Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 2

Listen to this chapter • 5:00

[1] Awa e’vdo, dixwazî k’î bî, gava loma dikî, tu nikarî xwe bêsûc kî. Çawa loma xelqê dikî, usa jî tu xwe lomek’ar dikî, çimkî tu ku loma dikî, xût wan tişta dikî .

[2] Lê em zanin ku dîwana Xwedê wê bi r’astîyê ser wanda bê, yêd ku tiştêd usa dikin.

[3] Awa e’vdo, tu ku loma xweyê van kira dikî û tu xwexa jî wan tişta dikî, te t’irê tê ji dîwana Xwedê bir’evî?

[4] Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi t’obekirinê?

[5] Lê tu bi serh’işkî û dilkevirîya xwe xezebê ser xweda dicivînî, bona R’oja Xezebê, gava dîwana Xwedêye heq xuya be.

[6] Ewê weke e’melê her kesî bîne pêşîya wan .

[7] Jîyîna h’eta-h’etayê wê bide wan, yêd ku t’imê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, r’ûmetê û nemirîyê dixwazin.

[8] Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku k’ara xwe diger’in, dest ji r’astîyê kirine û xwe dane xirabîyê.

[9] Tengasî û zulmê ser wan h’emûyada bê, yêd xirabîyê dikin, pêşîyê ser cihûya, paşê ser necihûya.

[10] Lê hurmet, r’ûmet û e’dilayî wê wan h’emûyar’a be, yêd ku qencîyê dikin, pêşîyê cihûr’a û paşê necihûr’a.

[11] Çimkî li cem Xwedê firqî t’une .

[12] Ewêd bêyî Qanûna Mûsa ku gune dikin, bêyî Qanûn jî wê unda bin, lê ewêd xweyîqanûn ku gune dikin, bi Qanûnê jî wê dîwana wan bibe.

[13] Çimkî ne ku ewêd Qanûnê dibihên li ber Xwedê r’ast in, lê ewêd ku Qanûnê diqedînin wê r’ast bêne h’esabê.

[14] Necihûyêd ku Qanûna wan t’une, gava bê h’emdê xwe xwestinêd Qanûnê diqedînin, belê ewe bê Qanûn in, xwexa bona xwe dibine qanûn.

[15] Çimkî evana didine k’ifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şe’detîya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin.

[16] Wê R’ojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.

[17] Awa tu cihû têyî h’esabê, te xwe spartîye Qanûnê û bi Xwedêyê xwe difir’î,

[18] xwestina Wî zanî û ji Qanûnê hîn bûyî, qencî-xirabîyê ji hev derdixî.

[19] Û tu ser xwe guman î, ku r’êberê kora yî, r’onayîya ber yêd te’rîyêda,

[20] şîretk’arê bêfe’ma, dersdarê xişîma. Tu xweda jî guman î, ku bi Qanûnê xût tu xweyê t’erzê zanebûnê û r’astîyê yî.

[21] Lê belê awa tu ku hevalê xwe hîn dikî, xwexa xwe hîn nakî? Dannasîn dikî, ku nedizin, lê tu didizî?

[22] Dibêjî: «Zinîyê neke», lê zinîyê dikî? Ji p’ûta zivêr î, lê p’aristgehêd wan t’alan dikî ?

[23] Bi Qanûnê difir’î, lê Qanûnê dit’er’ibînî, Xwedê bêhurmet dikî?

[24] Çawa nivîsar e: «R’ûyê we cihûyada navê Xwedê nava necihûyada tê bêhurmetkirinê» .

[25] Belê k’ara sinetîyê wê hebe, heger Qanûnê biqedînî. Lê heger tu Qanûnê dit’er’ibînî, sinetbûna te dibe bêsinetî.

[26] Usa jî, heger yê nesinetkirî t’emîyêd Qanûnê biqedîne, nesinetîya wî wê sinetî neyê h’esabê?

[27] Û yê binyat’a xweda nesinetkirî ku Qanûnê diqedîne, wê dîwana te bike, ku tu xweyê nivîsar û sinetîyê yî, lê Qanûnê dit’er’ibînî.

[28] Çimkî cihû ne ew e, ku dervava ye û sinetî ne ew e, ku dervava ser bedenê ye.

[29] Lê cihû ew e, yê ku dilê xweda cihû ye û sinetîya r’ast dilê sinetbûyî ye, bi R’uh’, ne bi Qanûna nivîsar. Yê ha, ne ku meriv p’eyê wî didin, lê Xwedê .

R’omayî — Chapters