Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 4:21

[1] Loma nekin, ku lome li we nebin.

[2] Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî wer’a wê bê pîvanê.

[3] Tu çima qirşikê ç’e’vê birê xweda dibînî, lê k’êranê ç’e’vê xweda nabînî?

[4] Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bihêle ku ez qirşik ji ç’e’vê te derxim›, lê va ye k’êran ç’e’vê teda heye?

[5] Dur’û! Pêşîyê k’êranê ç’e’vê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji ç’e’vê birê xwe derxî.

[6] Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî dur’êd xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigêd xweda p’êpes kin û seyê jî veger’in we bidir’înin.

[7] Bixwazin hûnê bistînin, biger’in hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe.

[8] Çimkî k’î ku dixwaze distîne, k’î ku diger’e dibîne û k’î ku derî dixe ber vedibe.

[9] Ji we k’îjan e ew meriv, ku kur’ê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê?

[10] Yan jî me’sî bixwaze, ew me’r bidê?

[11] Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zar’êd xwe, lê Bavê weyî E’zmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin.

[12] Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanar’a bikin. Ev e me’na hînkirina Qanûnê û p’êxembera.

[13] Derê tengr’a bik’evine hindur’, çimkî fire ye ew derî û ber e ew r’îya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin.

[14] Lê gelekî teng e ew derî û ze’met e ew r’îya ku dibe berbi jîyînê û hindik in ewêd ku wê r’êyê dibînin.

[15] H’evza xwe ji p’êxemberêd derew bikin. Ewê bi p’ostê pêz bêne cem we, lê hindur’va gurêd p’er’anî ne.

[16] Hûnê wana ji berêd wan nas bikin. Gelo kesek ji stirîya tirîya diçine, yan jî ji dir’îya hêjîra?

[17] Dara qenc berê qenc dide, lê dara xirab berê xirab dide.

[18] Dara qenc nikare berê xirab bide, ne jî dara xirab dikare berê qenc bide.

[19] Her dara ku berê qenc nade tê bir’în û avîtinê nava agir.

[20] Awa hûnê wana ji kirêd wan nas bikin.

[21] Ne ku ewê Minr’a dibêje: ‹Xudan! Xudan!› wê bik’eve P’adşatîya E’zmana, lê ewê bik’evê, yê ku e’mirê Bavê Minî E’zmana diqedîne.

[22] Wê R’ojê gelekê Minr’a bêjin: ‹Xudan! Xudan! Ne me bi navê Te p’êxembertî kirin û bi navê Te cin derxistin û bi navê Te gelek k’eremet kirin?›

[23] Hingê Ezê aşkere wanr’a bêjim: ‹Ji Min dûr k’evin, neheqno! Min hûn t’u car nas nekirine›.

[24] Awa k’î ku van gotinêd Min dibihê û wan diqedîne, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kêvir çêkir.

[25] Baran barî, ba û lêyî r’abûn, wê malê xistin, lê ew mal hilneşîya, çimkî h’îmê wê ser kêvir bû.

[26] Lê k’î ku van gotinêd Min dibihê û naqedîne, ew mîna merivekî bêfe’m e, ku mala xwe ser qûmê çêkir.

[27] Baran barî, ba û lêyî r’abûn, wê malê xistin û ew mal hilşîya, lap wêran bû çû».

[28] Gava Îsa ev gotinêd Xwe ser hevda anî, e’lalet ser hînkirina Wî zendegirtî man,

[29] çimkî Ewî mîna yekî xweyîh’ukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzanêd wan.

Metta — Chapters