Skip to content
Opens in a new window

R’omayî 11

Listen to this chapter • 6:26

[1] Awa ez dipirsim: Gelo Xwedê dest ji cime’ta Xwe kir? Na xêr! Ez xwexa jî îsraêlî me, ji zur’eta Birahîm im, ji qebîla Binyamîn .

[2] Xwedê dest ji cime’ta Xwe nekir, k’îjan pêşda bijartibû. Yan hûn nizanin serhatîya Êlyasda nivîsar çi dibêje çawa, wî şikîyatê Îsraêlê li Xwedê dikir digot?

[3] «Xudan, p’êxemberêd Te kuştin, gorîgehêd Te xirab kirin, t’enê ez mame û pey min jî k’etine ku bikujin» .

[4] Lê caba Xwedê çi bû? «Min Xwer’a h’eft h’ezar merî xwey kirine, yêd ku li ber Bae’l çok nedane» .

[5] Usa jî niha vî zemanîda hineke bi k’erema Xwedê bijartî mane.

[6] Û heger bi k’eremê ye, îdî ne ji kira ye, heger usa bûya, k’erem îdî nedibû k’erem.

[7] Îdî çi? Îsraêl negihîşte wê çi ku diger’îya, lê yêd bijartî gihîştinê û yêd mayîn kor bûn,

[8] çawa nivîsar e: «Xwedê şever’eşa kora anî ser wan, ku bi ç’e’va nebînin û bi guha nebihên, h’eta r’oja îroyîn» .

[9] Û Dawid dibêje: «De bira t’ext-sifirêd wan li wan bibine t’or’ û t’elek, qede-bela jî heqê wan be.

[10] Bira ava r’eş bê ser ç’e’vêd wan, nebînin û pişta wan t’imê tewîyayî be».

[11] Awa ez dipirsim: Gelo ew ji r’ê derk’etin, ku unda bin? Na xêr! Lê neheqîya wan bû sebebê xilazbûna necihûya, ku pozê wan jî bişewite.

[12] Heger neheqîya wan bû sebeb ku dinya dewletî be û k’etina wan bû sebeb ku necihû dewletî bin, lê wê hê çiqas k’ar be gava t’emamîya wan xilaz be!

[13] Niha ez we necihûyar’a dibêjim: Belê ez şandîyê necihûya me, qulixê xwe bilind dikim,

[14] belkî bikaribim pozê yêd ji xûn û goştê xwe bidime şewatê û ji wan hineka jî xilaz kim.

[15] Çimkî heger t’exsîrbûna wan bû sebebê lihevhatina dinyayê t’evî Xwedê, îdî lê qebûlbûna wanê bibe çi, heger ne saxbûna mirîya?

[16] Heger girika hevîr, çawa berê deremeta pêşin Xwedêr’a dayî h’elal e, ku usa ye t’emamîya şkevê pêva h’elal e . Û heger r’aw pîroz in, ç’iqil jî pêr’a pîroz in.

[17] Heger ji wan ç’iqila hinek şkestin, lê tu, necihû dara zeyt’ûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî servakirinê û t’evî qinyata r’awêd zeyt’ûnê bûyî,

[18] tu dilê xwe li wan ç’iqilêd şkestî şa neke. Lê heger dilê xwe şa kî, bîr bîne, wekî ne ku te r’aw jor girtine, lê r’awa tu girtîyî.

[19] Îdî tê bêjî: «Ç’iqil şkestin, wekî ez bême servakirinê».

[20] R’ast e. Ewana ji dest nebawerîyê şkestin û te bi bawerîyê h’îm girt. K’ubar nebe, lê bitirse.

[21] Çimkî heger h’eyfa Xwedê ç’iqilêd binyat’î nehat, h’eyfa Wî wê te jî neyê.

[22] Awa dîna xwe bide şîrinayî û h’işkîya Xwedê, Ew h’işk e hindava ji r’êk’etîyada û şîrin e hindava teda, heger nava şîrinayîyêda bimînî. Lê heger na, tê jî bêyî bir’înê.

[23] Lê heger cihû nava nebawerîyêda nemînin, wê bêne servakirinê, çimkî Xwedê dîsa dikare wan servake.

[24] Çimkî heger tu, necihû wekî binyat’a xweda ç’iqilê zeyt’ûna beyanî bûyî û hatî bir’în, ser wê zeyt’ûna qence ne ji binyat’a xwe hatî servakirinê, lê hê çiqas r’ih’et ewê ku ç’iqilêd binyat’î ne, wê ser zeyt’ûna xwe bêne servakirinê.

[25] Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê sur’ê t’unebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. P’areke miletê Îsraêlê wê serh’işk bimîne, h’eta h’esabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin t’emam be.

[26] Bi vî awayî t’emamîya Îsraêlê wê xilaz be, çawa nivîsar e: «Azakir wê ji Sîyonê bê û bêxwedêtîyê ji Aqûb dûr xe.

[27] Û ev e peymana Mine t’evî wan, gava Ez gunêd wan hildim» .

[28] Mizgînîyê ku dinihêr’î, ewana dijmin in bona xatirê we, lê bijartinê ku dinihêr’î, ewana h’izkirî ne, bona xatirê kal-bavêd wan.

[29] Çimkî Xwedê k’îjana dibijêre û p’êşk’êşa dide k’ê, wê yekêda ne p’oşman e.

[30] Çawa we jî wextekê guhdarîya Xwedê nedikir, lê niha bi neguhdarîya wana we r’e’m dît,

[31] usa jî ewana niha bûne neguhdar, wekî bi r’e’mdîtina we ew jî r’e’mê bibînin.

[32] Çimkî Xwedê h’emû kirine girtîyêd neguhdarîyê, wekî h’emûya jî bê r’e’mê.

[33] Çiqasî k’ûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd Wî çiqasî ji h’iş-aqila dûr in û kes serederîyê ji r’îyêd Wî nake!

[34] Çawa nivîsar e: «K’ê nêta Xudan pê h’esîya? Yan k’ê bû şîretk’arê Wî?

[35] Yan k’ê pêşda tiştek daye Wî, wekî Ew dîsa li wan veger’îne?»

[36] Çimkî her tişt ji Wî, bi Wî û bona Wî ne. Şikir ji Wîr’a h’eta-h’etayê. Amîn .

R’omayî — Chapters