[1] Lê niha çi ji p’êşk’êşêd R’uh’anî dik’eve xûşk-birano, ez naxwazim ku hûn nezan bin.
[2] Weva e’yan e gava hûn p’ûtp’arist bûn, hûn usa pey p’ûtêd ker’e lal k’etibûn, her alîyava k’etibûne bin qolêd wan.
[3] Bona vê yekê jî ez wer’a dibêjim, t’u kes t’une ku bi r’êberîya R’uh’ê Xwedê xeber de û bêje: «Bira nifir’ li Îsa be». Û kesek jî nikare bêje: «Îsa Xudan e», heger ne bi r’êberîya R’uh’ê Pîroz.
[4] Awa cûr’e-cûr’e p’êşk’êşêd R’uh’anî hene, lê xût dayîna wî R’uh’î ne ,
[5] cûr’e-cûr’e qulix jî hene, lê hema wî Xudanîr’a qulix dikin,
[6] usa jî cûr’e-cûr’e karîn hene, lê xût ew Xwedê ye, ku van dayînada karînê dide her kesî.
[7] Lê her kesîr’a R’uh’ bona k’ara h’emûya xuya dibe.
[8] Yekîr’a ji R’uh’ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîr’a xebera zanebûnê xût ji wî R’uh’î,
[9] yekî dinr’a bawerî xût ji wî R’uh’î, yekî dinr’a p’êşk’êşêd nexweşqenckirinê xût ji wî R’uh’î,
[10] yekî dinr’a qewat, wekî k’eremeta bike, yekî dinr’a p’êxembertî , yekî dinr’a fe’mîna ku r’uh’a ji hev derxe, yekî dinr’a zimanêd xerîb, yekîr’a jî şirovekirina wan zimana.
[11] Ev h’emû jî xût Xwexa ew R’uh’ dike û her kesîr’a başqe-başqe p’arevedike, çawa ku dixwaze.
[12] Çawa beden yek e û gelek endemêd wê hene, lê dîsa ew h’emû hevr’a bedenek in, usa jî Mesîh e.
[13] R’ast usa jî yektîya R’uh’ekîda em h’emû hatine nixumandinê, ku bibine bedenek, hin cihû hin necihû, hin xulam hin aza û em h’emû jî ji wî R’uh’î dane vexwarinê.
[14] Belê beden ne t’enê endemek e, lê ji geleka ye.
[15] Heger nig bêje: «Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne dest im», gelo eva me’nî ye, ku ew ne ji bedenê ye?
[16] Û heger guh bêje: «Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne ç’e’v im», gelo eva me’nî ye, ku ew ne ji bedenê ye?
[17] Heger t’emamîya bedenê ç’e’v bûya, lê bihîstinê li k’u bûya? Heger h’emû beden guh bûya, bînhildanê li ku bûya?
[18] Lê r’ast Xwedê ew endem yeko-yeko bedenekêda cî kirin, çawa Wî xwest.
[19] Heger h’emû endemek bûna, bedenê li ku bûya?
[20] Lê r’ast niha endem gelek in, lê beden yek e.
[21] Ç’e’v nikare bêje dest: «Tu kêrî min nayêyî!» Û ne jî serî nigar’a dikare bêje: «Hûn kêrî min nayên!»
[22] Lê serda ew endemêd bedenêye ku sist k’ifş dibin, ew hê ferz in
[23] û ew endemêd bedenêye bêqedir têne h’esabê, em hê qedirê wan zanin û yêd e’ybe nava wêda, em hê bi t’erbet dinixêmin,
[24] lê endemêd meye bêe’yb ne h’ewcê wê yekê ne. Lê Xwedê beden hevva kir, ku yê bêqedir hê qedir bistîne,
[25] wekî dutîretî nek’eve nava bedenê, lê h’emû endem ji hevdur’a şewat bin.
[26] Lema, gava endemek êşê dik’işîne, h’emû endem hevr’a dêşin, lê gava endemek tê pesindayînê, h’emû endem t’evî wê şa dibin.
[27] Awa hûn bedena Mesîh in û her yek ji we endemekî bedena Wî ye.
[28] Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda p’êxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd k’eremetkir, peyr’a yêd xweyîyê p’êşk’êşêd nexweşqenckirinê, k’omekdarîyê, se’vîtîyê û yêd zimanêd xerîb .
[29] Çima h’emû şandî ne? Çima h’emû p’êxember in? Çima h’emû dersdar in? Çima h’emû k’eremeta dikin?
[30] Çima h’emû xweyîyê p’êşk’êşêd nexweşqenckirinê ne? Çima h’emû bi zimanêd xerîb xeber didin? Çima h’emû zimana şirovedikin?
[31] De hûn h’eyra p’êşk’êşêd hê mezinda bin. Lê ezê r’êke here qenc jî nîşanî we kim.