Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 16

Listen to this chapter • 4:42

[1] Ez t’emîya xûşka Foybê didime we, ya ku berdestîya civîna Kenxêryayê dike.

[2] Hûn wê bi navê Xudan qebûl kin, çawa li cime’ta Xwedê dik’eve û gava dibe h’ewcê tiştekî, destê xwe dirêjî wê kin, çimkî ewê jî xweyîtî geleka kirîye û usa jî min.

[3] Silavê bidine Priskîlayê û Akîla , heval-xebatêd mine şixulê Mesîh Îsada.

[4] Wana bona min dest ji e’mirê xwe k’işand, ne ku t’enê ez ji wan r’azî me, lê t’emamîya civînêd ji necihûya jî.

[5] Û li civîna mala wanda jî silav kin. Apênetoyê delalê min jî silav kin, ku Asyayêda bawermendê Mesîhî pêşin e.

[6] Silavê bidine Meryemê, ku bona we gelek xûdan r’êtîye.

[7] Silavê bidine Endronîko û Yûnyasê pismam û hevalêd mine kelêda. Ew nava şandîyada e’yan in û berî min bawerîya xwe Mesîh anîne.

[8] Silavê bidine Emplîyato, delalê minî ji Xudan.

[9] Silavê bidine Ûrbano heval-xebatê meyî şixulê Mesîhda û Staxoyê delalê min.

[10] Silavê bidine Apêlîs, ku bona Mesîh yekî k’etî-r’abûyî ye. Silavê bidine mala Arîstopolo.

[11] Silavê bidine Hêrodîyonê pismamê min. Silavê bidine wan, yêd ku ji mala Nerkîso ne, nav bawerîya Xudanda ne.

[12] Silavê bidine Tirîfênayê û Tirîfosayê, k’îjan bona navê Xudan dixebitin. Silavê bidine Persîsêya delal, ku gelekî xûdan r’êtîye bona Xudan.

[13] Silavê bidine R’ûfoyê bijartîyê Xudan û dîya wî û usa jî çawa dîya min.

[14] Silavê bidine Asînkrîto, Flêgon, Hermês, Patrobas, Hermas û xûşk-birayêd mayîne t’evî wan.

[15] Silavê bidine Fîlologo û Yûlîya, Nêroyîs û xûşka wî, usa jî Olîmpas û t’emamîya cime’ta Xwedêye t’evî wan.

[16] Silavê bidine hev bi r’amûsana şîrê h’elal. H’emû civînêd Mesîh li we silav dikin.

[17] Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn h’evza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê p’işk dikin. Ji wan dûr bin.

[18] Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diç’êrînin. Bi zarê xweş û h’ilek’arîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.

[19] Guhdarîya we nav h’emûyada bi nav û deng e û ez bona we şa me, lê dixwazim ku hûn serwaxt bin hindava qencîyêda û dilsax bin hindava xirabîyêda.

[20] Û Xwedêyê e’dilayîyê zûtirekê wê serê mîrêcin binê nigêd weda bip’elêxe. K’erema Xudanê me Îsa Mesîh t’evî we be.

[21] Tîmot’êyoyê heval-xebatê min li we silav dike, usa jî Lûkyo, Yason û Sospatroyê pismamêd min.

[22] Ez Tertîyo jî bi navê Xudan li we silav dikim, yê ku ev ne’me nivîsî.

[23] Gayos li we silav dike, qonaxê min û yê t’emamîya civînê. Êrastoyê ser xizna bajêr li we silav dike û usa jî birayê Kiwarto.

[24] K’erema Xudanê me Îsa Mesîh t’evî we h’emûya be. Amîn .

[25] Niha şikir ji Wîr’a, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê sur’a ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,

[26] lê niha bi nivîsarêd p’êxembera e’yan bû û bi e’mirê Xwedêyê h’eta-h’etayê hate naskirinê, wekî h’emû milet bawer bikin û guhdar bin.

[27] Şikir ji Xwedêyê t’enêyî serwaxtr’a, bi saya Îsa Mesîh, h’eta-h’etayê. Amîn .

R’omayî — Chapters