Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 7

Listen to this chapter • 4:46

[1] Hûn r’ind fe’m dikin xûşk-birano, ezê niha derheqa çida wer’a xeber dim, çimkî ez t’evî wan xeber didim, yêd ku haş ji qanûnê hene: Qanûn ser mêriv haqas wext h’ukum dike, h’eta ku meriv sax e.

[2] Mesele, jina mêrkirî bi qanûnê mêrê xweyî saxva girêdayî ye, lê heger mêr lê dimire, ew hingê ji wê qanûna ku mêrva girêdayî bû aza dibe.

[3] Awa heger mêrê wê hê sax be ew bibe jina mêrekî din, wê zinêk’ar bê h’esabê, lê heger mêr lê bimire, ew ji wê qanûnê aza dibe û zinêk’ar nabe, heger bibe jina mêrekî din.

[4] Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine p’ara yekî din, Yê ku ji mirinê r’abûye, wekî hûn Xwedêr’a ber bînin.

[5] Çimkî gava me hê bi binyat’a merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin.

[6] Lê niha em hindava Qanûnêda mirin, ji wê xilaz bûn, bi k’îjanê em girtî bûn, ku em bi jîyîna nûye r’uh’anî xulamtîyê Xwedêr’a bikin, ne ku bi r’îya Qanûna nivîsar.

[7] Awa em çi bêjin? Gelo Qanûn gune ye? Na xêr! Lê belê minê gune nas nekira, heger Qanûnê nîbûya. Mesele, dilhavijî jî minê nizanibûya gune ye, heger Qanûnê negotibûya: «Dilhavijîyê neke» .

[8] Lê gune ji t’emîyê mecal stand, nava minda her cûr’e dilhavijî pêşda anîn. Çimkî bê qanûn gune mirî ye.

[9] Ez xwexa wextekê bêyî qanûn sax bûm, lê gava t’emî gihîşte min, gune sax bû

[10] û ez mirim. Ew t’emîya ku wê jîyîn bida min, hema ew jî bû sebebê mirina min.

[11] Çimkî gune ji t’emîyê mecal stand ez xapandim û bi wê kuştim.

[12] Awa Qanûn pîroz e û t’emîya wê pîroz, r’ast û qenc e.

[13] Wekî usa ye ya qenc minr’a bû mirin? Na xêr! Lê ev kirê gune bû, ku bi ya qenc mirin ser minda anî. Ev yek aha bû, wekî h’unurê gune k’ifş be û bi t’emîyê hê gunek’arîya gune k’ifş be.

[14] Belê em zanin ku Qanûn r’uh’anî ye, lê ez xûn û goşt im, xulamekî guner’a firotî.

[15] Çimkî ez fe’m nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber ç’e’vê min r’eş e .

[16] Lê heger ez tiştê ne bi dilê xwe dikim, Qanûnêr’a qayl im, ku ew qenc e.

[17] Lê awa ne ku ez wê yekê dikim, lê belê gunê ku nava minda dimîne dike.

[18] Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyat’a minda, t’u tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minr’a li hev nayê.

[19] Belê wê qencîya ku dixwazim bikim nakim, lê xirabîya ku naxwazim wê dikim.

[20] Heger ez wî tiştê ne bi dilê xwe dikim, îdî ne ku ez dikim, lê ew gunê ku nava minda dimîne, ew dike.

[21] Awa ez qanûnekê dibînim: Gava dixwazim ku qencîyê bikim, bê h’emdê min dibe xirabî.

[22] Ez bi k’ûrayîya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim,

[23] lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna h’işê min begem kirîye dike şer’ û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye.

[24] Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! K’î wê min ji destê vî qalibê p’ûç’î-mirî xilaz ke?

[25] (Şikir ji Xwedêr’a, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!) Bi vî awayî ez xwexa bi h’iş-aqilê xwe xulamtîyê qanûna Xwedêr’a dikim û bi qalibê xwe xulamtîyê qanûna gunar’a dikim.

R’omayî — Chapters