[1] Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşk-birano, ya ku min wer’a dannasîn kir û we qebûl kir, ser wê jî sekinîne.
[2] Bi wê jî hûn xilaz dibin, heger wê xeberê, ya ku min wer’a dannasîn kir, qewîn bigirin. Heger na, bawerîya weyê badîhewa be.
[3] Min ev yeka ser her tiştîr’a, çawa stand, usa jî da we, ku Mesîh bona gunêd me mir, li gora nivîsara
[4] û hate definkirinê, r’oja sisîya Ew Xwedêda ji mirinê r’abû li gora nivîsara ,
[5] Petrûsva xuya bû, peyr’a her donzdeh şandîyava .
[6] Paşê carekêr’a pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû, ji wan gelek h’eta niha sax in, lê hinek jî mirine.
[7] Paşê Aqûbva xuya bû, peyr’a h’emû şandîyava.
[8] Axirîyê, pey h’emûyar’a minva xuya bû, çawa yekî ne serê xwe ji dîya xwe bûyî .
[9] Çimkî ez ji şandîya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand .
[10] Lê ez bi k’erema Xwedê me çi jî heme û k’erema Wî ku bi minr’a ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan h’emû şandîya ze’ftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê k’erema Xwedêye ku bi minr’a ye.
[11] Awa heger ez bim, yan ew bin, em h’emû jî aha dannasîn dikin û we aha jî bawer kirîye.
[12] Awa heger em dannasîn dikin, ku Mesîh ji mirinê r’abûye, çawa ji we hinek dibêjin, ku r’abûna mirîya t’une?
[13] Heger r’abûna mirîya t’une, ku usa ye Mesîh jî ji mirinê r’anebûye.
[14] Û heger Mesîh ji mirinê r’anebûye, ku usa ye dannasînîya me jî boş-betal e û bawerîya we jî boş-betal e.
[15] Û emê jî bibine şe’dêd Xwedêye derew, çimkî me bona Xwedê şe’detî da, ku Ewî Mesîh ji mirinê r’akir, lê heger mirîyê r’anebin, ku usa ye Ew jî ji mirinê r’anekirîye.
[16] Çimkî heger mirîyê r’anebin, ku usa ye Mesîh jî ji mirinê r’anebûye.
[17] Û heger Mesîh ji mirinê r’anebûye, wekî usa ye bawerîya we badîhewa ye, hela hê hûne nava gunêd xweda ne
[18] û ewêd bawerîya Mesîhda jî mirine unda bûne.
[19] Heger t’enê em bona vê jîyînê gumana xwe Mesîh tînin, ku usa ye em ji h’emû meriva me’rimtir in.
[20] Lê r’ast Mesîh ji mirinê r’abûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava mirîya r’abûyî.
[21] Mirin r’ûyê merivekîda bû, bi merivekî jî wê r’abûna mirîya bibe.
[22] Çawa h’emûyêd ji Adem bûyî dimirin, usa jî h’emûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin.
[23] Lê her kes dora xweda: Pêşîyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd p’ara Mesîh, wextê hatina Wîda.
[24] Hingê axirî wê bê, gava k’oka her serwêrtîyê, h’ukumetîyê û qewatê bîne û p’adşatîyê bide destê Bav Xwedê.
[25] Çimkî Ew gerekê p’adşatîyê bike, h’eta ku Xwedê h’emû dijmina bike binê p’îyêd Wî .
[26] Dijminê xilazîyê ku wê k’okê lê bîne, mirin xwexa ye,
[27] çimkî nivîsar dibêje: «Xwedê her tişt binê p’îyada êlimî Wî kir». Lê gava tê gotinê «her tişt» êlimî Wî kir, fe’mdarî ye, pêştirî Wî Xwedêyî, Yê ku her tişt êlimî Wî kir .
[28] Û gava her tişt êlimî Wî bin, hingê Kur’ Xwexa jî wê êlimî Wî Xwedêyî be, Yê ku her tişt êlimî Wî kir, wekî her tiştîda Ew bibe Xwedêyê her tiştî.
[29] Wekî din gotî, ewêd ku bona mirîya têne nixumandinê wê çi bikin? Heger mirîyê t’u car r’anebin, îdî çima bona mirîya têne nixumandinê?
[30] Çima em jî her gav xwe davêjine ser sêla sor?
