Îbranî 12
[1] Awa ku haqas e’laleta şe’daye giran dora me girtîye, de werin em h’emû giranîyê û wî gunê ku r’ih’et li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşîya xweda bir’evin.
[2] De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîk’êşî û K’amilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî h’esab nekir, paşê k’êleka Xwedêye r’astê ser t’ext r’ûnişt .
[3] Awa ser Wî bifikirin, Yê ku li ber wan gunek’arêd miqabilî Xwe teyax kir. Hingê hûnê newestin û ji îlacê nek’evin.
[4] We hê h’eta xûnr’êtinê miqabilî gune şer’ nekirîye.
[5] Gelo we ew dildayîna bîr kirîye, ya ku Xwedê wer’a çawa t’evî zar’êd Xwe xeber da? «Lawê Min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje û ne jî gava ew li te hiltê, li ber xwe k’eve.
[6] Çimkî Xudan k’ê h’iz dike, wî şîret dike û k’îjanî çawa law qebûl dike, ceza dike» .
[7] Hûn şîretê teyax kin, çimkî Xwedê t’evî we r’adibe-r’ûdinî çawa t’evî zar’êd Xwe. Ew k’îjan zar’ e, ku bav wî şîret nake?
[8] Lê heger hûn neyêne şîretkirinê çawa h’emû zar’ têne şîretkirinê, ku usa ye hûn ne zar’êd h’elal in, lê yêd ji zinêk’arîyê ne.
[9] Heger em ku ji bavêd xweye xûn-goşt têne şîretkirinê vedik’işin, hê çiqas zêde gerekê em gur’a Bavê r’uh’ê xweda bin, wekî em bijîn?
[10] Bavêd meye xûn-goşt wextekî kin li gora dilê xwe me şîret dikin, lê Xwedê bona k’ara me, wekî em jî mîna Wî bibin pîroz.
[11] R’ast e her şîretek wê demê dilê merîya şa nake, lê dêşîne, lê belê paşê yêd ku bi wê hînbûyî ne, berê e’dilayîyê ji jîyîna r’ast diçinin .
[12] Awa qolanê milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê t’aqet bişidînin
[13] û nigêd xwe r’îya r’astda bavêjin, ku yê dikule hol nebe , lê serda qenc be.
[14] Bikin ku t’evî h’emûya e’dil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê t’u kes wê Xudan nebîne.
[15] Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji k’erema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe r’awekî te’l tengasîyê bide û geleka je’rdadayî ke.
[16] Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ç’e’vder yan dinêh’iz be mîna Esaw , ku bona zike nan nixurtîya xwe firot.
[17] Awa weva e’yan e jî, paşê gava ewî bi hêsira xwest ku ew duayê nixurtîyê li wî jî bibe, hate t’exsîrkirinê. Ç’are dêst nek’et, wekî ew tiştê ji destê xwe kiribû paşda bistanda .
[18] Hûn mîna cime’ta Îsraêlê nêzîkî wî ç’îyayê ber ç’e’va nebûne, yê ku agir pêk’etibû, bi te’rîstanîyê, mij-dûmanê û bobelîskêva girtî bû,
[19] ku li wir bor’î lê dik’et û dengê gotinê dihat. Gava yêd ku ev deng dibihîstin, hîvî dikirin, ku îdî xebereke din wanr’a neyê gotinê,
[20] çimkî li wê fermanê t’aw nedikirin ku digot: «Heger h’eywanek jî nêzîkî ç’îyê be, gerekê bidine ber kevira» .
[21] Ev dîtina ber ç’e’va usa saw bû, h’eta ku Mûsa jî got: «Ez ditirsim û dilerizim» .
[22] Lê hûn nêzîkî ç’îyayê Sîyonê bûne, wî bajarê Xwedêyê sax, Orşelîma e’zmana û nêzîkî wê k’ombûna r’engîne milyak’etêd bêh’esab bûne, wê civîna nixurîyaye ku navêd wan li e’zmana nivîsar e. Hûn nêzîkî Xwedê bûne, ku h’akimê h’emûya ye û nêzîkî r’uh’êd r’asta bûne, yêd ku gihîştine k’amiltîyê
[24] û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye r’eşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide .
[25] Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî wer’a xeber dide t’exsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa t’exsîr kirin, k’îjanî ku t’emîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji e’zmana mer’a xeber dide?
[26] Dengê Wî hingê e’rd h’ejand, lê niha soz daye û dibêje: «Ezê careke din jî bih’ejînim, ne ku t’enê e’rdê, lê e’zmana jî» .
[27] Xebera «careke din» dide k’ifşê, ku tiştêd e’firî wê bih’ejin û bêne hildanê, wekî yêd nah’ejin cîda bimînin.
[28] Awa em vê yekê bişêkirînin, ku em p’adşatîke neh’ejîyayî distînin û bi vî awayî bi xof û tirs Xwedê bih’ebînin, çawa ku li Wî xweş tê,
[29] çimkî Xwedêyê me agirê p’er’itandinê ye .