[1] Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya k’emale giran nehatim sur’a Xwedê weva e’yan kim.
[2] Çimkî gava ez nava weda bûm, min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim , pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî.
[3] Ez xwexa h’alekî sistda, bi xof û tirs nava weda bûm.
[4] Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtîya merivayîye zarxweşîyê bû, lê bi îzbatîya qewata R’uh’ê Pîroz bû .
[5] Ev yek aha bû, wekî bawerîya we bi serwaxtîya merivayê nîbe, lê bi qewata Xwedê be.
[6] Lê belê derheqa serwaxtîyêda em yêd r’uh’anîye gihîştîr’a xeber didin, lê ne serwaxtîya vê dinê û ne jî ya serwêrêd vê dinê, ku h’ukumê wan betal dibe.
[7] Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye sur’e veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî e’firandina dinyayê, bona r’ûmeta me qirar kir.
[8] Ji serwêrêd vê dinyayê t’u kesî ev serwaxtîya fe’m nekir, çimkî heger fe’m bikirana, wê Xudanê r’ûmetê xaç nekirana.
[9] Lê çawa nivîsar e: «Ew tiştêd ku ç’e’va nedîtine û guha nebihîstine, dilê mêrivr’a derbaz nebûne, Xwedê bona wan hazir kirine, yêd ku Wî h’iz dikin» .
[10] Lê belê Xwedê bi R’uh’ê Xwe ev yek li ber me vekir. Çimkî R’uh’ her tiştî e’nene dike, h’eta nêt-meremêd Xwedêye k’ûr jî.
[11] K’î haş ji kêl-me’nîyêd mêriv heye, pêştirî wî r’uh’ê nava wîda? Usa jî kes haş ji ya Xwedê t’une, pêştirî R’uh’ê Xwedê.
[12] Me ne ku r’uh’ê vê dinyayê standîye, lê ew R’uh’ê ji Xwedê, wekî em wan tiştêd ji Xwedêda mer’a dayî fe’m bikin.
[13] Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji R’uh’ê Xwedê xeber didin, tiştêd r’uh’anî wanr’a şirovedikin, yêd ku xweyî-R’uh’ê Xwedê ne .
[14] Lê merivê nexweyî-R’uh’ wan tiştêd R’uh’ê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêh’işî ne û nikare jî fe’m bike, çimkî h’alê wan tişta bi r’uh’anî têne e’nenekirinê.
[15] Lê yê xweyî-R’uh’ê Xwedê her tiştî e’nene dike, lê belê xwexa ji kesekî nayê e’nenekirinê.
[16] Çawa nivîsar e: «K’ê nêt-fikira Xudan pê h’esîya, ku şîretekê bide Wî?» Lê nêt-fikira Mesîh serê meda ye.