[1] Heger ez bi zimanêd meriva yan milyak’eta xeber dim, lê dilê minda h’izkirin t’unebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn.
[2] Heger p’êşk’êşa p’êxembertîyê minr’a hebe û ser h’emû sur’a vebim, h’emû zanebûnê fe’m bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, h’eta ç’îya jî ji cî biguhêzim, lê h’izkirin dilê minda t’unebe, ez ne t’u tişt im .
[3] Û heger hebûka xwe pêva belayî belengaza kim û bedena xwe jî bidime der bona şewitandinê, lê h’izkirin dilê minda t’unebe, t’u k’ar nagihîje min.
[4] H’izkirin dûmikdirêj û şîrin e, h’izkirin h’evsûdîyê nake, h’izkirin k’ubar nabe, p’işika xweda nawerime,
[5] bêp’ergal nîne, ya xwe nager’e, zû hêrs nak’eve, k’înê najo,
[6] dilê xwe li neheqîyê şa nake, lê r’astîyêr’a şa dibe.
[7] H’izkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike.
[8] H’izkirin t’u car k’uta nabe. Heger p’êxembertî hebin, wê betal bin, heger zimanêd xerîb hebin, wê dengêd wan bêne bir’înê, heger zanebûn hebe, wê derbaz be her’e.
[9] Belê em ji p’ir’î-hindikî zanin û ji p’ir’î-hindikî p’êxembertîyê dikin.
[10] Lê gava k’amiltî bê, hingê nek’amiltî wê derbaz be her’e.
[11] Gava ez zar’ bûm, min mîna zar’a xeber dida, mîna zar’a difikirîm, mîna zar’a dida ber h’esêb. Gava ez mezin bûm, ew tiştêd zar’otîyê min ji xwe dûr xistin.
[12] Niha em çawa qeret’ûkî neynikêda dibînin, lê hingê emê r’û bi r’û bibînin. Niha ez ji p’ir’î-hindikî zanim, lê hingê ezê t’am nas bikim, çawa ez hatime naskirinê.
[13] Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û h’izkirin. Lê h’izkirin ser wanr’a ye.