Skip to content
Opens in a new window

Korint’î I 4

Listen to this chapter • 3:53

[1] Awa gerekê meriv me usa h’esab kin, çawa berdestîyêd Mesîh û wek’îlêd sur’êd Xwedê.

[2] Ji wek’îl jî dik’eve ku ew amin be.

[3] Lê bona min ev yek ne t’u tişt e, ku fikirêd we yan yêd dîwana merivayê ser min çi ne, ez xwexa jî loma li xwe nakim.

[4] Îsafa min r’ih’et e, ne ku bi vê yekê ez xwe sofî dikim, lê h’akimê min Xudan e.

[5] Awa ji wext zûtir loma nekin, h’eta hatina Xudan. Ewê tiştêd te’rîyêda veşartî derxe r’onayê û şêwirêd dila bide e’yankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.

[6] Ev yekana xûşk-birano, min bona we anîne ser xwe û Apolo, wekî hûn vê yekê ji me hîn bin: «Ji nivîsarê derneyên». Hingê ji we t’u kes wê yek pê yekî nefir’e.

[7] K’î te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te p’êşk’êş nestandîye? Lê wekî te standîye, çima p’eyê xwe didî çawa te nestandibe?

[8] Hûn îdî t’êr bûne, îdî h’ir’ bûne! Bêyî me îdî bûne p’adşa! Ax xwezî hûn bibûna p’adşa, emê jî t’evî we bibûna p’adşa!

[9] Çimkî ez t’exmîn dikim, ku Xwedê em şandî avîtine paşîya k’oç’a, çawa ji mirinêr’a dayî. Em dinêda bûne îtoyîn, hin li ber milyak’eta, hin jî ber meriva.

[10] Em bêh’iş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîr’ûmet in, lê eme bêr’ûmet!

[11] H’eta niha jî em bir’çî dimînin, t’î dimînin, bê sit’ar dibin, têne k’utanê û dero-der dibin.

[12] Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me r’ezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin,

[13] gava navê mer’a dilîzin, em li ber wan dadixin. Em bûne gemara vê dinyayê, h’eta niha jî her tiştîda bûne xwelî!

[14] Ez vê yekê wer’a dinivîsim, ne ku we bidime şermê, lê wekî we mîna zar’êd xweye delal şîret kim.

[15] Heger wê jîyîna weye t’evî Mesîhda bi h’ezara t’erbetdarêd we hebin, lê t’enê bavekî we heye, çimkî wê jîyîna weye t’evî Mesîh Îsada hûn ji min bi Mizgînîdayînê dinê k’etin.

[16] Awa hîvî ji we dikim, ç’e’v bidine min .

[17] Bona vê yekê min Tîmot’êyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan r’ê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, h’emû civîna hîn dikim.

[18] Hinek ji we babax bûne, wan t’irê ezê neyême cem we.

[19] Lê ezê zûtirekê ser weda bêm, heger Xudan h’iz bike û ezê ne ku li gotinêd babaxa binihêr’im, lê h’unurêd wan.

[20] Çimkî P’adşatîya Xwedê ne ku xeberdanêda ye, lê h’unurda ye.

[21] Hûn çawa dixwazin? Ez bi k’ulmê ser weda bêm, yan bi h’izkirinê û berbihêrîyê?

Korint’î I — Chapters