[1] Lê niha derheqa wan pirsêd ku we minr’a nivîsîn: «Qenc e wekî mêr nêzîkî jinê nebe?»
[2] Lê bona ku pêşîya her cûr’e qavîyê bê girtinê, bira mêr bê jin nebe û jin jî bê mêr.
[3] Mêr bira deynê jinê bidê, jin jî deynê mêr.
[4] Jin ne xweya qalibê xwe ye, lê mêr, usa jî mêr ne xweyê qalibê xwe ye, lê jin.
[5] Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevr’a bona wextekê t’ifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê , lê paşê dîsa li hev veger’in, ku mîrêcin we necêr’ibîne ji dest bêt’awîya we.
[6] Ez vê yekê dihêlime ser exterîya we, ne ku e’mir dikim.
[7] R’ast e, min dixwest ku h’emû meriv mîna min bûna, lê her merivekîr’a dayîneke ji Xwedê heye, yek ha ye, yek jî aha ye.
[8] Lê yêd bê jin û jinebîyar’a ez dibêjim: Qenc e ku ew mîna min bimînin.
[9] Lê heger xwe zeft nakin, bira bizewicin-mêr kin, çimkî qenc e ku ew bizewicin-mêr kin, ne ku xweda bişewitin.
[10] Lê yêd zewicî-mêrkirîr’a, ne ku ez e’mir dikim, lê belê Xudan: Bira jin ji mêr neqete ,
[11] heger biqete jî, bira mêr neke yan jî mêrê xwer’a li hev bê. Û mêr jî bira jina xwe ber’nede.
[12] Lê yêd mayînr’a ez dibêjim, ne ku Xudan: Heger jina birakî nebawer be û bixwaze t’evî wî bimîne, bira wê ber’nede.
[13] Û jineke ku mêrê wê nebawer be û ew bixwaze t’evî wê bimîne, bira ji wî neqete.
[14] Çimkî mêrê nebawer bi jina bawermend h’elal dibe û jina nebawer jî bi mêrê bawermend h’elal dibe. Heger usa nîbûya, zar’êd weyê h’eram bûna, lê niha h’elal in.
[15] Lê heger nebawer biqete, bira biqete. Xûşk yan bira vê derecêda aza ye. Belê Xwedê gazî we e’dilayîyê kir.
[16] Tu çi zanî k’ulfetê, belkî tê mêrê xwe xilaz kî? Yan jî tu çi zanî mêro, belkî tê k’ulfeta xwe xilaz kî?
[17] Wekî din ez dibêjim: Xudan çawa p’ara her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira weke wê yekê jî bijî. Ev e t’emîya ku ez didime h’emû civîna.
[18] Heger yek sinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira sinetbûna xwe îdî neguhêze. Heger yek nesinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira îdî sinet nebe.
[19] Ne sinetbûn tiştek e û ne jî nesinetbûn, lê serî t’emîyêd Xwedê qedandin e.
[20] K’î çi h’alîda bû gava Xwedê gazî kirê, bira nava wêda jî bimîne.
[21] Xulam bûyî gava hatî gazîkirinê? Xem neke. Lê heger dikarî aza bî, wê mecalê ji destê xwe neke.
[22] Çimkî ew xulamê ku hate gazîkirinê, wekî bibe p’ara Xudan, ew azayê Xudan e, usa jî ewê ku aza bû gava hate gazîkirinê, ew xulamê Mesîh e.
[23] Hûn bi qîmetekî biha hatine k’ir’înê, nebine xulamêd meriva.
[24] Xûşk-birano, k’î çi h’alîda hate gazîkirinê, bira nava wêda jî li ber Xwedê bimîne.
[25] Lê niha çi ji qîz û xorta dik’eve, min derheqa wanda e’mir ji Xudan nestandîye, lê t’enê ez fikira xwe dibêjim, çawa yekî ji Xudan r’e’m standî ku hindava Wîda amin e.
[26] Ez bona tengasîya niha aha r’ê têr’a dibînim ku meriv çi derecêda ye, bira usa jî bimîne.
[27] Jinêva girêdayî yî? Neke ku jê biqetî. Bê jin î? Jinê neger’e.
[28] Lê heger bizewicî, gune nakî û heger qîz mêr ke, gune nake. Lê yêd usa wê r’astî oxirmêd giran bên, ez dixwazim we ji wê yekê xwey kim.
[29] Ez wer’a dibêjim birano: Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin,
[30] ewê ku digirî çawa yê nagirî, ewê ku şa dibe çawa yê şa nabe, ewê ku dik’ir’e çawa ne xweyê wan tişta be,
[31] û ewê ku şixulê dinêva mijûl dibe çawa yê pêva mijûl nabe, çimkî ev dinya e’yan derbaz dibe.
[32] Lê ez dixwazim ku hûn ji xema dûr bin. Yê nezewicî şixulêd Xudanva gîro ye, ku çawa bike li Xudan xweş bê.
[33] Lê yê zewicî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li jina xwe xweş bê
[34] û ser du r’îya sekinî ye. Jina bêmêr yan qîz şixulêd Xudanva gîro ye . Meremê wê ew e, ku ew r’uh’ û qalibê xweda buhurtî-jibare be, lê ya mêrkirî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li mêrê xwe xweş bê.
[35] Ez van tişta bona k’ara we dibêjim, ne ku bar didime ser milê we, lê dixwazim wekî hûn bi t’erbet û bi dil û can şixulêd Xudanva gîro bin.
[36] Lê heger yek fe’m dike, wekî hindava dergîstîya xweda r’astîyê nake, temê wî jî xirab bûye ku gerekê bizewice, bira usa bike çawa dixwaze, gune nake, bira hevdu bistînin.
[37] Lê ewê ku giranî ser wî t’une, lê li temê xwe dikare û dilê xweda qirar kirîye ku dergîstîya xwe usa xwey ke çawa berê, ew tiştekî qenc dike.
[38] Awa yê dergîstîya xwe distîne, qenc dike, lê yê ku wê bik’ir dihêle, hê qenc dike.
[39] Jin ne xweserîxwe ye h’eta ku mêrê wê sax e, lê heger mêr lê bimire, ew aza ye, t’evî k’ê bixwaze dikare mêr ke, t’enê bawermendê Xudan be.
[40] Lê ewê hê xwezilî be, ku usa bimîne. Ev e fikira min û t’exmîna min R’uh’ê Xwedê nava minda heye.