Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 9:15

[1] Wê r’ojê Îsa ji malê derk’et, li devê golê r’ûnişt.

[2] Û haqas e’lalet hate cem Wî, ku Ew k’erba k’ete qeyikê r’ûnişt û t’emamîya e’laletê devê golê sekinî.

[3] Ewî gelek tişt bi mesela ew hîn kirin û got: «T’oximr’eş r’abû çû ku t’oxim bir’eşîne.

[4] Gava dir’eşand, hinek ji wan k’etine devê r’ê, teyrede hatin û ew xwarin.

[5] Hinekêd din k’etine ser e’rdê kevirî, ku li wir xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xwelîyê ne k’ûr bû.

[6] Lê çaxê te’v derk’et, ew ç’ilmisîn û çimkî r’awêd wan t’unebûn, h’işk bûn.

[7] Hinekêd din k’etine nava stirîya, stirî r’abûn û ew xeniqandin.

[8] Lê hinekêd din jî k’etine nava e’rdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî.

[9] Guhê k’ê heye bira bibihê!»

[10] Wê gavê şagirtêd Wî nêzîk bûnê û gotinê: «Çima bi mesela Tu wanar’a xeber didî?»

[11] Ewî li wan veger’and û got: «Wer’a hatîye dayînê ku hûn sur’êd P’adşatîya E’zmana bizanibin, lê wanar’a nehatîye dayînê.

[12] Çimkî k’êr’a ku heye, wê hê lê zêde be û serda bir’ije û k’êr’a ku t’une, çi heye jî wê jê bê standinê.

[13] Ez bona wê yekê bi mesela wanr’a xeber didim, ku ewana dinihêr’in û nabînin, dibihên, lê guhê xwe nadine ser û fe’m nakin.

[14] Li ser wan p’êxembertîya Îşaya tê sêrî ku dibêje: ‹Hûnê bibihên û guh bidinê, lê fe’m nekin, hûnê binihêr’in û dîna xwe bidinê, lê nebînin.

[15] Çimkî eva cime’ta serh’işk e, bi guha giran dibihên û ç’e’vêd xwe girtine, wekî bi ç’e’va nebînin, bi guha nebihên û bi h’iş fe’m nekin, veneger’in, ku Ez wan qenc kim› .

[16] Lê xwezî li ç’e’vêd we, ku dibînin û guhêd we, ku dibihên.

[17] Ez r’ast wer’a dibêjim, gelek p’êxember û merivêd r’ast h’izreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn dibînin, lê nedîtin û bibihîstana çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin.

[18] Niha hûn şirovekirina mesela t’oximr’eş bibihên.

[19] Her kesê ku xebera P’adşatîyê dibihê û fe’m nake, yê Xirab tê t’oximê dilê wîda çandî dir’evîne. Eva ew in ku devê r’ê hatine çandinê.

[20] Ewêd li e’rdê kevirî hatine çandinê ew in, ku çaxê xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa qebûl dikin.

[21] Lê r’aw ku nava wanda t’unene, dirêj t’aw nakin. Gava bona xeberê r’astî tengasîya yan zêrandinê tên, ew zû ji r’ê dik’evin.

[22] Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.

[23] Lê ewêd li nava e’rdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, fe’m dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî».

[24] Îsa meseleke din jî wanar’a pêşda anî û got: «P’adşatîya E’zmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav e’rdê xweda t’oximê qenc çand.

[25] Gava h’emû r’azayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû.

[26] Gava genim gihîşt berê xwe da, hingê zîwan jî pêr’a k’ifş bûn.

[27] Xulamêd xweyê e’rdê nêzîkî wî bûn û gotinê: ‹Axayê me! Te nava e’rdê xweda t’oximê qenc neçand? Lê ev zîwan ji k’u hatin?›

[28] Ewî li wan veger’and û got: ‹Dijminekî ev tişt kirîye›. Xulama jî gote wî: ‹Niha tu qayl î ku em her’in wan r’akin?›

[29] Ewî got: ‹Na, nebe çaxê hûn zîwanê r’akin, gênim jî pêr’a derxin.

[30] Bihêlin bira her du jî hevr’a bigihîjin h’eta r’oja nandirûnê. R’oja nandirûnê ezê p’alar’a bêjim, pêşîyê zîwanê biçinin, gur’z-gur’z girêdin bona şewatê, lê gênim bikine e’mbara min›».

