Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 7:24

[1] Gava Îsa ji p’aristgehê derk’et çû, şagirt çûne cem Wî, ku avayîyêd p’aristgehê nîşanî Wî kin.

[2] Îsa wanr’a got: «Hûn van h’emûya dibînin? Ez r’ast wer’a dibêjim, ev h’emûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir qet nemîne!»

[3] Çaxê Ew ser ç’îyayê Zeyt’ûnê r’ûniştibû, şagirtêd Wî t’enê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê k’engê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?»

[4] Îsa caba wan da û got: «Haş ji xwe hebin, ku t’u kes we nexapîne,

[5] çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin.

[6] Hûnê dengê şer’a û be’sa şer’a bibihên, lê haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye.

[7] Miletê r’abe li ser milet, p’adşatî li ser p’adşatîyê, cî-cîya wê xelayî-celayê û e’rdh’ejê bibin.

[8] Lê ev h’emû mîna êşa k’ulfetê ye, ku destpêdike pê digire.

[9] Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber ç’e’vê h’emû mileta r’eş bin.

[10] Hingê gelekê ji r’ê bik’evin, nemamîya hevdu bikin û ber ç’e’vê hev bik’evin.

[11] Gelek p’êxemberêd derew wê derk’evin û geleka bixalifînin.

[12] Ji dest zêdebûna neheqîyê h’izkirina geleka wê sar be.

[13] Lê k’î ku h’eta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.

[14] Û ev Mizgînîya P’adşatîyê wê li nav t’emamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku h’emû miletar’a bibe şe’detî û hingê xilazî wê bê.

[15] Çaxê hûn ‹h’eramîya wêrankirinê› cîyê pîrozda sekinî bibînin, çawa ku Danîyêl p’êxember got», (ewê ku dixûne bira fe’m bike),

[16] «hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira bir’evine ç’îya.

[17] Ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê ku ji mala xwe tiştekî hilde.

[18] Û ewê ku k’ewşênda ye bira veneger’e ku p’otê xwe hilde.

[19] Lê wey li h’emla û destdergûşa wan r’ojada!

[20] Dua bikin, ku r’eva we nek’eve zivistanê, yan jî r’oja şemîyê.

[21] Çimkî hingê tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê h’eta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe.

[22] Heger ew r’oj kin nebûna, t’u kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartîya ew r’ojê kin bin.

[23] Hingê, heger yek wer’a bêje: ‹Va ye Mesîh›, yan jî ‹Wa ye›, bawer nekin.

[24] Çimkî mesîh û p’êxemberêd derew wê derên, nîşan û k’eremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.

[25] Va ye Min pêşda wer’a got.

[26] Heger ewana wer’a bêjin: ‹Wa ye Mesîh ber’îyêda ye›, dernek’evin, yan: ‹Va ye Ew filan odêda ye›, bawer nekin.

[27] Çimkî çawa birûsk ji r’ohilatê birq dide û h’eta r’oavayê xuya dibe, wê hatina Kur’ê Mêriv jî usa be.

[28] Beret’e k’îderê hebe, teyrê jî li wir bicivin.

[29] Li pey tengasîya wan r’ojar’a, r’ûyê r’oyê wê bê girtinê û hîvê jî r’onaya xwe nede, steyrkê ji e’zmên bik’evin û t’opêd e’zmana wê ji r’îyêd xwe derên .

[30] Hingê nîşana Kur’ê Mêriv wê li e’zmên xuya be û h’emû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kur’ê Mêriv li ser e’wrêd e’zmên bi qewat û r’ûmeta mezin tê .

[31] Ewê milyak’etêd Xwe bi bor’îya dengê bilind bişîne û wê bijartîyêd Wî ji her çar qulba berev kin, ji p’er’ekî e’zmana h’eta p’er’ê din.

[32] Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin. Çaxê ç’iqilêd wê ter’ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e.

[33] Usa jî gava hûn van h’emû tişta bibînin, bizanibin ku ev tişt nêzîk e, li ber şêmîkê ye.

[34] Ez r’ast wer’a dibêjim, eva nisila derbaz nabe, h’eta ku ev h’emû tişt neqewimin.

[35] E’rd û e’zmanê derbaz bin, lê gotinêd Min t’u car derbaz nabin.

[36] Lê bona wê r’ojê û wê sih’etê t’u kes nizane, ne milyak’etêd e’zmana, ne jî Kur’ , lê t’enê Bav.

[37] Çawa ku r’ojêd Nuhda qewimî, hatina Kur’ê Mêriv jî wê usa biqewime.

[38] Çawa ku wan r’ojêd berî lêyîyê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, h’eta wê r’oja ku Nuh k’ete gemîyê

[39] û meriv pê neh’esîyan, h’eta ku lêyî r’abû û h’emû jî xeniqandin. Hatina Kur’ê Mêriv jî wê usa be.

[40] Hingê du meriv wê nav e’rdê xweda bin, yekê bê hildanê û yê dinê bê hiştinê.

[41] Û du k’ulfetê ser destar’ekî bin, yekê bê hildanê, ya din bê hiştinê.

[42] Awa h’işyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê k’îjan r’ojê bê.

[43] Lê vê yekê bizanibin. Heger xweyê malê bizanibûya ku dizê k’îjan dema şevê bihata, wê h’işyar bima û nehişta ku mala wî derevekira.

[44] Bona vê yekê hûn jî hazir bin, çimkî Kur’ê Mêriv wê sih’eteke usada bê, ku hûn ne ç’e’vnihêr’î ne.

[45] Awa k’î ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr k’ifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?

[46] Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne.

[47] Ez r’ast wer’a dibêjim, ewê wî bike serwêrê t’emamîya hebûka xwe.

[48] Lê heger xulamê xirab dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî êxist›

[49] û destpêke li xulam-hevalêd xwe xe û t’evî yêd serxweş bixwe û vexwe,

[50] axayê wî xulamî wê r’ojeke usa bê, ku ew ne hîvîyê ye û sih’eteke usa, ku ew nizane.

[51] Ewê wî qet-qetî ke û p’ara wî wê t’evî dur’ûya ke. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka dirana.

Metta — Chapters