Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 9

Listen to this chapter • 5:42

[1] Ez bi Mesîh bê xêlif r’ast dibêjim û îsafa min jî bi saya R’uh’ê Pîroz minr’a şe’detîyê dide,

[2] ku ez gelekî ber xwe dik’evim û kula dilê min jî k’ûr e.

[3] Çimkî min xwexa dixwest nifir’ li min bibûya, t’êla min ji Mesîh biqetîya, bona miletê minî ji xûn-goştê min,

[4] ku îsraêlî ne. Li wan dik’eve bibine lawêd Xwedê, Xwedê r’ûmeta Xwe nîşanî wan da, peyman t’evî wan girêdan, qanûnêd Xwe dane wan û kirine xweyêd h’ebandin û sozêd dayî .

[5] Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser h’emûyar’a Xwedêyê h’eta-h’etayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn.

[6] Lê belê naqewime ku sozê Xwedê xêlif derê, çimkî ne ku ew h’emû ne îsraêlî, yêd ku ji Îsraêl dinê k’etine

[7] û ne jî h’emûyêd ji bedena Birahîm bûne zar’êd wîye heq-h’elal in, lê hatîye gotinê: «Zur’eta teyê Îshaqda bê navkirinê» .

[8] Awa gotî zar’êd Xwedê ne ew in, yêd ku ji bedena t’ebîyetî ne, lê zar’êd sozdayî wê zur’et bêne h’esabê.

[9] Çimkî sozê gotî ev bû: «Saleke din vî çaxî ezê li ser teda bêm û kur’ekê Serayêr’a bibe» .

[10] Lê ne t’enê ev bû, R’êvêka jî bi du kur’a ji bavekî h’emle derk’et, awa gotî ji bavê me Îshaq.

[11] Gava kur’ik hê nebibûn, hê qencî-xirabî nekiribûn, R’êvêkayêr’a hate gotinê: «Yê mezin wê xulamtîyê li yê biç’ûk bike». Ev yek bû, wekî qirara Xwedê weke bijartina Wî derê, ne ku kirava girêdayî be, lê li gora gazîya Xwedê be.

[13] Çawa nivîsar e: «Min Aqûb h’iz kir, lê ji Esaw çûm» .

[14] Em îdî çi bêjin? Gelo neheqîya Xwedê heye? Na xêr!

[15] Çimkî Mûsar’a dibêje: «Ez k’îjanî bême r’e’mê, Ezê bême r’e’mê û dilê Min ser k’ê bişewite, wê bişewite» .

[16] Ev yek îdî ne ji xwestin yan xîreta mêriv e, lê ji r’e’ma Xwedê ye.

[17] Çimkî nivîsara pîroz Firewinr’a dibêje: «Bona wê yekê Min tu kirî p’adşa, wekî qewata Xwe bi te bidime k’ifşê û navê Min t’emamîya dinyayêda bê gotinê» .

[18] Awa Xwedê k’îjana dixwaze tê r’e’mê û k’îjana dixwaze wan serh’işk dike.

[19] Ku usa ye tê minr’a bêjî: «Lê îdî çima Xwedê me neheq dike? K’î dikare li ber qirara Wî r’abe?»

[20] Lê tu k’î yî, e’vdo, ku li ber gotina Xwedê r’adibî? Gelo cêr’ dikare cêr’kerr’a bêje: «Te çima ez aha çêkirime?»

[21] Çima h’ukumê cêr’ker ser axê t’une ku ji wê h’er’îya stirayî hin derdanêd bona r’ûmetê çêke, hin jî bona bêr’ûmetê?

[22] Lê çi vê yekêr’a heye, heger Xwedê xwest berî k’ifşkirina hêrs û qewata Xwe, bi dûmika dirêj gelekî sebira Xwe li wan derdanêd hêjayî hêrsê bîne, yêd ku undabûnêr’a hazir sekinî ne?

[23] Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya r’ûmeta Xwe wan derdanar’a bide k’ifşê, yêd ku bûne xweyê vê r’e’mê, k’îjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew t’evî r’ûmeta Wî bibûna.

[24] Û ew derdanêd gazîkirî em in, ne ku t’enê ji cihûya, lê ji necihûya jî,

[25] çawa k’itêba Hosêyada Ew dibêje: «Cime’ta ku ne cime’ta Min e, Ezê bêjimê: ‹Cime’ta Min› û ya ne delal Ezê bêjimê: ‹Delal›» .

[26] Û «wê dera ku wanr’a hate gotinê: ‹Hûn ne cime’ta Min in›, hema li wir jî ewê lawêd Xwedêyê sax bêne gotinê» .

[27] Îşaya jî bona Îsraêl dike gazî dibêje: «Heger h’esabê zar’êd Îsraêl weke qûma be’rê be, t’enê hinek wê jê xilaz be.

[28] Çimkî Xudan wê kin û kurt zûtirê dîwana dinê bike».

[29] Û çawa Îşaya berî vê yekê got: «Heger Xudanê Zor mer’a zur’et nehişta, emê bik’etana r’oja Sodomê û bibûna mîna Gomorayê» .

[30] Em îdî çi bêjin? Necihûyêd ku pey r’asth’esabbûnê nediçûn, gihîştine r’asth’esabbûnê, wê r’asth’esabbûna ji bawerîyê,

[31] lê Îsraêl ku pey Qanûnê diçû ku r’ast bê h’esabê, negihîşte wê yekê.

[32] Çima? Çimkî ew ne ku bi bawerîyê bû, lê bi kirêd xwe. Û ew ser kevirê lik’umandinêda k’et hol bû,

[33] çawa nivîsar e: «Va Ez kevirekî lik’umandinê Sîyonêda datînim, zinarekî jê holbûnê lê her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe» .

R’omayî — Chapters