R’omayî 4
[1] Em îdî çi bêjin bona Birahîmê bave’şîrê xwe, alîyê bedenêda? Ewî çi dît?
[2] Heger Birahîm bi kirêd xwe r’ast h’esab bibûya, hingê dikaribû bi kirêd xwe bifir’îya, lê ne li ber Xwedê.
[3] Lê k’a nivîsar çi dibêje? «Birahîm Xwedê bawer kir û ew yek jêr’a r’astî hate h’esabê» .
[4] Awa heger yek şixulekî dike, maşê wî jêr’a nayê dayîn çawa p’êşk’êş, lê çawa deyn.
[5] Lê heger gumana yekî ne ser şixulê wî ye, lê bawerîya xwe Wî tîne, Yê ku nep’aka bêsûc dike, bi vê bawerîyê ew r’ast h’esab dibe.
[6] Dawid jî aha xwezîya xwe li wî merivî tîne, yê ku Xwedê bêyî kira wî r’ast h’esab dike.
[7] «Xwezî li wan, ku neheqîyêd wan hatine baxşandinê û gunêd wan hatine nixamtinê.
[8] Xwezî li wî bendeyî, ku Xudan wîr’a gune h’esab nake».
[9] Gelo eva xwezîya li sinetbûyîya tê dayînê, yan nesinetbûyîya? Çawa me got, ku bawerîya Birahîm jêr’a r’astî hate h’esabê .
[10] Lê belê k’engê hate h’esabê? Pey sinetbûnêr’a, yan berî sinetbûnê? Ne ku pey sinetbûnêr’a, lê berî sinetbûnê.
[11] Û paşê ewî sinetbûn nîşan stand, çawa mora r’asth’esabbûnê, bi wê bawerîya xweye berî sinetbûnê. Bi vî awayî Birahîm bû bavê h’emû bawermendêd nesinetbûyî, wekî ew jî r’ast bêne h’esabê
[12] û usa jî bû bavê sinetbûyîya, ne ku t’enê yê sinetbûyîya, lê yê wan jî, k’îjan p’êga wê bawerîyêda diçin, ya ku Birahîmê bavê me hê berî sinetbûnê bawer kir.
[13] Ew sozê Birahîm û zur’eta wîr’a hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û r’ast hate h’esabê .
[14] Heger t’enê ewêd ji kirêd Qanûnê bibûna xweyê war, hingê bawerî wê p’ûç’ bûya û sozê jî betal bûya .
[15] Çimkî Qanûn hêrsê r’adike. Dera ku qanûn t’une, qanûnt’er’ibandin jî t’une.
[16] Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona h’emû zur’etêd Birahîm p’êşk’êşeke erêkirî be, ne ku t’enê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me h’emûya ye ,
[17] çawa nivîsar e: «Min tu kirî bavê gelek mileta» . Ew bavê me ye, li ber wî Xwedêyê ku ewî bawer kir, wekî Ew mirîya sax dike û gazî tiştêd t’unene dike, çawa ku hene.
[18] Wî cîyê ku guman nemabû, Birahîm bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta, çawa hatibû gotinê: «Zur’eta teyê jî wê haqasa be» .
[19] Û ew bawerîyêda sist nebû, ne h’alê qalibê xweda nihêr’î, wekî îdî mîna mirîya bû, (çimkî ew nêzîkî sed salî bû) û ne jî bet’ina Serayêye mirî nihêr’î .
[20] Lê bawerîya xwe li sozê Xwedê anî û dudilî nebû, bi bawerîyê ser qewata xweda hat, şikirîya xwe Xwedê anî
[21] û wê yekêda bawer bû, ku Yê soz daye wê bîne sêrî jî.
[22] Bona vê bawerîyê «jêr’a r’astî hate h’esabê» .
[23] Lê ev gotin ne t’enê bona Birahîm hate nivîsarê, ku Xwedê ew r’ast h’esab kir,
[24] lê belê ew bona me jî nivîsar e. R’astbûnê mer’a jî bê h’esabê, k’îjanêd ku bawerîya xwe Wî tînin, Yê ku Xudanê me Îsa ji mirinê r’akir.
[25] Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê r’abû, ku em r’ast bêne h’esabê .