Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 11

Listen to this chapter • 7:47

[1] Bawerî e’seyîya wan tişta ye, ku em têda guman in û îzbatîya wan tişta ye, ku meva ne xuya ne.

[2] Bi bawerîyê pêşîyêd me li Xwedê xweş hatin.

[3] Bi bawerîyê meva e’yan e ku dinya bi xebera Xwedê e’firîye û ew tiştêd ku têne dîtinê ji wan tiştêd ku nayêne dîtinê çêbûne .

[4] Bi bawerîyê Habîl h’edîke ji h’edîya Qayîn çêtir da Xwedê . Bi wê bawerîyê ew hate begemkirinê çawa yekî r’ast, çimkî h’edîyêd wî li Xwedê xweş hatin. R’ast e Habîl mir, lê bi bawerîya xwe hê xeber dide.

[5] Bi bawerîyê Henox ji dinê hate hilatinê, ku mirinê nebîne. Ew t’u cîyî k’ifş nebû, çimkî Xwedê ew hildabû. Nivîsarêda hatîye gotinê, ku berî hilatina wî, ew li Xwedê xweş hatibû.

[6] Û bê bawerî t’u car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, k’îjan ku li Wî diger’in.

[7] Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine k’ifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê r’abû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê r’asth’esabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.

[8] Bi bawerîyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku her’e wî cîyê ku wê çawa war bistanda. Û r’abû çû, lê nizanibû jî k’uda diçe.

[9] Bi bawerîyê çawa firarî wî welatê xerîbda ma, yê ku Xwedê jêr’a soz dabû. Û çadirada t’evî Îshaq û Aqûb ma, ku ew jî xweyîyêd wî warê sozdayî bûn .

[10] Çimkî ew hîvîya wî bajarê xweyîr’ik’inê miqer’m bû, e’firandar û avakirê k’îjanî Xwedê ye.

[11] Bi bawerîyê Birahîm, ku zanibû Serayê zar’ nedanî, ewê qewata berê zika stand û wê mezinayîya wîda zar’ek wîr’a bû . Çimkî bawer kir, ku Yê wîr’a soz daye amin e .

[12] Û ji wî yekî, yê ku îdî ber mirinê bû, weke steyrkêd e’zmên û qûma devê be’rê bêh’esab merî dinê k’etin .

[13] Ev h’emû jî ku bawerîyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana t’enê ew soz dûrva dîtin, şa bûn û xwe mukur’ hatin, ku ew merîne xerîb û firarî ne li ser dinê .

[14] Ewêd ku tiştêd aha dibêjin, didine k’ifşê ku ew li welatekî bona xwe diger’in.

[15] Û heger bona wî welatî bîr banîna ji k’îderê ku ew derk’etibûn, mecala wan wê hebûya veger’îyana wir.

[16] Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê e’zmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêr’a bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye.

[17] Bi bawerîyê Birahîm ku ji Xwedê hate cêr’ibandinê, Îshaq kire qurban . Ewî soz standibûn, lê dîsa kur’ê xweyî tayê t’enê dikire qurban,

[18] bona k’îjanî Xwedê gotibûyê: «Zur’eta teyê Îshaqda bê navkirinê» .

[19] Çimkî Birahîm dilê xweda digot, ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî r’ake û ewî bi sûretî çawa ji mirinê r’abûyî kur’ê xwe paşda stand.

[20] Bi bawerîyê Îshaq bona wan tiştêd ku wê biqewimîyana, dua li Aqûb û Esaw kir.

[21] Bi bawerîyê Aqûb ber mirinê dua li her kur’ekî Ûsiv kir û xwe avîte ser şiva destê xwe, serê xwe ber Xwedê danî.

[22] Bi bawerîyê Ûsiv ber mirinê bona derk’etina ji Misirê kire bîra zar’êd Îsraêl û bona hestûyêd xwe t’emî da wan.

[23] Bi bawerîyê gava Mûsa ji dîya xwe bû, bi destêd dê û bavê xwe sê meha hate veşartinê. Wan dît ku kur’ik bedew e, ji fermana p’adşê netirsîyan .

[24] Bi bawerîyê Mûsa gava mezin bû, nexwest ku «kur’ê qîza Firewin» bê h’esabê.

[25] Ew fikirî, ku hê qenc e t’evî cime’ta Xwedê biçerçire, ne ku wextekî kin nava k’êfa gunada derbaz ke.

[26] Ewî qara Mesîh hê hebûneke mezin h’esab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî ç’e’vnihêr’î bû, ku heqê xwe bistanda.

[27] Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa p’adşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate k’ifşê didît û ser ya xwe ma.

[28] Bi bawerîyê Mûsa cara pêşin Cejina Derbazbûnê t’estîq kir û xûn şêmîka da r’eşandinê, wekî Milyak’etê Mirinê li nixurîyêd wan nek’eta .

[29] Bi bawerîyê cime’ta Îsraêlê be’ra Sorr’a çawa bejêr’a derbaz bû. Gava misirîya jî kir ku derbaz bin, xeniqîn .

[30] Bi bawerîyê sûrêd bajarê Erîhayê k’etin, gava h’eft r’oja dora wan zivir’în.

[31] Bi bawerîyê R’exaba ç’e’vder ku ce’sûs bi e’dilayî qebûlkirin, t’evî nebawera unda nebû.

[32] Ez îdî çi bêjim? Wext t’êrê nake, ku bona Gîdeyon, Baraq, Şimşon, Yêfta, Dawid, Samûêl û p’êxembera gilî kim,

[33] yêd ku bi bawerîyê p’adşatî bindest kirin, heqî kirin, soz standin, devê şêra dane girtinê ,

[34] k’ûra agir temirandin, ji devê şûr xilaz bûn, ji bêt’aqetîyê qewat girtin, nava şer’da bûne mêrxas, berî ordîyêd xerîb dan.

[35] K’ulfeta mirîyêd xwe saxbûyî standin. Hineka jî azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê r’abin bigihîjine jîyîneke hê qenc .

[36] Hinekêd mayîn jî ber qamçîya, nava qara, usa jî bi qeyd-zincîra û kelada hatine zêrandinê .

[37] Ew dane ber kevira, bi bir’eka hatine bir’înê, bi şûra hatine kuştinê, p’ostêd pêz û bizinada ger’îyan, xelayî-celayî, tengasî û cefa k’işandin .

[38] Dinya ne layîqî wan bû! Ew li ber’î û ç’îya diger’îyan, şkeft û ne’lada diman.

[39] Ev h’emû bawerîya xweda berbiç’e’v bûn, lê sozê Xwedê nestandin,

[40] çimkî Xwedê bona me hê tiştekî qenc hazir kirîye, wekî ewana bêyî me negihîjine k’amiltîyê.

Îbranî — Chapters