[1] Naxwazim xûşk-birano, ku hûn nizanibin wekî kal-bavêd me h’emû jî bin sîya e’wrda bûn û h’emû jî Be’ra Sorr’a derbaz bûn .
[2] H’emû jî t’evî Mûsa bûne yek, e’wr û be’rêda hatine nixumandinê.
[3] H’emûya jî xût ew xwarina r’uh’anî xwar
[4] û h’emûya jî xût ew vexwarina r’uh’anî vexwar, çimkî ji wî Qeyayê r’uh’anî vedixwarin, Yê ku t’evî wan diçû û ew Qeya Mesîh bû .
[5] Lê Xwedê gelekêd ji wan begem nekirin, lema cinyazêd wan ber’îyêda her dera k’etî man .
[6] Îdî ew tişt bona me bûne meselêd gotî, wekî em havijîya xwe ji tiştêd xirab neynin, çawa wan dilhavijî kir .
[7] Ne jî bibin p’ûtp’arist, çawa ji wan hinek bûn, bona k’îjana nivîsar e: «Cime’tê r’ûnişt xwar, vexwar û r’abûn namûsa hevr’a lîstin» .
[8] Em qavîyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û r’ojekêda bîst sê h’ezar merî k’etin qir’ bûn .
[9] Mesîh necêr’ibînin, çawa ji wan hineka cêr’iband û bi me’ra hatine lêdanê mirin .
[10] Û bîna xwe teng nekin, çawa ji wan hineka bîntengî kirin û bi destê milyak’etê mirinê k’oka wan hat .
[11] Ev h’emû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axirîya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê.
[12] Awa k’î difikire ku ew miqer’m sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nek’eve.
[13] Cêr’ibandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêr’ibandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, Ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêr’ibandinê. Ewê cêr’ibandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin .
[14] Awa delalêd min, ji p’ûtp’aristîyê bir’evin.
[15] Ez çawa t’evî serwaxta xeber didim. Hûn xwexa bidine ber h’esaba, ez çi dibêjim.
[16] Ew k’asa Şîva Xudan, ya ku em pê şikirîyê didin, ne heleqetîya xûna Mesîh e? Ew nanê ku em kerdikin, ne heleqetîya bedena Mesîh e?
[17] Nanek heye, lema em h’emû jî bedenek in, çimkî em h’emû jî ji wî nanî kerdikin.
[18] Dîna xwe bidine cime’ta Îsraêlê: Ewêd ku qurbana dixwin, t’evî wê p’ara gorîgehê nabin?
[19] Belê ez çi bêjim? Gelo p’ût ji xwe tiştek e, yan qurbanêd p’ûtar’a têne dayînê berga tiştekî digirin?
[20] Na xêr! Lê gotina min ev e, ku ew tiştêd p’ûtp’arist dikine qurban, cinar’a dikin, ne ku Xwedêr’a. Û ez naxwazim ku heleqetîya we t’evî cina hebe .
[21] Hûn nikarin hin k’asa Xudan vexwin, hin jî k’asa cina. Hûn nikarin hin ji sifra Xudan bixwin, hin jî ji sifra cina.
[22] Yan em bikin ku xîreta Xudan qebûl neke? Çima em ji Wî qewattir in?
[23] Dibêjin: «Her tişt e’det e», belê, lê her tişt ne k’ar e. «Her tişt e’det e», lê her tişt ava nake.
[24] Nebe ku yek k’ara xwe biger’e, lê ya hevalê xwe.
[25] Çi ku qesabxanada tê firotanê bixwin, pey pirs-pirsîyara nek’evin, bona fikarkirina îsafê.
[26] Çawa nivîsar e: «Dinya bi xêr-xizna xweva ya Xudan e» .
[27] Heger ji nebawera yek we t’eglîf ke û hûn bixwazin her’in, çi bidine ber we bixwin, pey pirs-pirsîyara nek’evin, bona fikarkirina îsafê.
[28] (Lê heger yek wer’a bêje: «Eva qurban e», îdî nexwin bona yê ku hûn pê h’esandin û bona fikarkirina îsafê.
[29] Gotina min ne bona fikara îsafa we ye, lê ya hevalê we.) Çima gerekê azayîya min bona fikara îsafa yekî mayîn bê lomek’arkirinê?
[30] Heger ez şikirîyê didime Xwedê dixwim, çima bona wê yekê xeyba min dikin, wekî ez şikirîya xwe Xwedê tînim?
[31] Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin.
[32] Ne nig bavêjine ber cihûya, ne ber necihûya, ne jî ber civîna Xwedê,
[33] çawa ez jî her alîyava li h’emûya xweş têm û k’ara xwe nager’im, lê ya geleka, wekî xilaz bin.