Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 13

Listen to this chapter • 4:30

[1] Bira hûn t’imê çawa xûşk-bira hevdu h’iz bikin.

[2] Mêvanh’izîyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyak’et qebûl kirin, lê pê neh’esîyan .

[3] Girtîya bîr bînin, h’esab kin ku çawa hûn jî t’evî wan girtî ne, usa jî cefak’êşa bîr bînin, çawa ku hûn jî mîna wan xûn û goşt in.

[4] H’al-zewac h’emûyar’a nav-namûsî be û cî-nivîn h’elal be, çimkî Xwedê wê dîwana ç’e’vder û zinêk’ara bike.

[5] P’ereh’izî bira nava jîyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, r’azî bin, çimkî Xwedê got: «Ezê t’u car ji te neçim û t’u car te ber’nadim» .

[6] Lema jî r’ûyê me digire ku em bêjin: «Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?»

[7] R’êberêd xwe bîr bînin, yêd ku wer’a xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya e’mirê wan û ç’e’v bidine bawerîya wan.

[8] Îsa Mesîh duhu, îro û h’eta-h’etayê yek e.

[9] Ber bayê cûr’e-cûr’e hînkirinêd xerîb nek’evin. Qenc e ku dil bi k’erema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha k’etin, t’u kesî k’ar nestand.

[10] Gorîgeheke me heye, ku îzina t’u kesî ji wan t’une ji wê bixwin, yêd ku p’aristgehêda xizmetk’arîyê dikin.

[11] Çawa ew h’eywanêd ku xûna wan bi destê serekk’ahîn bona baxşandina guna dihate pîrozgehê û cendekêd wan ji zomê der dihatine şewitandinê ,

[12] usa jî Îsa, ku cime’t bi xûna Xwe paqij bikira, ji dergehê bajêr der cefa k’işand.

[13] Awa werin, em ji zomê derên her’ine cem Wî û qara Wî hildine ser xwe,

[14] çimkî mer’a li vir bajarekî h’îmî t’une, lê em h’izreta wî bajarî ne, yê ku wê bê.

[15] De werin em bi saya Wî t’imê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yêd ku navê Wî îqrar dikin.

[16] Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên.

[17] Guhdarîya r’êberêd xwe bikin û gur’a wanda bin. Ewana bona r’uh’ê we xewê ji ç’e’vê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek k’arê nade we.

[18] Bona me dua bikin. Em e’seyî zanin ku îsafa me r’ih’et e û dixwazin ku her tiştî r’ast bikin.

[19] Lê îlahî ez hîvî dikim ku dua bikin, wekî ez zûtirekê veger’ime cem we.

[20] Awa Xwedêyê e’dilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê r’akir, Yê ku bi xûna peymana h’eta-h’etayê Serekşivanê pêz e,

[21] bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn e’mirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîr’a be, h’eta-h’etayê! Amîn.

[22] Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, hûn bi sebirê guh bidine van gotinêd mine dildayînî, çimkî min wer’a kin nivîsî.

[23] Zanibin ku Tîmot’êyoyê birê me ji kelê derk’etîye. Heger ew zû bê, ezê t’evî wî bêm we bibînim.

[24] Silavê bidine h’emû r’êberêd xwe û cime’ta Xwedê. Ewêd ku ji Îtalyayê ne, we silav dikin.

[25] K’erema Xwedê t’evî we h’emûya be.

Îbranî — Chapters