Skip to content
Opens in a new window

Korint’î I 16

Listen to this chapter • 3:32

[1] Lê niha derheqa k’omekt’opkirina bona cime’ta Xwedê, min çawa t’emî da civînêd Galatyayê, hûn jî usa bikin:

[2] Her yekşem, destê ji we her kesîva çiqas tê, bira tiştekî destê xwer’a paş xe, nebe ku gava ez bêm, hingê bê t’opkirinê.

[3] Û gava ez bêm, hûn jî r’ê k’îjanar’a dibînin, ezê pê destê wan, bi nivîsar p’êşk’êşêd we bişînime Orşelîmê.

[4] Û heger minr’a jî bik’eve, ku ez her’im, îdî ewê t’evî min bên.

[5] Pey çûyîna qeza Mekedonyayêr’a, ezê serîkî li we xim, çimkî ezê Mekedonyayêr’a derbaz bim.

[6] Dibe ku li cem we bimînim, yan jî zivistana xwe wir derbaz kim û hingê hûn dikarin min ver’êkin, ez k’uda ku her’im.

[7] Çimkî ez niha naxwazim ku we ser r’îya xwe bibînim her’im, lê ez guman im ku xêlekê cem we bimînim, heger Xudan h’iz bike.

[8] Lê niha ezê h’eta R’oja Pêncîye h’esab, li Efesê bimînim,

[9] çimkî dergehekî xêrêyî mezin li ber min vebûye û peyk’etîyêd min gelek in.

[10] Heger Tîmot’êyo bê cem we, usa bikin ku ew ji we venek’işe, çimkî ew jî bona Xudan dixebite, çawa ez.

[11] Usa bira tu kes wî bêqedir neke. Wî bi xêr-silamet ver’êkin, wekî bê cem min, çimkî ez hîvîya wî û birayêd t’evî wî me.

[12] Lê derheqa Apoloyê birada, min gelekî lava jê kir, ku t’evî bira ser weda bihata, lê nêta wî hatinê niha qet t’unebû, lê wê bê, gava mecal bik’evê.

[13] H’işyar bimînin, bawerîyêda h’îmgirtî bin, e’gît bin, bişidin,

[14] bira her kirinêd we bi h’izkirinê bin.

[15] Niha hûn zanin ku Stêfanas mala xweva bawermendêd qeza Axayayêye pêşin e û wan xwe dane xizmetk’arîya cime’ta Xwedê. Îdî ez hîvî ji we dikim xûşk-birano,

[16] ku hûn gur’a yêd usada bin, usa jî gur’a wan h’emûyada, yêd ku t’evî şixulê vê xebatê dibin.

[17] Ez bona hatina Stêfanas, Fortûnato û Axayîko şa me, barê dilê minda wana dewsa we girt,

[18] bi wê yekê dilê min û we jî r’ih’et kirin. Qedirê yêd usa bigirin.

[19] Civînêd qeza Asyayêda li we silav dikin. Akîla û Priskîla t’evî civîna mala xweda gelekî yektîya Xudanda li we silav dikin.

[20] H’emû xûşk-birayêd vir li we silav dikin. Bi r’amûsana şîrê h’elal li hevdu silav kin.

[21] Ev silav, bi destnivîsara min Pawlos e.

[22] Heger yek Xudan h’iz nake, bira nifir’ li wî be. «Maranat’a ».

[23] K’erema Xudan Îsa li we be.

[24] Ez we p’ara Mesîh Îsa k’etîya h’iz dikim.

Korint’î I — Chapters