Skip to content
Opens in a new window

Korint’î I 14

Listen to this chapter • 7:07

[1] Demana h’izkirinêda bin û h’eyra p’êşk’êşêd r’uh’anîda bin, îlahî p’êxembertîkirinê.

[2] Ewê ku bi zimanê xerîb xeber dide, ew ne ku mêrivr’a xeber dide, lê Xwedêr’a, çimkî kesek Wî fe’m nake. Ew bi qewata R’uh’ sur’a dibêje.

[3] Lê belê yê ku p’êxembertîyê dike, ew mêrivr’a xeber dide, bawerîya wan ava dike, dil dide ber wan û ber dilê wanda tê.

[4] Ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, t’enê bawerîya xwe ava dike, lê ewê ku p’êxembertîyê dike, civînê pêva ava dike.

[5] Ez dixwazim ku hûn h’emû jî bi zimanêd xerîb xeber din, lê ez hê dixwazim ku hûn p’êxembertîyê bikin, çimkî yê p’êxembertîyê dike, ji yêd bi zimanêd xerîb xeber dide çêtir e, pêştirî wî wextê ku tê şirovekirinê, wekî civîn bê avakirinê.

[6] Awa xûşk-birano, heger ez bême cem we bi zimanêd xerîb xeber dim, ezê çi k’arê bidime we? T’u k’arê nadim heger ez e’yantîyê, yan zanebûnê, yan p’êxembertîyê, yan hînkirinê wer’a neynim?

[7] Hacetêd nebînbere ku deng derdixin, em bêjin bilûr be, yan çeng, heger dengê wan nezelal be, wê çawa zanibin çi miqam tê lêxistinê?

[8] Yan jî, heger bor’î dengekî nenas derxe, k’ê wê k’arê xwe li şêr’ bike?

[9] Usa jî hûn, heger bi zimên xebereke fe’mdarî nebêjin, wê çawa bizanibin hûn çi dibêjin? Xeberdana weyê mîna bayê sar be.

[10] K’ifş e ku dinyayêda çiqas cûr’e-cûr’e ziman hene, lê ji wan yek jî bê fe’mîn nîne.

[11] Lê, heger ez zimanekî fe’m nakim, ez bona yê wî zimanî xeber dide xerîb im û yê xeber dide jî bona min xerîb e.

[12] Usa jî hûn ku h’eyra p’êşk’êşêd r’uh’anîda ne, nava wan p’êşk’êşada hê pêşda her’in, k’îjan civînê ava dikin.

[13] Bona vê yekê ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, bira dua bike ku şiroveke jî.

[14] Çimkî gava ez bi zimanêd xerîb dua dikim, ew r’uh’ê min dua dike, lê h’işê minda tişt r’ûnanî.

[15] Ez çi bikim? Ezê hin bi r’uh’ê xwe dua bikim, hin jî bi h’işê xwe, hin bi r’uh’ê xwe bistirêm, hin jî bi h’işê xwe.

[16] Heger tu bi r’uh’ê xwe şikirîyê bidî, ewê ku mîna nezana sekinî ye, wê çawa r’azîdarîya ter’a qayl be bêje: «Amîn»? Ew qet fe’m nake jî, tu çi dibêjî.

[17] Belê tu r’ind r’azîbûnê didî, lê bawerîya yê din nayê avakirinê.

[18] Ez ji Xwedêyê xwe r’azî me, ku ji we h’emûya ze’ftir bi zimanêd xerîb xeber didim.

[19] Lê belê civînêda ez hê dixwazim pênc xeberêd fe’mdarî bêjim, wekî hinekêd din jî hîn bikim, ne ku bi h’ezara xeberêd xerîb.

[20] Xûşk-birano, h’işê xweda zar’ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zar’a bin, lê h’işê xweda gihîştî bin.

[21] Qanûnêda nivîsar e: «Ezê bi merivêd xweyê zimanêd xerîb û zarêd xerîba vê cime’têr’a xeber dim, lê belê wê hingê jî guhdarîya Min nekin, Xudan dibêje» .

[22] Awa p’êşk’êşa zimanêd xerîb nîşanek e, ne ku bona bawermenda, lê bona nebawera û p’êxembertî jî ne ku bona nebawera ye, lê bona bawermenda .

[23] Heger t’emamîya civînê pêva bicive û h’emû jî zimanêd xerîb xeber din, hingê hineke nezan yan nebawer bik’evine hindur’, wê nebêjin: «Evana dîn bûne»?

[24] Lê heger h’emû jî p’êxembertîyê bikin, hingê yekî nebawer yan nezan bik’eve hindur’, wê ji h’emû gotinêd wan xwe mukur’ bê û bê gunek’arkirinê,

[25] sur’êd dilê wîda jî wê bêne e’yankirinê û dever’û li ber Xwedê bik’eve, wî bih’ebîne û deng hilde bêje: «R’astî jî Xwedê nav weda ye!»

[26] Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger k’ulam be, hînkirin be, e’yantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira h’emû jî bona avabûna civînê bin.

[27] Heger yek bi zimanê xerîb xeber dide, bira dudu bin, yan ya lape ze’f sisê, lê bira yek pey yekîr’a xeber de û yek jî şiroveke.

[28] Lê heger kesek t’une ku şiroveke, bira ew civînêda dengê xwe neke, t’enê ber xweda Xwedêr’a xeber de.

[29] Û ji p’êxembera jî bira dudu bin, yan ya lape ze’f sisê xeber din û yêd din bira e’nene kin.

[30] Lê heger li ber yekî ji nava r’ûniştîya jî tiştek vebe, îdî bira yê pêşin dengê xwe bibir’e.

[31] Çimkî hûn h’emû jî, yek pey yekîr’a dikarin p’êxembertîyê bikin, wekî h’emû jî hîn bin û h’emû jî dil bistînin.

[32] Û r’uh’êd p’êxembera bin se’vîtîya p’êxemberada ne,

[33] çimkî Xwedê ne Xwedêyê bêp’ergalîyê ye, lê Yê e’dilayîyê ye. Çawa nava h’emû civînêd cime’ta Xwedêda ,

[34] bira jinêd we civînêda xwe ker’ kin, çimkî îzina wan t’une xeber din, lê bira guhdar bin, çawa Qanûn jî dibêje.

[35] Lê heger ew tiştekî dixwazin bizanibin, bira li malê ji mêrêd xwe bipirsin, çimkî ne cayîz e ku jin civînêda xeber de.

[36] T’u xebera Xwedê ji we derk’et? Yan t’enê gihîşte we?

[37] Heger yek difikire, ku xwexa p’êxember e yan r’uh’anî ye, bira zanibe çi ku min wer’a nivîsîn, t’emîya Xudan e.

[38] Lê heger yek guh nade van tişta, hûn jî guh nedine wî.

[39] Awa xûşk-birano, h’eyra p’êxembertîkirinêda bin û dengê yêd bi zimanêd xerîb xeber didin nedine bir’înê.

[40] T’enê her tişt bira bi t’erbet, cî bi cî û maqûlî be.

Korint’î I — Chapters