[1] Ji Pawlosê ku bi e’mirê Xwedê şandîtîya Mesîh Îsar’a gazîkirî, t’evî Sostênîsê bira,
[2] civîna Xwedêye Korint’êr’a, buhurtî-jibarebûyîyêd yektîya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêr’a gazîkirî, t’evî wan h’emûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, Ew Xudanê wan û me ye:
[3] De bira k’erem û e’dilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.
[4] Ez her gav bona we şikirîyê didime Xwedêyê xwe, bona wê k’erema Wî, ya ku bi saya Mesîh Îsa wer’a hatîye dayînê.
[5] Belê hûn bi yektîya Wî her tiştîda dewletî bûn, her xeberdanê û her zanebûnêda.
[6] Hînkirina derheqa Mesîhda nava weda h’îmê xwe usa girtîye,
[7] ku hûn kêmasîya t’u p’êşk’êşê nak’işînin, gava hîvîya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in.
[8] Ewê we h’eta xilazîyê h’îmgirtî xwey ke, ku hûn R’oja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêlek’e bin.
[9] Amin e ew Xwedêyê ku gazî we kir, wekî hûn t’evî Kur’ê Wî Îsa Mesîhê Xudanê me bin.
[10] De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we h’emûya yek be û dutîretî nava weda t’unebin, lê h’emû jî bi hevr’a bin û ser nêt-meremekî bin.
[11] Çimkî min salixê we ji mala Xiloyê hilda xûşk-birano, ku nava weda de’w-doz hene.
[12] Awa gotî dixwazim bêjim, wekî nava weda yek dibêje: «Ez Pawlosî me», yek dibêje: «Ez Apoloyî me», yek jî dibêje: «Ez Petrûsî me» û yekî din jî dibêje: «Ez Mesîhî me».
[13] Çima Mesîh p’arevebûyî ye? Çima Pawlos bona we xaç bûye? Yan bi navê Pawlos hûn pê avê hatine nixumandinê?
[14] Ez ji Xwedê r’azî me, ku min ji we t’u kes nenixumand, pêştirî Kirîspo û Gayos.
[15] Niha t’u kes nikare bêje, ku hûn bi navê min hatine nixumandinê.
[16] (R’ast e min mala Steyfan jî nixumand. Lê wekî mayîn nayê bîra min, ku min yekî din nixumandibe.)
[17] Çimkî Mesîh ez nixumandinêr’a neşandim, lê Mizgînîdayînêr’a û ez vê yekê nadime zora xeberdana zimên, ku nebe qewata xaçê Mesîh ber tiştekî neyê h’esabê.
[18] R’ast e hînkirina derheqa xaçda undabûyîyar’a bêh’işî ye, lê me xilazbûyîyar’a, qewata Xwedê ye.
[19] Çawa nivîsar e: «Ezê serwaxtîya serwaxta unda kim û bîlantîya bîlana betal kim» .
[20] K’anên serwaxt? K’anên zane? K’anên aqilmendêd vê dinyayê? Ne serwaxtîya vê dinyayê Xwedê kire bêh’işî?
[21] Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêh’işî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.
[22] Cihû k’eremeta dixwazin û yûnan jî serwaxtîyê diger’in.
[23] Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyar’a p’işkbûn e, necihûyar’a jî bêh’işî,
[24] lê bona yêd ku Xwedê gazî wan dike, heger cihû bin, heger necihû, ew xeber Mesîh e, qewata Xwedê û serwaxtîya Xwedê.
[25] Çimkî ew kirêd Xwedêye ku ber ç’e’vê meriva bêh’işî xuya dibin, ew ji serwaxtîya merivayê serwaxttir in û ber ç’e’vê meriva çiqas sistîya Xwedê xuya dibe, ew ji qewata merivayê qewattir e .
[26] Dîna xwe bidinê xûşk-birano, hûn k’î bûne ku Xwedêda hatine gazîkirinê: Alîyê dinêda ji we gelek ne serwaxt bûne, ji we gelek dinêda ne zor bûne û ne jî ji we gelek malêd r’engînda bûne.
[27] Lê Xwedê bêh’işêd dinê bijartin, wekî serwaxta bide şermê û sistêd dinê bijartin, wekî yêd qewat bide şermê
[28] û Xwedê yêd dinêbêxebere bêr’ûmet û yêd ne t’u tişt bijartin, ku heyînêd berbiç’e’v r’et ke her’e,
[29] wekî t’u qûl-bende li ber Xwedê pê xwe nefir’e.
[30] Ewî hûn t’evî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî r’ast têne h’esabê, pîroz û aza dibin.
[31] Awa çawa nivîsar e: «Yê ku difir’e, bira bi Xudan bifir’e» .