R’omayî 5
[1] Awa ku em bi bawerîyê r’ast hatine h’esabê, e’dilayîya me t’evî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.
[2] Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît t’evî wê k’eremê bin, k’îjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê t’evî r’ûmeta Xwedê bin difir’in.
[3] Û ne t’enê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difir’in, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,
[4] sebir jî k’etin-r’abûnê, k’etin-r’abûn jî gumanê.
[5] Û guman jî me r’ûr’eş nake, çimkî h’izkirina Xwedê ser meda bi wî R’uh’ê Pîroz barîye, Yê ku mer’a hatîye dayînê.
[6] Çimkî gava eme hê bêç’are bûn, Mesîh bona me nep’aka wextda mir.
[7] Degme bona merivekî r’ast yek bimire, belkî bona merivekî qenc yekê biwêre bimire,
[8] lê belê Xwedê h’izkirina Xwe hindava meda hingê da k’ifşê, gava eme hê gunek’ar bûn, Mesîh bona me mir.
[9] Niha em ku bi xûna Wî li ber Xwedê r’ast h’esab bûne, hê çiqas zêde emê bi Wî ji xezebê xilaz bin.
[10] Heger em t’evî Xwedê bi mirina Kur’ê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.
[11] Û ne t’enê haqas, lê bi Xwedê jî em difir’in, saya Xudanê xwe Îsa Mesîh, bi K’îjanî em t’evî Xwedê li hev hatine.
[12] Awa bi merivekî gune k’ete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser h’emû meriva bela bû, çimkî h’emûya jî gune kir .
[13] Berî Qanûnê, dinyayêda gune hebû, lê dera ku qanûn t’une, gune nayê h’esabê.
[14] Lê belê mirinê ji Adem girtî h’eta Mûsa h’ukum kir, h’eta ser wan jî, yêd ku mîna Adem gur’a Xwedê dernek’etin. Adem mîna t’erzekî Wî bû, Yê ku wê peyr’a bihata.
[15] Lê p’êşk’êşa Xwedê mîna neheqîya Adem nîne. Çimkî heger bi neheqîya merivekî gelek mirin, hê çiqas zêde k’erema Xwedê û dayîna ku bi k’erema Merivekî, yanê ya Îsa Mesîh ser geleka zêde bû.
[16] Û p’êşk’êş ne usa ye, çawa heqê gunê yekî, çimkî dîwanê bi gunekî sûcdarî anî, lê p’êşk’êşê ji gelek neheqîya bêsûc kir.
[17] Çimkî heger bi neheqîya merivekî û r’ûyê wîda mirinê h’ukum kir, çiqas zêde ewêd ku k’erema Xwedêye dewlemend û r’asth’esabbûnê p’êşk’êş distînin wê jîyînêda bi saya Yekî, awa gotî Îsa Mesîh p’adşatîyê bikin.
[18] Awa bi vî awayî pê neheqîkê dîwana t’emamîya merivayê bû, usa jî bi kirineke r’ast h’emû meriv wê r’ast bêne h’esabê û jîyînê bistînin.
[19] Çawa bi neguhdarîya yekî gelek bûne gunek’ar, usa jî bi guhdarîya Yekî gelek wê r’ast bêne h’esabê.
[20] Lê belê Qanûn k’ete navê, ku neheqî zêde be, lê li k’îderê gune zêde bû, k’erem jî li wir hê zêde bû,
[21] wekî çawa gune bi mirinê h’ukum kir, usa jî k’erema Xwedê bi r’asth’esabkirinê h’ukum bike, me bibe berbi jîyîna h’eta-h’etayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.