[31] Meseleke din jî wanar’a pêşda anî û got: «P’adşatîya E’zmana mîna vê yekê ye: Merivekî h’ebeke t’oximê xerdalê hilda, nav e’rdê xweda çand.

[32] Ew ji h’emû t’oxima hûrtir e, lê gava digihîje, ji h’emû p’incar’a mestir dibe û dibe dar, usa ku teyredêd e’zmên tên hêlînêd xwe ser ç’iqilêd wê çêdikin».

[33] Îsa meseleke din jî wanar’a got: «P’adşatîya E’zmana mîna hevîrtir’şk e, ku k’ulfetekê hilda, nava sê kod arda stira, h’eta ku h’emû hilat».

[34] Îsa ev h’emû tişt bi mesela e’laletêr’a gotin û bê mesele t’u tişt wanar’a nedigot.

[35] Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê p’êxember bê sêrî: «Ezê bi mesela wanr’a xeber dim, tiştêd ji wextê e’firandina dinyayêda veşartî gilî kim» .

[36] Hingê Îsa e’lalet hişt, hate mal. Şagirtêd Wî hatine cem Wî û gotinê: «Mesela genim û zîwanê mer’a şiroveke».

[37] Ewî li wan veger’and û got: «Ewê ku t’oximê qenc çand, Kur’ê Mêriv e.

[38] E’rd dinya ye, t’oximê qenc jî merivêd p’ara P’adşatîyê ne, lê zîwan merivêd p’ara yê Xirab in.

[39] Dijminê ku ew çand, mîrêcin e. Nandirûn axirîya dinyayê ye, p’ale jî milyak’et in.

[40] Û çawa ku zîwanê t’op dikin dişewitînin, axirîya vê dinyayê jî wê usa be.

[41] Kur’ê Mêriv wê milyak’etêd Xwe bişîne û ewê ji P’adşatîya Wî h’emûyêd ku merîya ji r’ê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin

[42] û bavêjine k’ûra agir. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka dirana.

[43] Hingê merivêd r’ast wê P’adşatîya Bavê xweda mîna te’vê şewq bidin. Guhê k’ê heye bira bibihê!

[44] P’adşatîya E’zmana mîna vê yekê ye: E’rdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe h’emû hebûka xwe difiroşe û wî e’rdî dik’ir’e.

[45] Dîsa P’adşatîya E’zmana mîna vê yekê ye: Merivekî bazirganî dur’êd r’ind diger’e.

[46] Gava dur’ekî p’ir’ qîmet dibîne, diçe h’emû hebûka xwe difiroşe û wî dur’î dik’ir’e.

[47] Dîsa P’adşatîya E’zmana mîna vê yekê ye: T’or’ek tê avîtinê nava be’rê û h’emû cûr’e me’sî dik’evinê.

[48] Gava t’or’ t’ijî dibe, dik’işînine devê be’rê û r’ûdinîn me’sîyêd kêr dibijêrin dikine derdana, lê yêd bêkêr wêda davêjin.

[49] Axirîya dinyayê jî wê usa be. Milyak’etê derk’evin xiraba ji nav qenca bibijêrin

[50] û bavêjine k’ûra agir. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka dirana».

[51] Îsa ji wan pirsî: «We ev h’emû tişt fe’m kirin?» Wana jêr’a got: «Belê».

[52] Ewî jî wanar’a got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku P’adşatîya E’zmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilk’ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe».

[53] Gava Îsa ev mesele xilaz kirin, ji wir çû

[54] hate cî-misk’enê Xwe, k’inîşta wanda ew hîn dikirin. Ew jî zendegirtî diman û digotin: «Ev serwaxtî û qewata k’eremeta ji k’u gihîştîyê?

[55] Ne Ev kur’ê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimh’ûn û Cihûda birêd Wî ne?

[56] Ne h’emû xûşkêd Wî cem me ne? Ev h’emû tişt ji k’u gihîştine Wî?»

[57] Bi vî awayî ew ji Wî çûn, lê Îsa wanar’a got: «P’êxember t’u cîyî ne bêqedir e, pêştirî mala xwe û cî-misk’enê xweda».

[58] Ewî li wê derê gelek k’eremet nekirin, çimkî bawerîya wan t’unebû.

Metta — Chapters