R’omayî 6
[1] Lê em niha çi bêjin? Em nava gunada bimînin, ku k’erema Xwedê ser meda zêde be?
[2] T’u car! Em ku hindava gunada mirin, çawa dikarin hê nava wanda bijîn?
[3] Hûn nizanin em ku yektîya Mesîh Îsada hatine nixumandinê, mirina Wîda hatine nixumandinê?
[4] Bi nixumandinê em îdî t’evî mirina Wî bûne û t’evî Wî hatine definkirinê, wekî çawa Mesîh bi r’ûmeta Bavê ji mirinê r’abû, usa jî emê bikaribin jîyîna nûda bijîn .
[5] Çimkî heger em mîna mirina Wî mirin t’evî Wî bûn, emê usa jî mîna r’abûna Wî ji mirinê r’abin.
[6] Em vê yekê zanin ku binyat’a meye kevin t’evî Wî xaç bû, wekî qalibê gunek’ar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune.
[7] Çimkî ewê ku mirîye, ew ji gune azabûyî ye.
[8] Awa heger em t’evî Mesîh mirine, em bawer dikin, ku emê t’evî Wî bijîn jî.
[9] Çimkî em zanin Mesîh ku ji mirinê r’abûye, îdî namire, mirin ser Wî îdî h’ukum nake.
[10] Mirina Ew mir, hindava guneda carekê bona her t’im mir, lê jîyîna ku niha dijî, hindava Xwedêda dijî.
[11] Usa jî hûn xwe hindava guneda mirî h’esab kin, lê hindava Xwedêda sax, bi saya Mesîh Îsa.
[12] Awa bira îdî gune h’ukumî ser qalibê weyî p’ûç’î-mirî neke, ku hûn gur’a xwestinêd wî bikin.
[13] Û endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqîyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê r’abûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqîyê, bona Xwedê.
[14] Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin k’eremêda.
[15] Îdî çi? Em guna bikin, çimkî ne bin qanûnêda ne, lê bin k’eremê? T’u car!
[16] Hûn haqas tişt nizanin ku hûn bona xulamtîyê destê k’êva diçin û gur’a k’ê dikin, dibine xulamêd wî? Heger hûn xulamêd gune bin, diçine berbi mirinê, lê heger hûn xulamêd Xwedê bin, gur’a Wîda bin, diçine berbi r’asth’esabbûnê.
[17] Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura t’erzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.
[18] Hûn ji gune aza bûn û bûne xulamêd heqîyê.
[19] (Ez mîna e’detê merivayê dibêjim, bona binyat’a weye merivayîye bêt’aqet.) We çawa wextekê endemêd xwe dane neheqîyê ku bibine xulamêd h’eramîyê û neheqîyê, usa jî niha endemêd xwe bidine h’elalîyê ku bibine xulamêd heqîyê.
[20] Gava hûn xulamêd gune bûn, ji heqîyê aza bûn.
[21] Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona k’îjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.
[22] Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê h’elalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna h’eta-h’etayê ye.
[23] Çimkî maşê gune mirin e, lê p’êşk’êşa Xwedê jîyîna h’eta-h’etayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.