Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 10

Listen to this chapter • 3:46

[1] Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye.

[2] Ez şe’dê wana me, ku ew hindava Xwedêda xweyîxîret in, lê ev yek bê zanebûn e.

[3] Wana fe’m nekir, ku Xwedê çawa mêriv r’ast h’esab dike, xwestin bi cûr’ê xwe h’îmê heqîyê daynin û li ber heqîya Xwedê ta nebûn.

[4] Çimkî bi Mesîh Qanûn ser hevda hat, ku her bawermend bi wî r’ast bê h’esabê.

[5] Bona wê r’asth’esabbûna ji Qanûnê Mûsa aha dinivîse: «Merivê ku Qanûnê biqedîne, bi wê jî ewê bijî» .

[6] Lê r’asth’esabbûna ku ji bawerîyê ye, aha dibêje: «Dilê xweda nebêje: K’ê wê r’abe e’zmên?» (awa gotî Mesîh jorda bîne),

[7] yan: «K’ê wê her’e dîyarê mirîya?» (awa gotî Mesîh ji nava mirîya derxe).

[8] Lê belê nivîsar çi dibêje? «Xebera Xwedê li cem te ye, li ser zarê te ye û dilê teda ye» , (awa gotî ew xebera bawerîyê, ya ku em dannasîn dikin).

[9] Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê Ew ji nava mirîya r’akirîye, tê xilaz bî.

[10] Çimkî bi dil yek bawer dike, r’ast tê h’esabê û bi dev îqrar dike, xilaz dibe.

[11] Çawa nivîsar dibêje: «Her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe» .

[12] Li vir firqî t’une nava cihû û necihûyada, çimkî Xudanê h’emûya yek e, hindava wan h’emûyada jî mer’d e, k’îjanêd gazî Wî dikin.

[13] Çimkî nivîsar dibêje: «K’î gazî navê Xudan ke, wê xilaz be» .

[14] Lê wê çawa gazî Wî kin, heger bawerîya xwe Wî neanîne? Yan wê çawa bawerîya xwe Wî bînin, heger bona Wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe?

[15] Yan wê çawa xeberê dannasîn kin, heger neyêne şandinê? Çawa nivîsar e: «Çiqasî h’ewas in gavêd yêd mizgînîya xêrê didin!»

[16] Lê h’emûya gur’a Mizgînîyê nekir, çimkî Îşaya dibêje: «Xudan, k’ê ew gotina ku me got bawer kir?»

[17] Awa bawerî ji bihîstinê tê û bihîstin jî ji gotinêd bona Mesîh.

[18] Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan t’emamîya e’rdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû» .

[19] Ez dîsa dipirsim: Gelo Îsraêl pê neh’esîya? Pêşîyê Mûsa dibêje: «Ezê bi miletê ne milet hêlana bidime we û bi miletekî bêfe’m hêrsa we r’akim» .

[20] Û Îşaya mêrk’îmî dibêje: «Ez wanva derk’etim, k’îjan li Min nediger’îyan û Ez wanva e’yan bûm, k’îjana bona Min nedipirsîn» .

[21] Lê belê bona Îsraêlê dibêje: «T’emamîya r’ojê Min destê Xwe dirêjî miletekî serh’işk û xweserîxwe kir» .

R’omayî — Chapters