[1] Ç’e’v bidine min, çawa ez jî ç’e’v didime Mesîh .
[2] Ez p’eyê we didim, wekî hûn h’emû derecada min bîr tînin û ew r’aw-r’izimêd ku min dane we pêk tînin.
[3] Lê ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye.
[4] Her mêrê ku sernixamtî dua yan p’êxembertîyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike.
[5] Û her k’ulfeta ku serqot dua yan p’êxembertîyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. Ew dibe mîna yeke p’or’kur’kirî.
[6] Awa gotî, heger k’ulfet serê xwe nenixême, bira p’or’ê xwe jî bibir’e. Lê heger k’ulfetêr’a e’yb e, ku p’or’ê xwe bibir’e yan bide ber dûzan, ku usa ye bira serê xwe binixême.
[7] Ne cayîz e mêr serê xwe binixême, çimkî ew sûret û r’ûmeta Xwedê ye, lê jin r’ûmeta mêr e.
[8] (Çimkî ne ku mêr ji jinê ye, lê jin ji mêr e
[9] û mêr bona jinê nexuliqî, lê jin bona mêr.)
[10] Bona vê yekê gerekê k’ulfet serê xwe binixême, çawa nîşana bin h’ukumda, bona milyak’etêd ku dibînin .
[11] Lê belê yektîya Xudanda ne jin bê mêr dibe, ne jî mêr bê jin.
[12] Çimkî çawa jin ji mêr e, usa jî mêr ji jinê ye, lê h’emû jî ji Xwedê ne.
[13] Hûn xwexa bidine ber h’işa, gelo ji k’ulfetê dik’eve, wekî serqot ber Xwedê dua bike?
[14] Ne t’ebîyet jî we hîn dike, ku p’or’ê dirêj r’ewşa mêr davêje?
[15] Lê r’ewşa jinê p’or’ê dirêj e, çimkî ew p’or’ jêr’a bona nixamtinê hatîye dayînê.
[16] Lê heger yek bixwaze vê yekêr’a bik’eve de’wê, e’detekî meyî din t’une û ne jî yê civînêd Xwedê.
[17] Lê vê t’emîyêda ez p’eyê we nadim, çimkî gava hûn dicivin, ew nabe k’ara we, lê zîyana we.
[18] Berî her tiştî, ez dibihêm, gava ku hûn dicivine civînê, nava weda dibe dutîretî û kêm-zêde ez bawer dikim.
[19] Belê, e’seyî dutîretî wê bik’eve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare k’ifş bin.
[20] Awa hûn ku dicivine cîkî, eva nabe şîva Xudan ku hûn dixwin,
[21] çimkî gava her yek ji we dixwe, h’ece-h’eca wî ye ser şîvê dik’eve. Yek bir’çî dimîne û yê din k’êfxweş dibe.
[22] Çima malêd we t’unene, ku hûn wanda bixwin û vexwin? Yan çima civîna Xwedê bêhurmet dikin û desttenga didine şermê? Ez çi wer’a bêjim? P’eyê we bidim bona vê yekê? Ez vê yekê nikarim!
[23] Min ev yek ji Xudan stand û da we, ku Xudan Îsa wê şeva ku hate nemamkirinê, nan hilda
[24] şikirî da, kerkir û got: «Eva bedena Min e bona we. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».
[25] Usa jî k’as pey şîvêr’a hilda û got: «Eva k’asa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî. Vê yekê bona bîranîna Min bikin, çi car gava hûn jê vexwin».
[26] Her car, gava hûn vî nanî bixwin û ji vê k’asê vexwin, mirina Xudan bikine dengî, h’eta hatina Wî.
[27] Awa k’î bi nelayîqî nanê Xudan bixwe yan k’asa Wî vexwe, wê deyndarê beden û xûna Wî be.
[28] Lema bira meriv pêşîyê dilê xwe binihêr’e û paşê ji wî nanî bixwe û ji wê k’asê vexwe.
[29] Çimkî k’î bixwe û vexwe û fe’mîna bedena Xudan nizanibe, ew dîwana xwe dixwe û vedixwe.
[30] Lema jî nava weda gelek nexweş û xweyîzede hene û hinek jî mirine.
[31] Lê heger me dîwana xwe bikira, dîwana meyê nehata kirinê,
[32] lê gava dîwana me bibe, em ji Xudan têne şîretkirinê, wekî dîwana me t’evî dinyayê nebe.
[33] Awa xûşk-birayêd min, gava bona şîva Xudan bicivin, hîvîya hevdu bisekinin.
[34] Lê heger yek bir’çî ye, bira mala xweda bixwe, ku nebe, gava hûn bicivin, dîwanê ser xweda bînin. Bona pirsêd mayîn, gava bêm ezê hingê safî kim.