Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 7

Listen to this chapter • 5:05

[1] Melk’î-Sadiq p’adşayê Şelîmê bû, k’ahînê Xwedêyê Herî Jorin. Gava Birahîm ji p’adşa qir’kirinê vediger’îya, Melk’î-Sadiq pêşîya wîda çû û dua li wî kir.

[2] Birahîm jî ji h’emû t’alanê xwe dehek da wî. (Pêşîyê navê Melk’î-Sadiq şirovedibe: «P’adşê Heqîyê» û alîkî dinva jî ew «P’adşê Şelîmê » bû, awa gotî navê wî tê fe’mkirinê «P’adşê E’dilayîyê».)

[3] Ew bê bav, bê dê û bê r’ik’inyat bû, ne r’oja bûyîna wî e’yan bû, ne jî xilazîya e’mirê wî. Ew mîna Kur’ê Xwedê bû û t’imê k’ahîn dimîne.

[4] Awa dîna xwe bidinê, ku ew yekî çawayî mezin bû, ku Birahîmê bave’şîr jî ji t’alên dehek dayê.

[5] Û zur’eta Lêwîye ku dibine k’ahîn, bona wan t’emî Qanûnêda heye ku ji cime’tê dehekê bistînin, awa gotî ji miletê xwe, heger ew bedena Birahîm in jî .

[6] Lê Melk’î-Sadiq ne ji r’ik’inyata Lêwî bû, ewî ji Birahîm jî dehek stand û dua li wî kir, yê ku ji Xwedê soz standibû.

[7] Eva yeka fe’mdarî ye, ku yê biç’ûk ji yê mezin dua-dirozga distîne.

[8] Vî alîyê k’ahîntîyêda, merivêd ku dimirin dehekê distînin, lê alîyê Melk’î-Sadiq, yê ku dehekê distîne bona wî nivîsar dibêje, ku ew sax e.

[9] Û h’eta em dikarin vê yekê jî bêjin, Lêwîyê ku zur’eta wî dehekê hildide, wî xwexa jî bi destê Birahîm dehek da Melk’î-Sadiq.

[10] Çimkî ew hê bedena bavê xweda bû, gava Melk’î-Sadiq pêşîya wîda çû.

[11] Awa heger k’amilbûn bi destê k’ahîntîya lêwîya bibûya, (çawa cime’ta Îsraêlê ser wî h’îmî Qanûn standibû), îdî çi lazim bû ku k’ahînekî din mîna Melk’î-Sadiq r’abûya û ne ku mîna Harûn?

[12] Çimkî gava k’ahîntî tê guhastinê, gerekê qanûn jî bê guhastinê.

[13] Û bona k’îjanî ku ev yek tê gotinê, ew ji qebîleke din bû, ji k’îjanê t’u kesî gorîgehêr’a xizmetk’arî nekirîye.

[14] Û çawa e’yan e Xudanê me ji qebîla Cihûda bû û Mûsa derheqa k’ahîntîya wê qebîlêda t’u tişt negotîye.

[15] Û eva hela hê e’yan e, gava k’ahînekî din mîna Melk’î-Sadiq r’adibe,

[16] yê ku ne alîyê qeyde-qanûna pirsa zur’etîyêda bû k’ahîn, lê alîyê qewata jîyîna ku xilazîya wê t’une.

[17] Çimkî nivîsar şe’dê vê gotinê ye ku: «Tu h’eta-h’etayê K’ahîn î, mîna Melk’î-Sadiq» .

[18] Awa t’emîya pêşin ji dest sistî û bêkêrîya wê hate betalkirinê,

[19] çimkî Qanûna Mûsa t’u tişt k’amil nekir, lê dewsa wê gumaneke hê qenc k’ete navê, bi k’îjanê em nêzîkî Xwedê dibin.

[20] Serda jî Îsa bê sond nebû k’ahîn! Ewêd din bê sond bûne k’ahîn,

[21] lê eva bi sond, bi destê Xwedê bû k’ahîn gava Wîr’a got: «Xudan sond xwar û îdî ji gotina Xwe venager’e: Tu h’eta-h’etayê K’ahîn î» .

[22] Dest vê sondê jî Îsa wek’îltîyê peymaneke hê qenc dike .

[23] Usa jî gelek k’ahîn hebûne, çimkî mirinê nehiştîye ku ewana t’imê bimana.

[24] Lê k’ahîntîya Evî xilaz nabe, çimkî Ew h’eta-h’etayê dimîne.

[25] Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew t’imê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.

[26] Awa hema mer’a r’ast serekk’ahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunek’ara cudebûyî û ji e’zmana jortir çûyî.

[27] Îsar’a ne lazim e ku Ew her r’oj mîna serekk’ahînêd mayîn pêşîyê bona gunêd xwe û paşê bona gunêd cime’tê qurbana bide. Ewî ev yek carekê bona her t’im kir, çaxê Xwe kire qurban .

[28] Qanûna Mûsa merivê bêt’aqet dike serekk’ahîn, lê sonda Xwedêye ku pey Qanûnêr’a hat Kur’ dike serekk’ahîn, Yê ku h’eta-h’etayê hate k’amilkirinê .

Îbranî — Chapters