[1] Çaxê Îsa t’emîyêd ku dane her donzdeh şagirtêd Xwe xilaz kirin, ji wî cîyî çû nav bajarêd wan, ku hîn ke û dannasîn ke.
[2] Gava Yûh’enna kelêda bona şixulêd Mesîh bihîst, çend şagirtêd xwe şandine cem Wî
[3] û jê pirsîn: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?»
[4] Îsa caba wan da û got: «Her’in, çi ku hûn dibînin û dibihên Yûh’ennar’a bêjin.
[5] Kor dibînin, seqet diger’in, k’otî paqij dibin, ker’ dibihên, mirî r’adibin û feqîrar’a jî Mizgînî tê dayînê.
[6] Û xwezî li wî, ku ji Min p’işk nabe».
[7] Gava ewana çûn, Îsa bona Yûh’enna e’laletêr’a destpêkir got: «Hûn derk’etine ber’îyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dih’eje?
[8] Yan hûn derk’etin çi bibînin? Merivekî k’incê nazik li xwe kirî? Ne ewêd ku k’incê nazik li xwe dikin, ew malêd p’adşada ne?
[9] Yan hûn derk’etin çi bibînin? P’êxemberekî? Belê ez wer’a dibêjim, ji p’êxemberekî jî mestir e.
[10] Eva ew e, bona k’îjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê r’îya Te pêşîya Teva hazir ke› .
[11] Ez r’ast wer’a dibêjim, ji nava ewêd ku ji k’ulfeta dinê k’etine, t’u kes ji Yûh’ennayê nixumdar mestir nebûye. Lê P’adşatîya E’zmanada yê herî biç’ûk ji wî mestir e.
[12] Ji r’ojêd Yûh’ennayê nixumdar h’eta niha P’adşatîya E’zmana bi zorbetîyê tê h’icûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin .
[13] Çimkî h’emû p’êxembera û Qanûnê h’eta Yûh’enna bona P’adşatîya E’zmana şe’detî dan .
[14] Û heger hûn dixwazin vê yekê qebûl kin, ew e Êlyasê ku gerekê bihata .
[15] Guhê k’ê heye bira bibihê.
[16] Niha Ez vî nisilî mîna çi bişibînim? Ew mîna wan zar’a ne, yêd ku bazarada r’ûniştî ne, gazî hevalêd xwe dikin
[17] û dibêjin: ‹Me bona we zur’nê xist, hûn ner’eqisîn û bona we beyt’ gotin, we şîn nekir›.
[18] Yûh’enna hat, ne dixwar, ne vedixwar û digotin: ‹Cin wîda heye›.
[19] Kur’ê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê k’etî ye, dostê xercgir û gunek’ara ye›. Lê serwaxtî bi e’melêd xwe k’ifş dibe ku ew r’ast e».
[20] Hingê Îsa destpêkir li wan bajara hilat, k’îjanada gelek k’eremetêd Wî qewimîbûn, çimkî ew ji gunekirinê veneger’îyan.
[21] «Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew k’eremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewanayê zûva bi k’urx û k’ozîyê t’obe bikirana.
[22] Lê Ez wer’a dibêjim, R’oja Axretê, h’alê Sûrê û Saydê wê ji h’alê we çêtir be.
[23] Û tu Kefernahûm, te t’irê tê h’eta e’zman bilind bî? Lê tê h’eta dîyarê mirîya her’î xwarê! Heger ew k’eremetêd ku nav teda qewimîn Sodomêda biqewimîyana, ewê h’eta r’oja îroyîn bima.
[24] Lê Ez wer’a dibêjim, R’oja Axretê h’alê welatê Sodomê wê ji h’alê te çêtir be».
[25] Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê e’rd û e’zman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zar’a vekirin.
[26] Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.
[27] Her tişt ji Bavê Min Minr’a hatîye dayînê. Kesek Kur’ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kur’ û k’îjanar’a ku Kur’ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.
[28] Werine cem Min h’emûyêd westîyayî û bargiran û Ezê r’ih’etîyê bidime we.
[29] Nîrê Min hildine ser xwe û ji Min hîn bin, çimkî Ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwer’a r’ih’etîyê bibînin.
[30] Çimkî nîrê Min r’ih’et e û barê Min sivik e».