[1] Çaxê ku Îsa ew xeber ser hevda anîn, ji Celîlê derk’et hate sînorê Cihûstanê, wî alî ç’emê Ûrdunê.
[2] Gelek e’lalet li pey Wî çûn û Ewî li wê derê ew qenc kirin.
[3] Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û bona cêr’ibandinê jê pirsîn: «Gelo li gora Qanûnê r’ast e, ku bona her me’nîkê mêr jina xwe ber’de?»
[4] Ewî caba wan da û got: «We ne xwendîye, serê sêrîda E’firandar ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin?›
[5] û got: ‹Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek› .
[6] Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Bona vê yekê ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne».
[7] Wana jêr’a got: «Lê çima Mûsa t’emî kir, ku mêr k’axaza jinber’danê bide jinê û wê ber’de?»
[8] Ewî li wan veger’and û got: «Mûsa ji dest serh’işkîya we îzin da we ku hûn jinêd xwe ber’din. Lê serîda ne usa bû.
[9] Ez wer’a dibêjim, k’î ku bê sebebîya qavîyê jina xwe ber’de û yeke din bistîne, ew zinêk’arîyê dike ».
[10] Şagirtêd Wî jêr’a gotin: «Heger nav jin û mêrda tiştekî aha heye, hê qenc e wekî qet nezewicin».
[11] Îsa wanr’a got: «Her kesîr’a ev yek dest nade, lê t’enê wanr’a k’îjanar’a hatîye dayînê.
[12] Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakîyêda usa bûne û nemêr jî hene, ku ji destê meriva bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona P’adşatîya E’zmana wana xwe nemêr kirin. K’êr’a ev yek dest dide, bira usa jî bike».
[13] Hingê zar’ok anîne cem Îsa, ku destêd Xwe dayne ser wan û dua li wan bike. Lê şagirtêd Wî li yêd danîn hilatin.
[14] Îsa got: «Bira ew zar’ok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî P’adşatîya E’zmana p’ara yêd usa ye».
[15] Û Îsa destêd Xwe danîne ser wan û ji wir çû.
[16] Hingê yek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Ez çi qencîyê bikim, wekî jîyîna h’eta-h’etayê war bim?»
[17] Ewî jêr’a got: «Tu çima bona qencîyê ji Min dipirsî? T’enê Yekî qenc heye. Lê heger tu dixwazî, bik’evî jîyîna h’eta-h’etayê, t’emîyêd Xwedê xwey ke».
[18] Ewî ji Îsa pirsî: «K’îjan in?» Îsa gotê: «Nekuje, zinêk’arîyê neke, nedize, şe’detîya derew nede,
[19] qedirê dê û bavê xwe bigire û hevalê xwe weke xwe h’iz bike ».
[20] Xort jêr’a got: «Min ev h’emû xweyî kirine. Îdî çi kêmasîya min heye?»
[21] Îsa gotê: «Heger tu dixwazî k’amil bî, her’e hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li e’zmana hebe. Û pey min were».
[22] Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe k’et û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.
[23] Hingê Îsa gote şagirtêd Xwe: «Ez r’ast wer’a dibêjim, dewletîyar’a ze’met e ku bik’evine P’adşatîya E’zmana.
[24] Ez dîsa wer’a dibêjim, deve wê qula derzîyêr’a hê r’ih’et derbaz be, ne ku dewletî bik’eve P’adşatîya Xwedê».
[25] Gava şagirta ev yek bihîst, gelekî e’cêbmayî man û gotin: «Îdî k’î dikare xilaz be?»
[26] Îsa li wan nihêr’î û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê Xwedê her tiştî dikare bike».
[27] Wê gavê Petrûs lê veger’and û gotê: «Awa me h’emû tişt hiştîye û pey te hatine, lê axirîya me wê çawa be?»
[28] Îsa gote wan: «Ez r’ast wer’a dibêjim, gava Kur’ê Mêriv Dinya Nûda li ser t’extê Xweyî r’ûmet r’ûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh k’ursîya r’ûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.
[29] Û h’emûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe , yan zar’êd xwe, yan e’rdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna h’eta-h’etayê jî war be.
[30] Lê gelekêd pêş wê bibine paş û yêd paş wê bibine pêş».