R’omayî 14
[1] Ewê ku bawerîyêda sist e, qebûl kin, lê ne ku bona bîr-bawerîya wî jêr’a bik’evine de’wê.
[2] Yek bawer dike, ku her tiştî dikare bixwe, lê yê sist e, t’enê p’incar’ê dixwe.
[3] Ewê ku dixwe, bira yê naxwe bêhurmet neke û ewê ku naxwe, bira loma yê dixwe neke, çimkî Xwedê ew qebûl kirîye.
[4] Tu k’î yî ku loma xulamê xelqê dikî? Heger sekinî be yan k’etî be, ew îşê Xweyê wî ye. Lê wê bisekine, çimkî Xudan dikare wî bide sekinandinê.
[5] Yek r’ojekê ser r’ojê dinr’a digire, yek jî h’emû r’oja weke hev digire. Bira her kes fe’mîna xweda bawer be.
[6] K’ê r’ojekê xwer’a e’zîz h’esab dike, bona Xudan e’zîz h’esab dike, usa jî ewê dixwe bona Xudan dixwe, çimkî şikirîyê dide Xwedê. Û yê naxwe jî bona Xudan naxwe û şikirîyê dide Xwedê.
[7] Ji me tu kes bona xwe najî û t’u kes jî bona xwe namire.
[8] Heger em dijîn, bona Xudan dijîn û heger em dimirin bona Xudan dimirin. Awa heger em bijîn yan bimirin, p’ara Xudan in.
[9] Bona vê yekê jî Mesîh mir û sax bû, wekî hin h’ukumî ser mirîya bike, hin jî ser zêndîya.
[10] Îdî tu çima loma birê xwe dikî? Yan tu çima birê xwe bêhurmet dikî? Em h’emûyê jî li ber dîwana Xwedê bisekinin .
[11] Çimkî nivîsar e: «Ez saxîya Xwe kim, Xudan dibêje, ku her çok wê li ber Min bitewe û her kesê bêje: ‹Tu yî Xwedê›» .
[12] Awa ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide.
[13] De îdî em loma hevdu nekin, lê hûn xwer’a bidine ber h’esaba, çawa bikin ku nig nedine li ber bira, ku nelik’umin yan p’işk nebin.
[14] Ez vê yekê zanim û Xudan Îsada guman im, ku tiştekî ji xwe h’eram t’une, lê bona wî h’eram e, yê ku h’eram h’esab dike.
[15] Heger bi xwarina xwe tu dilê birê xwe ji xwe dihêlî, îdî jîyîna te ne bi h’izkirinê ye. Bi xwarina xwe wî unda neke, bona k’îjanî Mesîh mir.
[16] Bira ew tiştêd ku tu bona xwe qenc dibînî, nebe me’nî ku xirabî bê gotinê.
[17] Çimkî P’adşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, e’dilayî û şabûnêda ye, ku dayîna R’uh’ê Pîroz in.
[18] K’ê bi van xulamtîyê Mesîhr’a dike, ew li Xwedê xweş tê û dibe şîrinê meriva.
[19] Awa em hindava hevda ser nêta e’dilayîyê û bawerî avakirinê bin.
[20] R’ûyê xwarinêda şixulê Xwedê xirab nekin. Her tişt h’elal e, t’enê bona wî merivî ne r’ast e, yê ku bi xwarina xwe dibe bayîsê k’etina xelqê.
[21] Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bik’eve.
[22] Tu çawa bawer dikî, bira nava te û Xwedêda bimîne. Xwezî li wî, yê ku bi van tiştêd ku fe’m dike ku r’ast in, xwe gunek’ar nake.
[23] Lê heger yek dixwe dudilîyê dike, dîwanê ser xweda tîne, çimkî bi bawerîyê naxwe. Û her tiştê ku ne bi bawerîyê ye, gune ye.