Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:13

[1] Fêrisî û sadûqî hatine cem Wî ku Wî bicêr’ibînin û jê xwestin ku ji e’zmana nîşanekê nîşanî wana ke.

[2] Ewî li wan veger’and û got: «Gava dibe êvar, hûn dibêjin: ‹Hewa wê xweş be, çimkî e’zman sor bûye›.

[3] Lê serê sibehê dibêjin: ‹Îro hewa wê xweş nîbe, çimkî e’zman xumam û sor e›. Hûn r’ûyê e’zmên e’nene dikin ku hewayê çawa be, lê nîşanêd zemana e’nene nakin .

[4] Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêr’a nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis p’êxember». Û Ewî ew hiştin û çû.

[5] Gava şagirtêd wî derbazî wî alî bûn, bîr kirin xwer’a nan hildana.

[6] Îsa wanar’a got: «Miqatî xwe bin, h’evza xwe ji hevîrtir’şkê fêrisî û sadûqîya bikin».

[7] Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: «Nanê me t’une, lema aha dibêje».

[8] Lê ev yek Îsava e’yan bû û got: «Kêmbawerno! Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we t’une?

[9] Hûn hê fe’m nakin? Nayê bîra we, çawa pênc nana t’êra pênc h’ezar meriva kir û we çend sele bermayî hildan?

[10] Û h’eft nana jî t’êra çar h’ezar meriva kir û we çend zembîl bermayî hildan?

[11] Hûn çawa fe’m nakin, wekî Min bona nan wer’a negot? Lê bona wê yekê, ku hûn h’evza xwe ji hevîrtir’şkê fêrisî û sadûqîya bikin».

[12] Şagirta hingê fe’m kir, wekî Ewî bona hevîrtir’şkê nan wanr’a negot, ku h’evza xwe bikin, lê ji hînkirina fêrisî û sadûqîya.

[13] Îsa çû alîyê Qeyserîya Fîlîpoyê û ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi t’exmîna meriva Kur’ê Mêriv k’î ye?»

[14] Wana got: «Hinek dibêjin ‹Yûh’ennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, lê hinekêd mayîn jî dibêjin ‹Yêremîya ye, yan jî yek ji p’êxembera ye›».

[15] Ewî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi t’exmîna we Ez k’î me?»

[16] Şimh’ûn-Petrûs lê veger’and û gotê: «Tu Mesîh î, Kur’ê Xwedêyê sax».

[17] Îsa lê veger’and û gotê: «Xwezî li te, Şimh’ûnê kur’ê Yûh’enna , çimkî xûn û goşt ev yek e’yanî te nekirin, lê Bavê Minî e’zmana.

[18] Ez ter’a dibêjim, ku tu Petrûs î, awa gotî qeyak î û li ser vî qeyayî Ezê civîna Xwe çêkim û qewata mirinê wê pê nikaribe.

[19] Û Ezê k’ilîtêd P’adşatîya E’zmana bidime destê te û çi ku tu li ser e’rdê girêdî, e’zmanada jî wê girêdayî be û çi ku tu li ser e’rdê vekî, e’zmanada jî wê vekirî be».

[20] Hingê Îsa t’emî şagirtêd Xwe kir, wekî kesîr’a nebêjin, ku Ew Mesîh e.

[21] Pey wê yekêr’a Îsa destpêkir şagirtêd Xwer’a e’yan kir ku gerekê Ew her’e Orşelîmê, ji alîyê r’ûspîya, serekêd k’ahîna û qanûnzanada gelek cefa bik’işîne û bê kuştinê, lê r’oja sisîya ji mirinê r’abe.

[22] Lê Petrûs Ew da alîkî, lê hilat û gotê: «Dûrî hindava Te, Xudan! Ew tişt t’u car li Te neqewime!»

[23] Îsa ser Petrûsda veger’îya û gotê: «Ji ber ç’e’vê Min betavebe, Cino! Tu bona Min p’işkbûn î, çimkî ew nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye».

[24] Hingê Îsa şagirtêd Xwer’a got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înk’ar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.

[25] Çimkî k’î ku dixwaze e’mirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û k’î ku e’mirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.

[26] Çi feyde heger meriv t’emamîya dinyayê qazinc ke, lê e’mirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber e’mirê xweva bide?

[27] Çimkî Kur’ê Mêriv wê bi r’ûmeta Bavê Xwe t’evî milyak’etêd Xwe bê. Hingê wê anegorî e’melêd her kesî bide wan .

[28] Ez r’ast wer’a dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, h’eta ku Kur’ê Mêriv bi P’adşatîya Xweva tê nebînin».

Metta — Chapters