[1] Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava p’ûtp’aristada jî t’une, ku yek dest davêje dêmar’îya xwe .
[2] Û hûn ji k’ubarîyê h’ir’ bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista?
[3] Lê belê çawa ez bedenî ne nava weda me, lê r’uh’ê xweda hazir im û çawa yekî hazir, min îdî bona yê vî tiştî dike qirara xwe bi navê Xudanê me Îsa daye. Gava hûn cîkî dicivin, r’uh’ê min jî t’evî we, bi qewata Xudanê me Îsa
[5] wî merivî bidine destê mîrêcin, ku qalibê wî unda be û r’uh’ê wî xilaz be R’oja Xudanda.
[6] Ne qenc e ku hûn fir’naq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtir’şk t’emamîya şkevê hiltîne?
[7] Vî hevîrtir’şkê kevin ji xwe dûr xin, ku hûn bibine hevîrê nûyî bê hevîrtir’şk, çawa hûn usa ne jî. Çimkî Berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh bona me hate serjêkirinê.
[8] De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtir’şkê kevinî neheqîyê û xirabîyê, lê bi nanê bê hevîrtir’şk, bi nanê h’elalîyê û r’astîyê.
[9] Min wer’a ne’mêda nivîsîbû, ku t’evî qava nebin.
[10] Ne ku gotina min derheqa qava, timak’ara, t’alankir yan p’ûtp’aristêd vê dinêda bû. Heger usa bûya, gerekê hûn lap ji dinê derk’etana.
[11] Lê belê min wer’a nivîsî, ku hûn t’evî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, p’ûtp’arist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî t’alankir e. T’evî yê usa h’eta nên jî nexwin!
[12] Çî minr’a ye ez dîwana yêd ji civînê der bikim? Xwedê wê dîwana wan bike. Lê dîwana yêd civînêda destêd weda ye. Awa çawa nivîsar e: «Merivê xirab ji nava xwe derxin».