[31] Ew fir’naqbûna min şe’de ye, xûşk-birano, ya ku ez pê we fir’naq dibim yektîya Mesîh Îsayê Xudanê meda, ez her r’oj dest ji e’mirê xwe dik’işînim.
[32] Heger min Efesêda şer’ê xwe dereca merivayêda t’evî «se’va» kir, çi k’ete k’îsê min? Heger r’abûna mirîya wê t’unebe, de îdî «em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin» , çawa hinek dibêjin.
[33] Nexapin! «Hevaltîya xirab merivê xweyîp’ergal xirab dike» .
[34] R’ast bifikirin, ser h’işê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin.
[35] Lê belê yekê bêje: «Mirî çawa dikarin r’abin û qalibê wanê çawa be?»
[36] Serê aqil! Ew t’oximê ku tu diçînî, h’eta «nemire» jîyînêr’a şîn nabe.
[37] Û ew tiştê ku tu diçînî, ne ku wî qalibî diçînî, k’îjan ku wê bigihîje, lê h’ebeke sade ye, mesele genim, yan jî ji t’oximêd mayîn.
[38] Û Xwedê qalib dide wî t’oximî, çawa ku dixwaze û her t’oximek qalibê xwe distîne.
[39] H’emû qalib xûn-goştek nînin, qalibê mêriv başqe ye û qalibê h’eywên başqe, yê teyreda başqe ye, yê me’sîya jî başqe.
[40] Qalibêd li e’zmên jî hene, qalibêd li dinê jî hene, lê r’ewşa yêd e’zmên başqe ye û yêd dinê başqe.
[41] R’ewşa te’vê başqe ye, r’ewşa hîvê başqe û r’ewşa steyrka jî başqe ye û her steyrkek bi r’ewşa xwe ji hev têne firqîkirinê.
[42] Bi vî awayî jî r’abûna mirîya ye: Qalibê dêris tê çandinê, yê nedêris wê r’abe.
[43] Ew bêr’ewş tê çandinê, bi r’ewşê wê r’abe, ew bêt’aqetîyê tê çandinê, bi qewatê wê r’abe.
[44] Qalibê bînber tê çandinê û qalibê r’uh’anî wê r’abe. Çawa ku qalibê bînber heye, usa jî qalibê r’uh’anî heye.
[45] Aha jî nivîsar e: «Merivê pêşin Adem, bû bînberekî sax» , lê Ademê paşin bû r’uh’ekî jîyîndayînê.
[46] Lê belê pêşîyê yê r’uh’anî nebû, lê yê bînber, paşê yê r’uh’anî.
[47] Merivê pêşin ji xwelîya e’rdê bû, merivê duda ji e’zmên bû.
[48] Çawa yê ji xwelîyê bû, usa jî yêd ji xwelîyê ne, çawa yê ji e’zmên e, usa jî yêd ji e’zmên in.
[49] Û me çawa kirasê yê ji xwelîyê li xwe kirîye, emê usa jî kirasê yê ji e’zmên li xwe kin.
[50] Gotina min ev e xûşk-birano, wekî xûn û goşt li P’adşatîya Xwedê nikarin war bin, ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be.
[51] K’a bibihên, ez sur’ekê wer’a bêjim: Em h’emûyê nemirin, lê em h’emûyê jî bêne guhastinê ,
[52] nişkêva, çawa ç’e’vê xwe bigirî-vekî, dema bor’îya axirîyê bê lêdanê. Çimkî gava bor’î bê lêdanê, mirî wê nedêrisbûyî r’abin, emê jî bêne guhastinê.
[53] Çimkî gerekê evî dêris nedêrisîyê li xwe wergire û evî mirî nemirîyê li xwe wergire.
[54] Lê gava evî dêris nedêrisîyê li xwe wergire û evî mirî nemirîyê li xwe wergire, hingê ew gotinê bê sêrî, ku nivîsar e: «Serk’etinê mirin h’ûfî xwe kir» .
[55] «Mirin, k’anê qîlê je’ra te? Mirin, k’anê serk’etina te?»
[56] Qîlê mirinê gune ye û qewata guna ji Qanûnê ye.
[57] Lê şikir ji Xwedê, ku em bi destê Xudanê me Îsa Mesîh ser xistin.
[58] Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe neh’ejin, her gav şixulê Xudanda pêşda her’in, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.