[1] Ji Pawlosê bi e’mirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û Tîmot’êyoyê birayê me, civîna Xwedêye Korint’êr’a û wê t’emamîya cime’ta Xwedêr’a, ya ku t’evayîya qeza Axayayêda ye:
[2] De bira k’erem û e’dilayîya Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li we be.
[3] Şikir Xwedêyê Bavê Xudanê me Îsa Mesîhr’a, Bavê dilşewatîyê û Xwedêyê h’emû berdilîyê.
[4] Ew nava h’emû te’lî-tengîyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûr’e te’lî-tengîyada ne, bi wê berdilîyê, pê k’îjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê.
[5] Belê çawa em t’evî wan cefayêd Mesîhe gelek dibin, usa jî gelekî bi destê Mesîh ber dilê meda tê hatinê.
[6] Heger em te’lî-tengîyada ne, ew bona berdilî û xilazbûna we ye û heger em berdilîkirî ne, ew bona wê berdilîya we ye, ku hûn bikaribin bi sebirê wan te’lî-tengîya bik’işînin, k’îjana em jî dik’işînin.
[7] Û em weda e’seyî guman in, çimkî em zanin ku hûn çawa t’evî cefayêd me ne, usa jî t’evî berdilîya me ne.
[8] Em naxwazin ku hûn haş ji wan te’lî-tengîya t’unebin xûşk-birano, yêd ku me qeza Asyayêda k’işandin. Em ji qewata xwe der haqasî k’etine bin barêd giran, h’eta ku me destê xwe ji e’mirê xwe jî k’işand.
[9] Belê me xwer’a qirara mirinê h’esab kir, lê ev yek bû wekî em gumana xwe nedine ser xwe, lê ser Xwedê, Yê ku mirîya ji gor’a r’adike.
[10] Ji destê wê mirina tirs û xof Ewî em xilaz kirin û wê xilaz ke jî. Û gumana me heye ku wê dîsa me xilaz ke,
[11] bi alîk’arîya wan duayêd ku hûn bona me dikin. Bi vî awayî bi saya duayêd geleka k’erem wê mer’a bê dayînê û gelekê bona me şikirîyê bidine Xwedê.
[12] R’ûspîtîya me ev e: Îsafa me şe’detîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê e’mirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi k’erema Xwedê.
[13] Em tiştekî din wer’a nanivîsin, pêştirî wan tiştêd ku hûn dikarin bixûnin û fe’m bikin û ez guman im ku hûnê t’am fe’m bikin,
[14] çawa ji p’ir’î-hindikî we em fe’m kirine, wekî hûn bigihîjine wê fe’mînê ku em r’ûspîtîya we ne, çawa hûn jî ya me ne, R’oja hatina Xudan Îsa.
[15] Min bi vê gumanê şêwira xwe kir, pêşîyê bihatama cem we, ku we du cara k’erem bistanda,
[16] awa gotî serîk bida we, ji cem we biçûma Mekedonyayê û ji Mekedonyayê jî dîsa ser weda veger’îyama, ku we jî ez li alîyê Cihûstanêda ver’êkirama .
[17] Gava ez aha dişêwirîm, gelo min sivikayî kir? Yan şêwira xweda mîna bendê vê dinyayê şêwirîm, ku «Belê» û «Na»-ya min sibeh-êvar nebe yek?
[18] Lê Xwedê şe’de ye, ku sozê me wer’a nebûye «Belê» û paşê «Na».
[19] Çimkî Kur’ê Xwedê, Îsa Mesîh ku pê me wer’a hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmot’êyo), «Belê» û «Na» nebû, lê nava Wîda t’imê «Belê» ye.
[20] Çimkî h’emû sozêd Xwedê bi Îsa Mesîh «Belê» ne, lema jî em bi Wî «Amîn» dibêjin, bona r’ûmeta Xwedê.
[21] Û Xwedê ye, yê ku em weva t’evayî yektîya Mesîhda h’îmgirtî kirin. Xût Wî em k’ifş kirin
[22] û mora Xwe danî ser me, R’uh’ê Pîroz kire dilê me çawa bihê ji ber sozê Xweva.
[23] Lê ser minr’a Xwedê şe’de ye, ku min qêmîşî we nekir, ku nehatime Korint’ê.
[24] Em h’ukumî ser bawerîya we nakin, çimkî hûn bawerîyêda şidîyayî ne, lê em t’evî we dixebitin bona şabûna we.