[1] Lê min xûşk-birano, nikaribû t’evî we xeber da çawa t’evî yêd xweyî-R’uh’ê Xwedê, lê çawa t’evî bendêd vê dinê, çawa t’evî xişîmêd bawerîya Mesîhda.
[2] Min şîr da we, lê ne ku xwarina giran, çimkî we hê nikaribû bixwara. Û hûn niha jî nikarin bixwin,
[3] çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. H’eta ku nava weda h’evsûdî û hevr’ik’î hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?
[4] Mesele ku gava yek dibêje: «Ez Pawlosî me» û yê din: «Ez Apoloyî me», hûn ne mîna bendêd vê dinê ne?
[5] Îdî k’î ye Apolo? K’î ye Pawlos? Ew qulixk’arêd Xwedê ne, bi k’îjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.
[6] Min daç’ikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand .
[7] Awa ne yê daç’ikand tiştek e, ne jî yê avda, lê yê gîhand, ku Xwedê ye.
[8] Yê daç’ikand û yê avda yek in û her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe.
[9] Çimkî em t’evayî bona Xwedê dixebitin, hûn jî zevîya Xwedê ne, avayîyê Xwedê ne.
[10] Min jî weke wê k’erema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt h’îm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê t’enê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.
[11] Çimkî h’îmekî din kesek nikare bavêje, pêştirî yê avîtî, ku Îsa Mesîh e.
[12] Li ser vî h’îmî yek dikare bi zêr’, zîv, kevirêd qîmet, dar, gîhê, yan kayê çêke,
[13] lê bi çi tiştî jî çêke, şixulê her kesî wê e’yan be, çimkî ew R’oj wê bide k’ifşê, ewê bi êgir e’yan be û kirê her kesî çi h’alîda be, agirê bicêr’ibîne.
[14] Heger şixulê yekî ser vî h’îmê çêkirî bimîne, ewê heq bistîne,
[15] lê heger şixulê yekî bişewite, ewê zîyanê bik’işîne, lê xwexa wê xilaz be, çawa yekî nava êgirr’a derbazbûyî.
[16] Çima hûn nizanin ku hûn p’aristgeha Xwedê ne û R’uh’ê Xwedê nava weda dimîne?
[17] Heger yek p’aristgeha Xwedê wêran ke, Xwedê jî wê wî wêran ke, çimkî p’aristgeha Xwedê pîroz e û hûn in ew p’aristgeh.
[18] Bira t’u kes xwe nexapîne. Heger yek ji we li gora qeydêd vê dinyayê xwe serwaxt dibîne, bira bibe bêh’iş, wekî bibe serwaxt.
[19] Çimkî serwaxtîya vê dinyayê li ber Xwedê bêh’işî ye. Çawa nivîsar e: «Ew serwaxta nava h’ilek’arîya wanda digire»
[20] û dîsa: «Xudan zane ku şêwirêd serwaxta p’ûç’ in» .
[21] De bira îdî t’u kes pê meriva nefir’e! Belê her tişt jî p’ara we ne.
[22] Pawlos, Apolo, Petrûs , dinya, jîyîn, mirin, tiştêd ku niha hene, yan yêd wê bên, her tişt p’ara we ne,
[23] hûn jî p’ara Mesîh in û Mesîh jî p’ara Xwedê ye!