Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 10

Listen to this chapter • 6:36

[1] Qanûn sîya wan tiştêd qenc e, k’îjane ku tên, lê ne xût mîna wan yeka ye. Bona vê yekê Qanûn pê wan qurbanêd ku her sal peyhev-peyhev têne dayînê nikare wan k’amil bike, yêd ku bi qurbandayînê nêzîkî Xwedê dibin.

[2] Heger paqij bûna, wana wê dest ji qurbandayînê bik’işanda, çimkî bi carekê yêd xweyîqurban wê bihatana paqijkirinê, ji wir şûnda bona guna îsafa wan wê li wan hilnehata.

[3] Lê ew qurban her sal gunêd wan tînine bîra wan.

[4] Çimkî xûna canega û nêrîya t’u car nikare guna r’esît ke.

[5] Lema jî, gava Mesîh wê bihata vê dinê, got: «Te qurban û h’edî nexwestin, lê Te bona Min qalibek hazir kir.

[6] Dîyarîyêd t’evayîşewatê û qurbanêd ji ber gunava Te xweş nehatin.

[7] Hingê Min got: ‹Va me ya Xwedê, Ez hatim e’mirê Te bînime sêrî, çawa bona Min k’itêbêda nivîsar e›» .

[8] Pêşîyê dibêje: «Qurban û h’edî, dîyarîyêd t’evayîşewatê û qurbanêd ji ber gunava Te nexwestin û ew li Te xweş nehatin» (lê ew anegorî Qanûnê têne dayînê).

[9] Paşê dibêje: «Va me ya Xwedê, Ez hatim ku e’mirê Te bînime sêrî». Ya pêşin, Mesîh wêda davêje, ku ya duda t’estîq ke.

[10] Bi vî awayî Îsa Mesîh e’mirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her t’im bedena Xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin.

[11] Her k’ahînek, her r’oj nava xizmetk’arîya xweda ye û gelek cara xût wan qurbana dide, k’îjanêd ku t’u car nikarin guna r’esît kin.

[12] Lê Evî k’ahînî t’enê carekê bona guna qurban da û peyr’a h’eta-h’etayê k’êleka Xwedêye r’astê r’ûnişt

[13] û ji wir şûnda hîvîyê ye, h’eta ku dijminêd Wî bin p’îyêd Wîda bêne danînê.

[14] Bi qurbanekê Ewî yêd ku paqij dibin h’eta-h’etayê k’amil kirin.

[15] R’uh’ê Pîroz jî şe’detîyê dide me. Pêşîyê dibêje:

[16] «Ev e ew peyman, ya ku Ezê t’evî wan girêdim, pey wan r’ojar’a, Xudan dibêje. Ezê qanûnêd Xwe bikime dilê wan û h’işêd wanda wan binivîsim» .

[17] Paşê dibêje: «Ezê gune û neheqîyêd wan îdî bîr neynim» .

[18] Û ew dera ku baxşandin heye, îdî bona guna h’edî kêr nayê.

[19] Awa xûşk-birano, bi saya xûna Îsa em dikarin mêrk’îmî bik’evine Cîyê Herî Pîroz,

[20] wê r’îya nûye saxr’a, ya ku Ewî bona me nava wê p’er’dêr’a vekir, awa gotî bi bedena Xwe.

[21] Awa ku K’ahînekî meyî mezin heye ser mala Xwedê,

[22] em dikarin bi dilê r’ast nêzîkî Xwedê bin, bawerîyêva t’ijî, îsafa xweda bi xûnr’eşandinê ji xirabîyê paqijbûyî û qalibê xwe jî pê ava zelal şûştî .

[23] De em wê gumana ku em îqrar dikin qewîn bigirin û ji cî neh’ejin, çimkî amin e, Ewê ku soz daye.

[24] Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî h’izkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev.

[25] Bira em dest ji lihevcivînê nek’işînin, çawa ku hineka xwer’a kirîye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî hûn dibînin ku R’oja Axretê nêzîk dibe.

[26] Çimkî heger me r’astî nas kirîye qebûl kirîye û peyr’a bi h’emdê xwe nava gunada bimînin, îdî ji vir şûnda bona baxşandina guna qurban berga t’u tiştî nagire,

[27] lê t’enê bi lerizekê dimîne hîvîya dîwanê û k’ûra agir, ku wê yêd miqabilî Xwedê h’ûfî xwe ke.

[28] Yekî heger Qanûna Mûsa bit’er’ibanda, gava du yan sê şe’de hebûna, bê r’e’m dihate kuştinê .

[29] Lê t’exmîna we, ewê hê çiqasî hêjayî cezayê giran be, yê ku Kur’ê Xwedê daye bin p’îyêd xwe û Xûna peymanê h’eram h’esab kirîye, bi K’îjanê ew paqij bû û R’uh’ê k’eremdayînê bêhurmet kirîye?

[30] Belê em Wî nas dikin, Yê ku got: «H’eyfhildan ya Min e, Ezê hilînim» . Û dîsa: «Xudan wê dîwana cime’ta Xwe bike» .

[31] Tiştekî tirs û xof e, ku bik’evine destê Xwedêyê sax!

[32] Wan r’ojêd pêşin bîr bînin, gava hûn hatine r’onayîkirinê, we şer’ekî çawayî giran bi cefava dik’işand.

[33] Carna bi qara û zêrandina hûn aşkere dihatine r’ezîlkirinê, carna jî t’evî h’alê wan dibûn, yêd ku ew tişt dik’işandin.

[34] Hûn dik’etine h’alê girtîya jî û gava hebûka we jî t’alan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her t’im heye.

[35] Awa wê gumana xwe unda nekin, ya ku hêjayî heqê mezin e.

[36] Wer’a sebir lazim e ku hûn e’mirê Xwedê bînine sêrî û bigihîjine sozê Wî.

[37] Çawa nivîsar e: «Pey wextekî kinr’a, Ewê ku wê bê, wê bê û derengî nebe.

[38] Lê yê ber Min r’ast, wê bi bawerîyê bijî û heger ew paşda vek’işe, Ez wî begem nakim» .

[39] Lê em ne ji wan in, ku paşda vek’işin û unda bin, lê em ew in, ku bawer dikin, wekî r’uh’êd me xilaz bin.

Îbranî — Chapters