Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 8

Listen to this chapter • 2:53

[1] Fikira wan tiştêd me pêşda gotin ev e: Serekk’ahînekî meyî usa heye ku li e’zmana ser t’extê mezinayîya Xwedêye r’astê r’ûniştîye.

[2] Ew çawa serekk’ahîn pîrozgehêda berdestîyê dike, awa gotî wî konê r’astda, k’îjan ku Xudan vegirt, ne ku meriva.

[3] Her serekk’ahînek bona qurban û h’edîdayînê k’ifşkirî ye, awa gerekê tiştekî vî jî hebûya ku bida.

[4] Heger eva li ser dinê bûya, wê nebûya k’ahîn jî, çimkî hene k’ahîn ku anegorî Qanûnê h’edîya didin.

[5] Evana xizmetk’arîya xwe pîrozgehêda dikin, ya ku mîna sî û sûretê wan tiştêd li e’zmên e. Çawa Mûsar’a hate e’mirkirinê, gava ewî wê Konê Şe’detîyê vegirta, wîr’a hate gotinê: «Dîna xwe bidê, ku her tiştî wî cûr’eyî bikî, çawa serê ç’îyê min nîşanî te kir» .

[6] Lê r’ast xizmetk’arîke hê bilind Îsar’a hate dayînê, çawa ku Ew navçêtîyê peymaneke hê qenc dike, çimkî ev peymana li ser sozêd hê qenc h’îmgirtî ye.

[7] Heger peymana pêşin bê kêmasî bûya, îdî ya duda wê h’ewce nîbûya.

[8] Lê Xwedê cime’tê neheq dike û dibêje: «Va r’ojê bên, Xudan dibêje, Ezê t’evî mala Îsraêl û t’evî mala Cihûda peymaneke nû girêdim,

[9] lê ne mîna wê peymana ku Min t’evî kal-bavêd wan girêda, wê r’oja ku Min destê wan girt, wekî ji Misirê derxim. Ewana nava peymana Minda neman, Min jî destê Xwe ji wan k’işand, Xudan dibêje.

[10] Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê t’evî mala Îsraêl girêdim, pey wan r’ojar’a, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime h’işê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cime’ta Min be.

[11] Hingê t’u kes wê hevalê xwe yan birayê xwe hîn neke û nebêje: ‹Xudan nas bike›, çimkî h’emû jî wê Min nas bikin, ji biç’ûkêd wan h’eta mezina.

[12] Ezê neheqîyêd wan bibaxşînim û gunêd wan jî îdî bîr neynim» .

[13] Gava Xwedê bona peymaneke «nû» got, ya pêşin kevin kir û çi ku kevin û pîr dibe, ber undabûnê ye.

Îbranî — Chapters