Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:49

[1] Hingê fêrisî û qanûnzanêd Orşelîmê hatine cem Îsa û gotinê:

[2] «Çima şagirtêd Te pey r’aw-r’izimêd kal û bava naçin? Destneşûştî nan dixwin».

[3] Ewî li wan veger’and û got: «Lê hûn çima bona r’aw-r’izimêd xwe pey t’emîyê Xwedê naçin?

[4] Çimkî Xwedê got: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire› û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwer’a bêje gerekê bê kuştinê› .

[5] Lê hûn dibêjin: ‹Ewê ku dîya xwer’a yan bavê xwer’a bêje: Ew alîk’arîya ku gerekê ji min bigihîje te ew Xwedêr’a tê dayînê,

[6] îdî ji wî nak’eve ku ew qedirê dê û bavê xwe bigire›. Bi vî awayî bona xatirê r’aw-r’izimêd xwe hûn xebera Xwedê dikine xwelî.

[7] Dur’ûno! Îşaya bona we r’ast p’êxembertî kirîye û gotîye:

[8] ‹Eva cime’ta bi zarê xwe qedirê Min digire, lê dilê wan ji Min dûr e.

[9] Badîhewa Min dih’ebînin, t’emîyêd meriva çawa qanûnêd Min cime’tê hîn dikin› ».

[10] Hingê Îsa e’lalet gazî cem Xwe kir û gote wan: «Bibihên û fe’m bikin!

[11] Ne ku tiştê diçe dêv, ew meriva dih’er’imîne, lê çi ku ji dêv dertê, ew meriva dih’er’imîne».

[12] Hingê şagirtêd Wî hatin û gotine Wî: «Tu zanî gava fêrisîya ev xeber bihîst, dilê wan ma?»

[13] Ewî li wan veger’and û got: «Her dara ku Bavê Minî E’zmana daneç’ikandîye, wê ji k’okêva bê r’akirinê.

[14] Ji wan veger’in! Ewe kor in û r’êberê kora ne. Heger kor r’êberîyê kora bike, her duyê jî bik’evine ç’e’lê».

[15] Petrûs lê veger’and û gotê: «Vê meselê mer’a şiroveke».

[16] Îsa got: «Hûn jî hela hê fe’m nakin?

[17] Çima hûn fe’m nakin, çi ku diçe dêv, derbazî nav-dil dibe û derdik’eve derva?

[18] Lê ew tiştêd ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên û hema ev in ku mêriv dih’er’imînin.

[19] Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêk’arî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên.

[20] Ev in ku meriva dih’er’imînin, lê destneşûştî nanxwarin meriva nah’er’imîne».

[21] Îsa r’abû ji wê derê çû alîyê Sûr û Saydê.

[22] Û va k’ulfeteke kenanî ji wan dera hat, kire gazî û gote Wî: «Xudan, Kur’ê Dawid, min were r’e’mê. Qîza min cina dik’eve, gelekî cefê dibîne».

[23] Lê Ewî caba wê neda. Şagirtêd Wî nêzîkî Wî bûn hîvî jê kirin û gotin: «Tiştekî bêje vê, bira dûrî me k’eve, çimkî pey me k’etîye dike qar’e-qar’».

[24] Ewî cab da û got: «Ez t’enê bona pezêd mala Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê».

[25] Lê ew k’ulfeta hat xwe avîte nigê Wî û gotê: «Xudan, alî min bike!»

[26] Ewî li wê veger’and û gotê: «Ev ne r’ast e, wekî nanê ber zar’a hildin û bavêjine ber sa».

[27] Ewê jî got: «Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ku ji sifra xweyê wan dik’evine e’rdê dixwin?»

[28] Wî çaxî Îsa lê veger’and û gotê: «E’vdê, bawerîya te mezin e. Bira anegorî xwestina te ter’a be». Hema ji wê demê qîza wê qenc bû.

[29] Îsa ji wir çû ber gola Celîlê, r’abû serê ç’îyê r’ûnişt.

[30] E’laleteke giran hate cem Wî, ku t’evî xwe gelek seqet, kor, lal, şilûşe’t û nexweşêd mayîn anîbûn û avîtine ber p’îyêd Îsa. Ewî jî ew qenc kirin.

[31] Gava e’laletê dît ku lala xeber dan, şilûşe’t qenc bûn, seqet ger’îyan û ç’e’vê kora vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedêyê Îsraêlê dan.

[32] Îsa gazî şagirtêd Xwe kir û got: «Gunê Min vê e’laletê tê. Eva sê r’oj e t’evî Min e û tiştekî wanî xwarinê t’une. Ez naxwazim wan bir’çî ver’êkim ku r’êva dilê wan xweva her’e».

[33] Şagirtêd Wî jêr’a gotin: «Li vê ber’îyê emê ji k’u haqas nan bînin, wekî evê e’laleta giran t’êr kin?»

[34] Îsa wanar’a got: «Çend nanê we hene?» Wana got: «H’eft nan û çend me’sîyêd hûr».

[35] Îsa e’mir kir ku e’lalet ser e’rdê r’ûnê.

[36] Ewî her h’eft nan û ew me’sî hildan şikirî da û kerkirin. Paşê dane şagirta, şagirta jî dane e’laletê.

[37] H’emûya jî t’êr xwar û h’eft zembîl jî t’ijî hûrikêd bermayî berev kirin.

[38] Ewêd ku xwarin, pêştirî jin û zar’a, weke çar h’ezar mêrî bûn.

[39] Paşê Ewî e’lalet ver’êkir, k’ete qeyikekê û hate sînorê Megedanê.

Metta — Chapters