Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 5

Listen to this chapter • 2:28

[1] Her serekk’ahînek ji nav meriva tê bijartinê û k’ifşkirinê, ku bona meriva li ber Xwedê bisekine, wekî h’edî û qurbana ber guna bide.

[2] Ew çawa însan dikare bi dilê şewat k’omeka wanr’a be, yêd ku nezan û xalifî ne, çimkî ew xwexa jî nava bêt’aqetîyada ye.

[3] Lema gerekê ew çawa bona cime’tê, usa jî bona xwe qurbana bona guna bide .

[4] Kesek xweserîxwe vî qedirî nastîne, lê t’enê ewê ku ji Xwedêda tê gazîkirinê, çawa Harûn bû .

[5] Usa jî Mesîh, ne ku Xwexa Xwe bilind kir ku bibe serekk’ahîn, lê Xwedê Ew bilind kir û Wîr’a got: «Tu Kur’ê Min î, Tu îro Minr’a bûyî» .

[6] Çawa cîkî din jî dibêje: «Tu h’eta-h’etayê K’ahîn î, mîna Melk’î-Sadiq» .

[7] Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî k’eser û bi hêsira lava û r’eca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê .

[8] R’ast e Ew Kur’ê Xwedê bû, lê dîsa bi wan cefayêd Xwe guhdarîyê hîn bû.

[9] Gava wê yekêda hate k’amilkirinê, bona h’emûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna h’eta-h’etayê

[10] û ji Xwedê hate navkirinê «Serekk’ahînê mîna Melk’î-Sadiq».

[11] Bona vê yekê gelek tiştêd meye gotinê hene, lê şirovekirina van ze’met e, çimkî guhada hûn giran bûne.

[12] R’astîyê k’eve h’eta niha gerekê hûn dersdar bûna, lê hûn hê h’ewce ne ku ji gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade hîn bin. Hûn hela hê h’ewcê şîr in, ne ku xwarina giran.

[13] Ewê ku şîrxur e, ew nikare hînkirina heqîyê bimeh’îne, çimkî dergûş e.

[14] Lê xwarina giran bona merivêd gihîştî ye, yêd ku sewdayê xweda k’etî-r’abûyî ne, qencî û xirabîyê ji hev derdixin.

Îbranî — Chapters