R’omayî 3
[1] Îdî cihû çiva zêde ye? Yan jî çi feyda sinetîyê heye?
[2] Gelekî, bi her alîyava. Berê pêşin wê yekêva, ku gotinêd Xwedê li wan hatine spartinê.
[3] Awa heger ji wan hinek amin neman, dibe ku ji dest bêaminîya wan Xwedê wê bêamin derê?
[4] T’u car! De bira Xwedê r’ast be û h’emû meriv derew, çawa nivîsar e: «Wekî gotinêd Xweda Tu bêsûc derêyî û dîwana Xweda Tu serk’evî» .
[5] Lê heger neheqîya me heqîya Xwedê dide k’ifşê, em çi bêjin? Wekî usa ye Xwedê neheq e, ku xezebê tîne serê me? (Bi merivayî xeber didim).
[6] T’u car! Heger ne usa be, Xwedê wê çawa dîwana dinê bike?
[7] Lê heger r’astîya Xwedê, bona r’ûmeta Wî, bi derewîya min hê k’ifş dibe, lê îdî çima wê dîwana min mîna gunek’arekî bê kirinê?
[8] Û gelo heq e ku em aha bêjin: «Xirabîyê bikin, ku bibe qencî», çawa hinek şer’a li me gilî dikin, yanê em usa dibêjin? Ew meriv wê r’ast ser bela xwe vebin.
[9] Awa em îdî çi bêjin? Em cihû tiştekîva ji necihûya çêtir in? Na xêr! Çimkî me îdî jor da k’ifşê, çawa cihû, usa jî necihû, h’emû jî bin h’ukumê guneda ne.
[10] Çawa nivîsar e: «Yekî r’ast t’une, t’u kes t’une,
[11] kesek t’une, ku fe’m bike, kesek t’une, li Xwedê biger’e.
[12] H’emû bende xalifî ne, bi hevr’a t’evayî bêkêr bûne, yekî qencîyê bike t’une, t’u kes t’une.
[13] Gewrîya wane t’irba vekirî ye, zimanê wane derewîn e , je’ra me’ra bin zarê wan e .
[14] Devê wana t’ijî nifir’ û te’lî ye ,
[15] nigê wane xûnr’êtinêr’a dilezîne.
[16] R’îya wane qede û bela ne.
[17] R’îya e’dilayîyê nasnekirî ne,
[18] tirsa Xwedê li ber ç’e’va qet t’unî ne ».
[19] Awa em zanin Qanûn çi ku dibêje, wanar’a dibêje, yêd ku bin h’ukumê Qanûnêda ne, wekî h’emû dev bêne girêdanê û t’emamîya dinyayê li ber dîwana Xwedê cabdar be.
[20] Çimkî bi kirêd Qanûnê t’u qûl-bende wê li ber Xwedê r’ast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê.
[21] Lê niha bêyî Qanûnê, r’asth’esabkirina Xwedê xuya bûye, bona k’îjanê Qanûn û p’êxember jî şe’detîyê didin.
[22] Ev e r’asth’esabkirina Xwedê: K’î bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan h’emûya li ber Xwe r’ast h’esab dike . Firqî t’une,
[23] çimkî h’emûya gune kir û negihîştine r’ûmeta Xwedê.
[24] Lê ji k’erema Wî, bi azakirina Mesîh Îsa r’asth’esabbûnê p’êşk’êş distînin.
[25] Xwedê Ew k’ifş kiribû, ku Ew bi xûna Xwe li ber gunêd wan k’eve, yêd ku vê yekê bawer bikin. Xwedê ev yeka kir, ku r’asth’esabkirina Xwe bide k’ifşê, çimkî Wî bi sebira Xwe guh neda wan gunêd ku pêşda hatibûne kirinê.
[26] Awa gotî Xwedê bi Îsa ev yek kir, wekî r’asth’esabkirina Xwe vî zemanîda bide k’ifşê, ku Xwexa r’ast e û her kesê ku bawerîya xwe Îsa tîne, wan r’ast h’esab dike.
[27] Awa îdî çi maye ku em pê bifir’in? H’emû p’ûç’ bû çû. Çima p’ûç’ bû? Çimkî em Qanûnê diqedînin? Na xêr, lê çimkî em bawer dikin.
[28] Çimkî meva fe’mdarî ye, ku meriv bi bawerîyê r’ast h’esab dibe, bêyî kirêd Qanûnê.
[29] Yan Xwedê t’enê Xwedê cihûya ye? Ne yê necihûya ye? Belê, yê necihûya ye jî,
[30] çimkî Xwedê yek e û ew yêd sinetbûyî bi bawerîyê r’ast h’esab dike û nesinetbûyîya jî dîsa bi wê bawerîyê.
[31] Wekî usa ye em bi bawerîyê Qanûnê betal dikin? T’u car, lê em Qanûnê mak dikin.