[1] Hingê Îsa e’lalet û şagirtêd Xwer’a xeber da û got:
[2] «Qanûnzan û fêrisî li ser k’ursîya Mûsa r’ûniştine.
[3] Îdî ewana çi wer’a bêjin xwey kin û biqedînin, lê mîna wan nekin, çimkî ewana dibêjin, lê nakin.
[4] Barêd giran û ze’met girêdidin, datînine ser milêd meriva, lê ew xwexa naxwazin t’ilîya xwe jî bidinê.
[5] Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne k’ifşê. K’îsikêd mezin li mil û e’nîyêd xweva girêdidin û r’îşîyêd k’incêd xwe dirêj dikin .
[6] Şayîyada herema jorin h’iz dikin, k’inîştada jî k’ursîyêd pêşin,
[7] bazarada silavê bidine wan û meriv jî wanr’a ‹mamosta › bêjin.
[8] Lê bira wer’a nebêjin: ‹Mamosta›, çimkî dersdarê we yek e û hûn h’emû jî bira ne.
[9] Li ser dinê hûn t’u kesîr’a nebêjin: ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, ku e’zmana ye.
[10] Ne jî wer’a bêjin: ‹R’êber›, çimkî R’êberê we yek e, ew Mesîh e.
[11] Bira nava weda yê herî mezin bibe berdestîyê we.
[12] K’î ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê k’î ku xwe nimiz ke, ewê bilind be.
[13] Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Dur’ûno! Hûn derê P’adşatîya E’zmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dik’evinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bik’evinê.
[14] Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Dur’ûno! Alîkîva hûn malêd jinebîya h’ûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bi dur’ûtî duayê xwe dirêj dikin. Bona vê yekê dîwana we wê hê giran be .
[15] Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Dur’ûno! Hûn be’r û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser r’îya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine p’ara ce’nimê.
[16] Wey li we r’êberêd kor, hûn dibêjin: ‹K’î ku bi p’aristgehê sond dixwe, ne tiştek e. Lê k’î ku bi zêr’ê li nav p’aristgehê sond dixwe, dibe deyndar›.
[17] Hey bêh’iş û korno! K’îjan mezin e, zêr’ yan p’aristgeh, ku zêr’ h’elal dike?
[18] Usa jî hûn dibêjin: ‹K’î ku bi gorîgehê sond dixwe ne tiştek e, lê k’î ku bi h’edîya li ser gorîgehê sond dixwe, dibe deyndar›.
[19] Hey korno! K’îjan e mezin? H’edî yan gorîgeh, ku h’edîyê h’elal dike?
[20] Awa k’î ku bi gorîgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi h’emû tiştêd ku ser wê hene sond dixwe.
[21] K’î ku bi p’aristgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi Yê ku wêda dijî sond dixwe.
[22] Û k’î ku bi e’zmên sond dixwe, ew hin bi t’extê Xwedê sond dixwe, hin jî bi Yê ku li ser R’ûniştîye sond dixwe.
[23] Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Dur’ûno! Hûn dehekê pûngê, anîsoyê û k’êmûnê didin, lê tiştêd Qanûnêye pêş, awa gotî heqîyê, r’e’mê û bawerîyê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nek’işanda.
[24] R’êberêd kor! Hûn k’ermêşa diparzinin, lê deva dadiqurtînin!
[25] Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Dur’ûno! Hûn t’as û fîncana r’ûyê dervava paqij dikin, lê hindur’va t’ijî timayî û ç’e’vbir’çîyî ne .
[26] Fêrisîyê kor! Pêşîyê hindur’ê fîncan û t’asê paqij ke, wekî li derva jî paqij be.
[27] Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Dur’ûno! Hûn mîna t’irbêd sipîkirî ne, ku dervava bedew xuya dibin, lê hindur’va bi hestûyê mirîya û bi h’emû h’eramîyêva t’ijî ne.
[28] Usa jî hûn derva merivava r’ast k’ifş dibin, lê hindur’va hûn dur’û ne û neheq in.
[29] Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Dur’ûno! Hûn mexberêd p’êxembera çêdikin û t’irbê yêd r’ast dixemilînin
[30] û dibêjin: ‹Heger em r’ojêd bavêd xweda bûna, me t’evî wan xûna p’êxembera nedir’êt›.
[31] Îdî hûn niha xwexa didine îzbatkirinê, ku hûn zar’êd wan bava ne, yêd ku p’êxember kuştine.
[32] De kêmasîya xirabîyêd bavêd xwe t’emam kin.
[33] Me’rno! Ç’êjikêd me’ra! Hûnê çawa ji dîwana dojê bir’evin?
[34] Bona vê yekê va Ezê p’êxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav k’inîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.
[35] H’emû xûna bêsûce ku ser r’ûyê e’rdê hatîye r’êtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc h’eta xûna Zekerîyayê kur’ê Berexîya, ewê ku we nav p’aristgeh û gorîgehêda kuşt.
[36] Ez r’ast wer’a dibêjim, ev h’emû xûnê bê serê vî nisilî.
[37] Orşelîm! Orşelîm! Te p’êxember dikuştin û şandîyêd cem xwe didane ber kevira! Çend cara Min xwest ku zar’êd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskê xweda dicivîne, lê we nexwest!
[38] Va mala we wê xirabe û destjêk’işandî bimîne.
[39] Ez wer’a dibêjim, îdî ji vir şûnda hûn Min t’u car nabînin, h’eta ku bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê› ».