Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:03

[1] Hingê Hêrodesê serwêrê Celîlê bona Îsa bihîst,

[2] xulamêd xwer’a got: «Eva Yûh’ennayê nixumdar e ji nav mirîya r’abûye. Lema jî pê wî k’eremet têne kirinê».

[3] Çimkî Hêrodes Yûh’enna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, r’ûyê Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xweda.

[4] Çimkî Yûh’enna Hêrodesr’a çend cara gotibû: «Ne r’ast e ku tu Hêrodîyayê bistînî».

[5] Û Hêrodes jî dixwest ew bikuşta, lê ji cime’tê ditirsîya, çimkî cime’tê Yûh’enna çawa p’êxember qebûl dikir.

[6] Gava r’oja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodîyayê şayîyêda bona wan r’eqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat.

[7] Ewî sond xwar û gote qîzikê: «Tu çi bixwazî ezê bidime te».

[8] Qîzik jî ji dîya xwe hatibû şîretkirinê û gotê: «K’a li vir, ser sinîyê serê Yûh’ennayê nixumdar bide min».

[9] P’adşa ber xwe k’et, lê çimkî li ber t’eglîfkirîya sond xwaribû, e’mir kir ku xwestina wê bê dayînê.

[10] Ewî şand kelêda serê Yûh’enna da lêxistinê

[11] û serê wî li ser sinîyê anîn dane keç’ikê. Keç’ikê jî dîya xwer’a bir.

[12] Hingê şagirtêd wî hatin cinyazê wî hildan û ew defin kirin. Paşê çûn Îsar’a gotin.

[13] Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê t’enê çû cîkî xewle. Lê gava e’laletê bihîst, ji bajara peya pey Wî çûn.

[14] Çaxê Îsa ji qeyikê derk’et û e’laleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat û nexweşêd wan qenc kirin.

[15] Berê êvarê şagirtêd Wî hatine cem û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye, îdî dereng e. Îzina e’laletê bide ku her’ine gunda xwer’a xurek bik’ir’in».

[16] Lê Îsa wanar’a got: «Ne h’ewce ye ku ew her’in. Hûn xurek bidine wan».

[17] Wana lê veger’and û gotinê: «Li vir pêştirî pênc nan û du me’sîya tiştekî meyî mayîn t’une».

[18] Ewî wanar’a got: «Wan nan û me’sîya bînine cem Min».

[19] Îsa e’mir kir ku e’lalet li ser şînayîyê r’ûnên. Ewî her pênc nan û her du me’sî hildan, berê Xwe e’zmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da e’laletê.

[20] H’emûya jî xwar t’êr bûn û donzdeh sele jî t’ijî hûrikêd bermayî berev kirin.

[21] Ewêd ku xwarin, pêştirî jin û zar’a weke pênc h’ezar mêrî bûn.

[22] Pêr’a-pêr’a Îsa p’êyî ser şagirta kir, ku bik’evine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê bin, h’eta ku Xwexa e’laletê ver’êke.

[23] Çaxê Ewî e’lalet ver’êkir, t’enê r’abû çû serê ç’îyê, ku dua bike. Gava r’o çû ava, Ew li wira t’enê bû,

[24] lê qeyik îdî ji devê golê dûr k’etibû û nava pêlada bû, çimkî ba miqabilî wê bû.

[25] Qereberbangê Îsa ser golêr’a peya diçû nêzîkî wan dibû.

[26] Lê gava şagirta dît ku Ew ser golêr’a peya diçe, bizdîyan û gotine hev: «Ev xeyal e!» Û wana ji tirsa kire qîr’în.

[27] Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!»

[28] Petrûs lê veger’and û gotê: «Xudan, heger Tu yî, e’mir ke ku ez ser avêr’a bême cem Te».

[29] Îsa gotê: «Were!» Petrûs ji qeyikê peya bû, ser avêr’a çû, ku her’e cem Îsa.

[30] Lê çaxê ewî bayê qayîm dît tirsîya û îdî wê nuq bûya, kire qîr’în: «Xudan, min xilaz ke!»

[31] Wê demê Îsa destê Xwe dirêjî wî kir, ew girt û jêr’a got: «Kêmbawero! Çima tu dudilî bûyî?»

[32] Çaxê k’etine qeyikê, ba sekinî.

[33] Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «R’astî Tu Kur’ê Xwedê yî».

[34] Gava ew derbazî wî berî golê bûn, li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê.

[35] Binelîyêd wir Ew nas kirin, şandin t’emamîya dor-bera, h’emû nexweş anîne cem Wî.

[36] Wana hîvî jê dikir ku t’enê r’îşîyêd k’incê Wî k’evin. Û h’emûyêd ku lê dik’etin ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn.

Metta — Chapters