû dikine meşkêd kevin. Heger usa be, meşkê bit’eqin, şeravê bir’ije û meşkê jî xirab bin. Lê şerava nû dikine meşkê nû û her du jî têne xweyîkirinê».

[18] Gava Îsa hê ev yeka wanar’a digot, hema hingê serwêrek hat xwe avîte ber nigê Wî û gotê: «Qîza min hêja mirîye. Lê were destê xwe dayne ser wê û ewê bijî».

[19] Îsa r’abû t’evî şagirtêd Xwe da pey wî çû.

[20] Û va k’ulfeteke nexweş, ku donzdeh salêd wê bûn ser xûnê vebibû, piştêva hat û r’îşîyêd k’incê Îsa k’et.

[21] Ewê nêta xweda danîbû: «Heger ez t’enê k’incê Wî k’evim, ezê qenc bim».

[22] Îsa ser milê Xweva veger’îya ew dît û gotê: «E’vdê! Ser xwe be! Bawerîya te tu qenc kirî». Û wê demê ew k’ulfet qenc bû.

[23] Gava Îsa gihîşte mala serwêr, dîna Xwe dayê, wê qar’e-qar’a e’laletê ye û bilûrvan jî zelûlî lê dixin

[24] û gote wan: «Derk’evin! Qîzik nemirîye, lê hênijîye». Wana qerfê xwe Pê dikirin.

[25] Lê gava cime’t derxistine derva, Îsa çû hindur’ destê wê girt û qîzik r’abû ser xwe.

[26] Eva deng-be’sa t’emamîya wî welatîda bela bû.

[27] Gava Îsa ji wir derk’et çû, du merivêd kor dane pey Wî kirine qîr’în û gotin: «Kur’ê Dawid! Me were r’e’mê!»

[28] Gava ku gihîştine malê, ew her du kor hatine cem Wî. Îsa ji wan pirsî û got: «Hûn bawer dikin, ku Ez dikarim alî we bikim?» Wana got: «Belê Xudan».

[29] Hingê Îsa destê Xwe da ç’e’vêd wan û got: «Li gora bawerîya we wer’a be».

[30] Wê demê ç’e’vêd wan vebûn. Îsa h’işk t’emî li wan kir û got: «Haş ji xwe hebin, ku t’u kes vê yekê neh’ese».

[31] Lê ew derk’etin, t’emamîya wî welatîda nav û dengê Wî bela kirin.

[32] Çaxê ewana derk’etin çûn, hineka cinak’etîkî lal anî cem Îsa.

[33] Gava Ewî cin derxist, yê lal xeber da. E’lalet e’cêbmayî ma û got: «Li Îsraêlê jî tiştekî aha t’u car neqewimîye».

[34] Lê fêrisîya got: «Ew bi h’ukumê serwêrê cina cina derdixe».

[35] Îsa h’emû gund û bajara diger’îya, k’inîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya P’adşatîyê dannasîn dikir û li nav cime’tê h’emû cûr’e nexweşî qenc dikirin.

[36] Gava Ewî e’lalet dît, gunê Wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, ber’edayî û belabûyî bûn.

[37] Hingê Ewî şagirtêd Xwer’a got: «Nandirûn gelek e, lê p’ale hindik in.

[38] Awa hîvî ji Xweyê dirûnê bikin, wekî p’ala nandirûna Xwer’a bişîne».

Metta — Chapters