Îbranî 1
[1] Gelek cara û bi gelek cûr’a Xwedê pêşda pê p’êxembera kal-bavêd mer’a xeber daye,
[2] lê van r’ojêd axirîyêda pê Kur’ê Xwe mer’a xeber da, K’îjan ku k’ifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî e’rd û e’zman e’firand.
[3] Ew nûra r’ûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir , li jor herema mezinayîya Xwedêye r’astê r’ûnişt.
[4] Kur’ haqasî ji milyak’eta jortir k’et, çiqasî ew navê ku Wî stand ji navêd wan mestir e.
[5] Çimkî Xwedê t’u milyak’etîr’a aha negotîye: «Tu Kur’ê Min î, Tu îro Minr’a bûyî» û dîsa: «Ezê bavê Wî bim, Ewê jî Kur’ê min be» .
[6] Û gava Xwedê nixurîyê Xwe dişîne dinyayê, aha jî dibêje: «Bira h’emû milyak’etêd Xwedê serê xwe ber Wî daynin» .
[7] Lê bona milyak’eta aha dibêje: «Ew milyak’etêd Xwe dike ba û berdestîyêd Xwe alava êgir» .
[8] Lê belê bona Kur’ Xwedê dibêje: «T’extê Te Xwedêyo, t’extê h’eta-h’etayê ye, şiva p’adşatîya Te şiva heqîyê ye.
[9] Tu heqîyê h’iz dikî û dijenî neheqîyê, lema jî Xwedêyo, Xwedêyê Te Tu bi r’ûnê şabûnê r’ûnkirî, ji hevalêd Te zêdetir» .
[10] Û aha jî dibêje: «Ya Xudan, Te pêşîyê h’îmê dinyayê danî û e’zman kirêd destêd Te ne.
[11] Ewê wêran bin her’in, lê Tê bimînî, h’emûyê mîna cila bip’izinin.
[12] Tê wan hev bip’êç’î mîna qap’ût, mîna k’inca wê bêne guhastinê. Lê Tu dîsa Ew î û salêd Te wê kêm nebin» .
[13] K’îjan milyak’etîr’a Xwedê gotîye: «K’êleka Mine r’astê r’ûnê, h’eta Ez neyarêd Te bikime binê p’îyêd Te»?
[14] Îdî milyak’et çi ne? Ew h’emû jî r’uh’êd berdestî ne, ku bona xizmetk’arîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.