Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 9

Listen to this chapter • 5:38

[1] R’ast e qeyde-qanûnêd h’ebandina peymana pêşin jî hebûn û pîrozgeha vê dinyayê jî.

[2] Kon bi du goza vegirtî bû: Ya derr’a «pîrozgeh» digotin, têda hebûn şemdan, sifre û nanê Xwedêr’a dayî .

[3] Ya hindur’da pişta p’er’dê, jêr’a «Cîyê Herî Pîroz» digotin .

[4] Têda bûn gorîgeha zêr’în bona şewitandina bixûrê, Sindoqa Peymanê, ya ku der û hindur’va zêr’kirî bû. Wê sindoqêda hebûn cêr’ê zêr’în bi manava t’ijî, şivdara Harûne ku gul da û selêd kevirîye peymanê .

[5] Ser sindoqê, xêrûbêd r’ûmeta Xudan hebûn û ser cîyê ku gune dihatine baxşandinê, dikirine sî. Niha ne wext e ku em bona wan bi hûr-gilî xeber din .

[6] Ev tişt aha cîkirî bûn. K’ahîn her gav dik’evine goza der, xizmetk’arîya xwe dikin .

[7] Lê goza hindur’ salê carekê t’enê serekk’ahîn dik’evê, lê ne bê xûn, ya ku ji ber gunêd xwe û cime’têva dide, k’îjan ku ji bêfe’mîya xwe dikirin .

[8] Bi vê yekê R’uh’ê Pîroz dide k’ifşê, ku r’îya Cîyê Herî Pîroz nevekirîye, h’eta ku goza der heye.

[9] Ev yek sûretek e bona zemanê niha. Eva dide k’ifşê, ku gava h’edî û qurban têne dayînê, evana nikarin îsafa yêd ku dih’ebînin paqij kin,

[10] lê ev yek t’enê xwarin-vexwarinê û cûr’e-cûr’e şûştin-veşûştinêd qeyde-qanûnêva girêdayî ne. Ev qeyde-qanûnêd dervayî ne, k’îjan ku h’eta wî wextê ku qanûna nû tê danînê dimînin.

[11] Lê gava Mesîh hat, çawa Serekk’ahînê tiştêd qence hatî, konê hê mezin û k’amilr’a derbaz bû, yê ku ne bi desta hatîye çêkirinê, awa gotî ne ji vê dinyayê.

[12] Ew ne ku pê xûna canega û nêrîya, lê bi xûna Xwe carekê bona her t’im k’ete Cîyê Herî Pîroz û azabûna h’eta-h’etayê dest anî.

[13] Heger xûna canega, nêrîya û k’ozîya nogina ku dir’eşandin, yêd ku li gora e’det h’er’imî bûn, dervava ew paqij dikirin ,

[14] lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê R’uh’ê h’eta-h’etayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetk’arîyê Xwedêyê Saxr’a bikin?

[15] Bona vê yekê Mesîh navçêtîya peymana nû dike, wekî yêd gazîkirî wî warê h’eta-h’etayê bistînin, k’îjan ku Xwedê soz daye, çimkî mirina Wî bona azayîya ji neheqîyêd wan bû, yêd ku dema peymana pêşinda kiribûn.

[16] Awa k’îderê wesîyat peymankirî ye, gerekê li wir e’seyî wesîyatdar mirî be.

[17] Çimkî wesîyat pey mirina wesîyatdarr’a qewat dike. H’ukumê wê t’une h’eta ku wesîyatdar sax e.

[18] Lema peymana pêşin jî bê xûn nehate t’estîqkirinê.

[19] Gava Mûsa h’emû t’emîyêd Qanûnê gotine cime’tê, hingê xûna canega û nêrîya hilda t’evî avê kir, r’îsê sorê gevez ç’iqilê zoxêva kir, pê wê r’eşande ser k’itêba Qanûnê û cime’tê ,

[20] got: «Ev e xûna wê peymanê, ya ku Xwedê t’emî da we» .

[21] Usa jî ew xûn r’eşande ser kon û h’emû derdanêd bona h’ebandinê .

[22] Belê anegorî Qanûnê p’ir’anîya her tiştî pê xûnê paqij dibû û bêyî xûnr’êtin baxşandin nedibû .

[23] Awa gerekê sûretêd tiştêd e’zmana bi van kirina paqij bûna, lê hema xût yêd e’zmana jî gerekê bi qurbanêd ji van qenctir paqij bûna.

[24] Çimkî Mesîh ne ku k’ete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya r’ast, lê hema xût k’ete e’zmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.

[25] Ne jî bona ku gelek cara Xwe bikira qurban dik’ete pîrozgehê, çawa ku serekk’ahîn her sal ne bi xûna xwe dik’evê.

[26] Heger aha bûya, Ewî gerekê gelek cara pey e’firandina dinyayêr’a cefa bik’işanda. Lê niha axirîya dewrada Ewî Xwe da k’ifşê û carekê bona her t’im pê xwequrbankirinê gune hildan.

[27] Û çawa bona meriva qirarkirî ye, carekê bimirin û paşê ber dîwanê bisekinin ,

[28] usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê . Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê k’ifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.

Îbranî — Chapters