R’omayî 13
[1] Her merivek bira gur’a wan h’ukumetîyada be, ku ser wîr’a ne, çimkî t’u h’ukumetî bêyî destûra Xwedê t’une û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne.
[2] Awa k’î ku ber h’ukumetîyê r’adibe, ew ber e’mirê Xwedê r’adibe û ewê ku r’adibin, dîwana Xwedê ser xweda tînin.
[3] Çimkî serdar yêd qencîyê dikin natirsînin, lê yêd xirabîyê. Tu dixwazî ji h’ukumetê netirsî? Xwe li qencîyê bigire, tê bibî şîrinê wê.
[4] Çimkî ew xizmetk’arê Xwedê ye bona qencîyêd te. Lê heger xwe li xirabîyê bigirî, jê bitirse, çimkî wî badîhewa şûr girênedaye. Ew xizmetk’arê Xwedê ye, ku hêrsa Wî ser wanda bir’êje, k’îjanêd ku xirabîyê dikin.
[5] Lema em gerekê gura h’ukumetada bin, ne t’enê wekî em li ber hêrsê nek’evin, lê belê wekî îsafa me jî dilê me r’ih’et bihêle.
[6] Bona vê yekê jî hûn xerc jî didin, çimkî ew xulamêd Xwedê ne, borcdarêd xercstandinê ne .
[7] Awa k’êr’a çi dik’eve, li wan veger’înin, k’êr’a xerc dik’eve, xerc bidinê, k’êr’a selef dik’evin, selefa bidinê, ji k’ê gerekê bitirsin, bitirsin, k’êr’a qedir dik’eve, qedirê wî bigirin.
[8] T’u tiştîda deyndarê t’u kesî nemînin, pêştirî li hev h’izkirinê, çimkî k’î ku hevalê xwe h’iz dike, t’emamîya Qanûnê diqedîne.
[9] Ev t’emîyêd ku hene: «Zinîyê neke, nekuje, nedize, dilhavijîyê neke» û her çi t’emîyêd ku hene, dik’evine nava vê gotinê: «Hevalê xwe weke xwe h’iz bike» .
[10] H’izkirin xirabîyê li hevalê xwe nake. Awa h’izkirin serê Qanûnê digire.
[11] Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê h’işyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir.
[12] Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd te’rîstanîyê em ji xwe dûr xin û ç’ekêd r’onayîyê ser xweva kin.
[13] Usa bijîn çawa r’onaya r’ojê, bê kûç’iksantîyê, serxweşîyê, bênamûsîyê, h’eramîyê, şer’ûdîyê û h’evsûdîyê.
[14] Lê Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin mert’al û guh nedine wan xwestinêd binyat’a xweye merivayî.