Skip to content
Opens in a new window

Korint’î I 8

Listen to this chapter • 2:39

[1] Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd p’ûta dik’eve: Fe’mdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn p’işika mêriv diwerimîne, lê h’izkirin ava dike.

[2] Heger yek t’exmîn dike, ku ew tiştekî zane, ew r’ast hê tiştekî usa nizane çawa ku lazim e bizanibe.

[3] Lê heger yek Xwedê h’iz dike, ew ji alîyê Wîva naskirî ye.

[4] Awa derheqa wan qurbanêd p’ûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku p’ût heyîna xweva p’ûç’ in û Xwedêkî din t’une, pêştirî yekî .

[5] Heger bi navêd din jî xwedê hebin, yan li e’rdê yan li e’zmên, çawa bêh’esab xwedê û bêh’esab xudan hene jî,

[6] lê bona me t’enê Xwedêk heye, Bav, E’firandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û t’enê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi K’îjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene.

[7] Lê ev zanebûn cem her kesî t’une. H’eta niha hê dilê hineka pey p’ûtp’aristîyê ye, ku gava wî goştî dixwin, h’esab dikin çawa qurbanêd p’ûta û xwe dih’er’imînin, çimkî îsafa xweye sistda fikara dike.

[8] Lê belê xwarin me li ber Xwedê nade sekinandinê. Heger em bixwin, tiştekî zêde nakin û heger nexwin, tiştekî jî kêm nakin.

[9] Lê haş ji xwe hebin, nebe ku ew azaya we bibe kevirek li ber nigê sista.

[10] Em bêjin, heger merivekî ku îsafa xweye sistda fikara dike te bibîne, wekî tu «xweyîzanebûn» î û li sifra p’aristgeha p’ûtda r’ûniştî yî, ne ew kirê te wê dil bide wî, ku ew jî qurbanêd p’ûtp’aristîyê bixwe?

[11] Û ji dest wê «zanebûna» te, birê teyî sist, bona k’îjanî Mesîh mir, wê unda be.

[12] Bi vî awayî, gava tu neheqîyê li xûşk-birêd xwe dikî û îsafa wane sist birîndar dikî, li ber Mesîh neheqîyê dikî.

[13] Awa heger xwarin dibe kevirê li ber p’îyê birê min, gerekê îdî t’u car ez goşt nexwim, wekî birê xwe p’işk nekim.

Korint’î I — Chapters