Skip to content
Opens in a new window

Korint’î I 9

Listen to this chapter • 5:04

[1] Ne ez aza me? Ne ez şandî me? Ne min Xudanê me Îsa bi ç’e’va dît? Ne hûn pê xûdana min p’ara Xudan k’etin?

[2] Heger ez şandîyê hinekêd mayîn nîbim, lê belê bê şik şandîyê we me! Çimkî mora şandîtîya min hûn in, ku p’ara Xudan k’etin.

[3] Caba min bona yêd ku dikin ji min gilîya bik’işînin ev e:

[4] Gelo îzina me t’une em ji ber xebata xweva bixwin û vexwin?

[5] Gelo îzina me t’une em k’ulfeteke bawerîyêda t’evî xwe biger’înin, çawa şandîyêd din, birayêd Xudan û Petrûs dikin.

[6] Yan gerekê ez û Barnabas t’enê bixebitin serê xwe xwey kin?

[7] K’îjan esker ji k’îsê xwe eskerîyê dike? K’î r’ez datîne û berê wê naxwe yan yê li ber pêz e şîrê pêz venaxwe?

[8] Ez van tişta bi merivayî nabêjim. Ne Qanûn jî wê yekê dibêje?

[9] Çawa Qanûna Mûsada nivîsar e: «Devê gayê bêderêda dixebite girênede» . Gelo xema Xwedê bona ga ye?

[10] Yan wê yekê bona me dibêje? Belê, ev yek bona me hate nivîsarê, wekî ewê ku cotê xwe dike, gerekê bi guman cot ke û yê kam dike, gerekê guman be, ku wê k’eda xwe bixwe jî.

[11] Heger me nava weda tiştêd r’uh’anî çandin, gelo tiştekî mezin e, ku ji we tiştêd vê dinê bidirûn?

[12] Heger îzina hinekêd din heye k’arê ji we bibînin, ne ya me hê zêde heye? Lê me ev îzin pêk neanî. Serda jî li her tiştî sebir kir, ku nebine pêşîbir’ê Mizgînîya Mesîh.

[13] Hûn nizanin ewêd ku p’aristgehêda dixebitin ji p’aristgehê jî dixwin? Û ewêd xizmetk’arîya gorîgehê dikin, ji gorîgehê jî p’ara xwe distînin .

[14] Usa jî Xudan e’mir kir, ku yêd Mizgînîyê dannasîn dikin, ji Mizgînîyê bijîn .

[15] Lê min ji van îzina qet yek pêk neanî, ne jî niha dinivîsim ku van îzina pêk bînim. De bira ez bimirim, ne ku yek r’ûspîtîya min betal ke.

[16] Belê ez nikarim p’eya bidime xwe heger ez Mizgînîyê dannasîn kim, çimkî ev deynê stûyê min e. Wey li min heger ez Mizgînîyê dannasîn nekim!

[17] Û heger min ev yeka bi h’emdê xwe bikira, hingê xelata minê hebûya, lê ez vê yekê ne bi h’emdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatîye spartinê.

[18] Awa îdî çi ye xelata min? Ev e, ku ez dannasînîya xweda Mizgînîyê bê heq bidim, îzina xwe Mizgînîdayînêda bi zora xwe pêk neynim.

[19] R’ast e ez ji her kesî aza me, lê ez dîsa xwe dikime xulamê h’emûya, wekî hê geleka qazinc kim.

[20] Bona cihûya, dibime mîna cihûya, wekî cihûya qazinc kim. Awa gotî bona yêd bin Qanûna Mûsada, dibime mîna yêd bin Qanûnê, wekî yêd bin Qanûnêda qazinc kim, (lê ne ku ez bin Qanûnêda me).

[21] Bona yêd bê Qanûn, dibime mîna yêd bê Qanûn, wekî yêd bê Qanûn jî qazinc kim, (ne ku ez bê qanûna Xwedê me, lê ez bin qanûna Mesîhda me).

[22] Bona sista dibime mîna sista, wekî yêd sist qazinc kim. Bona h’emûya ez dik’evime h’alê her kesî, wekî her derecada bikaribim hineka xilaz kim.

[23] Van h’emû tişta ez îdî bona Mizgînîyê dikim, wekî ez bibime heval-p’arê dua-dirozgêd ser wê.

[24] Hûn nizanin yêd lecmeydanêda ne, h’emû jî dir’evin, lê t’enê yek xelatê distîne? Usa bir’evin, ku hûn bistînin.

[25] Ewêd ku dik’evine lecê, xwe hînî gelek tiştî dikin, wekî wê k’ofîya ku diç’ilmise bistînin, lê kirina me bona k’ofîya h’eta-h’etayê ye.

[26] Bona wê yekê ez usa nar’evim çawa yêd bêmerem, yan jî bi k’ulma her’ime bê.

[27] Lê ez zordarîyê qalibê xwe dikim û wê zeft dikim, ku nebe xelqê gazî lecê kim, lê ew xwexa ji dest min her’e.

Korint’î I — Chapters