Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:28

[1] «P’adşatîya E’zmana mîna vê yekê ye: Merivekî xweyîmilk’ sibehê zû r’abû, wekî bona r’ezê tirîyêd xwe p’ala bigire.

[2] Ewî p’alar’a r’ojê zîvek qirar kir û ew şandine nava r’ezê xwe.

[3] Nêzîkî sih’eta neha derk’et, hinekêd dine ku bazarêda betal sekinîbûn dîtin

[4] û gote wan: ‹Hûn jî her’ine nava r’ezê min û çi heqê we ye, ezê bidime we›. Ew jî çûn.

[5] Dîsa sih’eta donzdeha û sih’eta sisîya derk’et û usa kir.

[6] Û nêzîkî sih’eta pênca derk’et, hinekêd din jî ku betal sekinîbûn dîtin û gote wan: ‹Çima t’emamîya r’ojê hûn li vir betal sekinîne?›

[7] Wana jêr’a got: ‹Kesekî em p’ale negirtin›. Ewî wanar’a got: ‹Hûn jî her’ine nava r’ezê min›.

[8] Gava r’o çû ava, xweyê r’ez wek’îlê mala xwer’a got: ‹Gazî p’ala ke, heqê wan bidê, ji yêd paşin destpêbike h’eta yêd pêşin›.

[9] Ew p’alêd ku sih’eta pênca girtibûn, hatin û her yekî zîvek stand.

[10] Gava yêd pêşin jî hatin, wana t’irê ewê zêde bistînin. Lê wana jî her yekî zîvek stand.

[11] Gava heqê xwe standin, hindava xweyê r’ezda bîna xwe teng kirin û gotin:

[12] ‹Me t’emamîya giranîya r’ojê û germa wê k’işand, lê evêd paşwextîyê ku hatin sih’etekê jî nexebitîn, te ew himberî me kirin›.

[13] Malxê ji wan yekîr’a got: ‹Heval! Ez neheqîyê li te nakim. Tu minr’a zîvekî qayl nebûyî?

[14] Heqê xwe bistîne û her’e. Ez dixwazim çawa ku min da te, usa jî bidime evê paşin.

[15] Yan îzina min li ser malê min t’une, çi ku ez bixwazim wê jî bikim? Yan tu h’evsûdîyê dikî, ku ez mer’d im?›

[16] Bi vî awayî yêd paş wê bibine pêş û yêd pêş wê bibine paş ».

[17] Çaxê Îsa hildik’işîya Orşelîmê, t’enê her donzdeh şagirtêd Xwe t’evî Xwe birin û r’êda gote wan:

[18] «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kur’ê Mêriv wê bik’eve destê serekêd k’ahîna û qanûnzana. Ewê jêr’a kuştinê derxin

[19] û Wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li Wî bikin, bidin ber qamçîya û xaç kin. Lê r’oja sisîya Ewê ji mirinê r’abe».

[20] Hingê dîya kur’êd Zebedî t’evî her du kur’êd xwe hate cem Îsa, xwe avîte nigê Wî tiştek jê dixwest.

[21] Îsa jê pirsî: «Tu çi dixwazî?» Ewê gote Wî: «Bêje, ku ev her du kur’êd min li nav P’adşatîya Teda, yek li milê Teyî r’astê, yê din jî li milê Teyî ç’epê r’ûnê».

[22] Lê Îsa li wan veger’and û got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê k’asê vexwin, ya ku Ezê vexwim? » Wana gote Wî: «Belê, em dikarin».

[23] Ewî wanar’a got: «R’ast e hûnê wê k’asa Min vexwin, lê îzina li milê Minî ç’ep û r’astê r’ûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, k’îjanar’a alîyê Bavê Minda hatine hazirkirinê».

[24] Gava her dehe şagirtêd din ev yek bihîst, dilê wan ji her du bira ma.

[25] Lê Îsa ew gazî cem xwe kirin û got: «Hûn zanin ku mîrêd mileta serdestîyê wan dikin û giregirêd wan h’ukumî ser wan dikin.

[26] Lê nava weda gerekê usa nîbe. K’î ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we.

[27] Û k’î ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê we,

[28] çawa ku Kur’ê Mêriv nehatîye ku jêr’a berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û e’mirê Xwe bide, ku geleka bik’ir’e».

[29] Gava ewana ji Erîhayê derk’etin, e’laleteke giran da pey Wî çû.

[30] Va du kor ser wê r’ê r’ûniştibûn. Gava bihîstin ku Îsa derbaz dibe, kirine qîr’în û gotinê: «Xudan , Kur’ê Dawid, li me were r’e’mê».

[31] E’laletê li wan hilat, ku dengê xwe bibir’in, lê wana hê kire qîr’în û gotinê: «Xudan, Kur’ê Dawid, me were r’e’mê!»

[32] Îsa sekinî, gazî wan kir û got: «Hûn çi ji Min dixwazin ku Ez bona we bikim?»

[33] Wana jêr’a got: «Xudan, bira ç’e’vêd me vebin».

[34] Gunê Îsa li wan hat û dest danî ser ç’e’vêd wan. Destxweda ç’e’vêd wan dîtin, dane pey Îsa çûn.

Metta — Chapters