Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 4:22

[1] Hingê R’uh’ Îsa bire ber’îyê, ku ji Mîrêcin bê cêr’ibandinê.

[2] Ewî çil r’oj û çil şevî r’ojî girt, peyr’a bir’çî bû.

[3] Yê ku dicêr’ibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kur’ê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».

[4] Lê Îsa lê veger’and û gotê: «Nivîsar e: ‹Însan t’enê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdik’eve› ».

[5] Hingê mîrêcin Ew bire Bajarê Pîroz, ser bilindcîya banê p’aristgehê da sekinandinê

[6] û gote Wî: «Heger Tu Kur’ê Xwedê yî, de Xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê t’emîya Te bide milyak’etêd Xwe û wê Te ser destê Xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nek’eve› ».

[7] Îsa gotê: «Ev jî nivîsar e: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêr’ibîne› ».

[8] Hingê mîrêcin Ew bir r’akire ser ç’îyakî gelekî bilind û h’emû p’adşatîyêd dinyayê, r’ewşa wanva nîşanî Wî dan

[9] û gote Wî: «Heger Tu dever’ûya bêyî, serê Xwe li ber min daynî, ezê van h’emûya bidime Te».

[10] Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min her’e, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û t’enê Wîr’a xulamtîyê bike!› »

[11] Wî çaxî mîrêcin Ew hişt çû û va milyak’et hatin jêr’a berdestî kirin.

[12] Gava Îsa bihîst, wekî Yûh’enna hate girtinê, Ew r’abû çû Celîlê.

[13] Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Neftelîyê cî-war bû.

[14] Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya p’êxember bê sêrî:

[15] «Welatê Zebûlonê û welatê Neftelîyê, li ser r’îya berbi golê, wî alîyê Ûrdunê, Celîla necihûya,

[16] ew cime’ta ku nav te’rîstanîyêda r’ûniştibû, r’onayîke mezin dît û ewêd ku li welat û sîya mirinêda r’ûniştibûn, r’onayî ji wanar’a derk’et».

[17] Ji hingêva Îsa dest bi dannasînîyê kir û got: «Ji gunekirinê veger’in, çimkî P’adşatîya E’zmana nêzîk bûye».

[18] Çaxê Îsa li devê gola Celîlê diger’îya, r’astî du bira hat, Şimh’ûnê ku jêr’a Petrûs dihate gotinê û Endrawisê birê wî. Wana t’or’ davîte golê, çimkî me’sîgir bûn.

[19] Îsa wanar’a got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêç’îrvanêd meriva».

[20] Wana jî hema wê demê t’or’êd xwe hiştin û pey Wî çûn.

[21] Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, r’astî du birêd din jî hat, Aqûbê Zebedî û Yûh’ennayê birê wî. Wana t’evî bavê xwe, Zebedî qeyikêda t’or’êd xwe hîvêz dikirin. Îsa gazî wan jî kir.

[22] Wana jî hema wê demê qeyik û bavê xwe hiştin û pey Wî çûn.

[23] Îsa li t’emamîya Celîlê diger’îya, k’inîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya P’adşatîyê dida û her cûr’e êş û nexweşî jî ku nav cime’têda hebûn qenc dikirin.

[24] Nav-dengê Wî li t’emamîya Sûryayê bela bû, cime’tê her cûr’e merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûr’e-cûr’e êş û cefada bûn: Yêd cinak’etî, hîvk’etî, şilûşe’t û Ewî ew h’emû jî qenc kirin.

[25] Gelek e’lalet jî ji Celîlê, ji qeza Dêkapolîsê , ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji wî alîyê Ûrdunêyî r’ohilatê pey Wî diçûn.

Metta — Chapters